WÊJEYA

Ev pirtûk berhemek yê Akademiya Şehîd Ferhat KURTAY’e. Ji aliyê Komîteya Zanist û Ronakbîrî ya KCK’ê ve ji bo Peymangeha Ş. Kerîm Kato weke pirtûka waneyê hatiye pejirandin…

Berhemên Akademiya Şehîd Ferhat KURTAY

1 WÊJEYA KURDÎ

Qomîsyona Amadekar Ya Ziman û Wêje

Amedekarên Pirtûkê : Hesen KINYANIŞÎ, Cegerxwîn GOYÎ Redakte û Wêne : Hesen KINYANIŞÎ Mîzanpaj : Mihemed GULER, Hesen KINYANIŞÎ Berg : Bedredîn Oy, Mihemed GULER

Akademiya Ş. Ferhat KURTAY- Mexmûr

2014-2015

2 WÊJEYA KURDÎ

3 WÊJEYA KURDÎ

4 WÊJEYA KURDÎ

NAVEROK NAVEROK ...... 5

PEŞGOTIN ...... 7

Beşa 1 : WÊJEYA KURDÎ ...... 8 1.Wêje Çiye Û Tê Çi Wateyê? ...... 9 2-Wêjeya Kurdî ya Devkî ...... 9 3.Kurte Dîroka Wêjeya Nivîskî Û Peywendiyên Wê Bi Wêjeya Devkî Re...... 9 A.Wêjeya Klasîk...... 11 1. Wêjeya Kurdî ya Nivîskî ...... 11 2. Ji Dema Sûmeriyan Û Vir de Wêjeya Kurdî ...... 12 3.Dema Gotî û Mîtaniyan û Girîngiya Şahmaranê ...... 12 4.Dema Hatina Îslamiyetê ...... 13 B. Wêjeya Kurdî ya Modern:...... 15 Modernîzm û Wêjeya Kurdî ...... 15 Ebdurrehîm Rehmî Hekarî/Memê Alan ...... 16 Cegerxwîn/Cîm û Gulperî ...... 17

Beşa 2 : WÊJEVANÊN KURD ...... 19 1- Baba Tahirê Hemedanî (Uryan) (937-1010) ...... 20 Berhemên Baba Tahirê Hemedanî: ...... 30 2- Elî Herîrî (1009/10 - 1077/78) ...... 32 3- NÎZAMÊ GENCEWÎ 1141 - 1209...... 39 4- Mela Huseynê Batê (1417-1491) ...... 41 Çîroka Zembîlfiroş ...... 45 Destana Zembîlfiroş ...... 47 5- MELAYÊ CIZÎRÎ ...... 51 Mela û Evîn ...... 53 6- FEQİYÊ TEYRAN ...... 84 7- Ehmedê Xanî (1651-1706) ...... 100

5 WÊJEYA KURDÎ

ZIMANÊ XANÎ BI KARANÎ: ...... 106 8- Mele Mehmûdê Bazîdî (1799 - 1867) ...... 108 Şerefname: ...... 109 9- Hacî Qadirê Koyî, (1815 - 1897) ...... 115 10- Pîremêrd 18671950 ...... 122 11- Mestûre Erdelan 1805 - 1845 ...... 128 12- Ebdula Goran (1904- 1962) ...... 132 13- Cegerxwîn (1903 - 1984) ...... 135 Çavkanî û pirtûkên kû sûd jê hatî wergirtin...... 144

6 WÊJEYA KURDÎ

PÊŞGOTIN Wêje, vebeyîna hest û ramanên civak û mirov yên bi pîvan, şêwaz û rêbaze. Wêje, vegotina zimanê lal û hestên veşartiye. Wêje, hawar û daxwaza xwe gihandina biwêj, zar û xezîneya peyvane.

Wêje giyan û hebûna civakê ye, bêyî wêje civak miriye, bê jiyane ji ber wê wêje giyan û hizrîna mirov û civakê ye. Di wateyekê de hebûn û nebûna civakê, bi wêje ve girêdayî ye, çiqas wêje dewlemend be ew qas civak jî pêşketî û dewlemende. Wêje, zindîbûna ramanên gelane. Bi wateyek din wêje hezkirine, evîne, dilnizmî û girêdana li beramber hebûna xweza û mirove.

Eger gelê Kurd kariye li beramber felaketên bi dirêjahiya sed salan hebûna xwe bi parêze û di her sed salekê de pêşengiya civakê kirî be û di her rûpelek yê dîrokê de navê xwe bi çend tîpên zêrîn nexşandibe, ew jî ji ber bingehê wan yê wêjeyê ye.

Wêje, ji dema komikên mirovan yên destpêkê, bi hizirîna mirov re destpêkiriye. Wêje, di dema neolotîk de û heta hatina Sumeran di nava civakê de rolek xwe ya bingehîn hebû. Lê bi çînbûna civakê re wêje ket bin bandora vê çînayetiyê û ji wir şûnde, bi rêbaza mitolojîk hate vegotin û dest girtin. Wêje tenê bi şêweyê çîrokên qehremanî hate dest girtin û piştî derketina Îslamê jî wekû qesîdeyên li ser Ol û desthelatan tên dîtin.

Xwendevanên hêja; ev berhem di encama lêkolînên ji çend pirtûkên bi nirx û dagirtî pêkhatiye. Di dema amadekirina vê berhemê de me gelek zehemetî dîtin, ji ber di destê me de zêde pirtûkên em sûd jê bigirîn nebûn lê bi hewldaneke bê navber me karî çend serçave bi dest xwe bêxîn û ji van pirtûkane vê berhemê ji bo xwendevanên xwe amade bikîn.

Dibe kû di vê berhemê de kêm û kurtî hebin, bi taybet girêdayî dîroka bûyîn û mirina wêjevanên kû di nava vê berhemê de hatîne destgirtin, ji ber tiştek misoger nîne û gelek nêrînên cuda hene, me jî cih daye van nêrînan. Dîsan me cih daye wan kesên kû bi xwazin di vê berhemê de agahiyên berfirehtir li ser zêde bikin û lêkolînên baştir encam bidin.

7 WÊJEYA KURDÎ

Beşa 1 WÊJEYA KURDÎ

8 WÊJEYA KURDÎ

1.Wêje Çiye û Tê Çi Wateyê? Wêje ji peyva “wişe”tê. Wişe di zimanê kevnare yê Kurdan de tê wateya “peyva xweş”. Di nav herikîna demê de wişeyê cihê xwe ji bêje û wêjeyê re hiştiye. Ango wêje "peyva xweşe".

2-Wêjeya Kurdî ya Devkî

Wêjeya Kurdî bi wêjeya xwe ya devkî navdare. Di wêjeya devkî ya Kurdî de her tişt heye. Ji destanan, ji stranan, ji mamik û çîvanokan bigire hetanî çîrokên rûvî, hirç, keçelok, dijûn û nifîn û dua hwd… Ger kû mirov rastiyê îtîraf bike, em dibînin kû hemû nebe jî, bi piranî perwerdehiya Kurdan li ser çîrok û çîvanokan pêşketiye. Lê dewlemendiya peyvan û xezêneya peyvan di stranên gelêrî yên Kurdî de veşartiye. Ji vî milî ve, wêjeya herî rast û resen di hûnerê stranbêjiyê de heye. Stranên kû xweyî dîrokek dûvdirêjin, karine peyv, hest û bûyerên ji hezaran salan û hirve bi rêya stranbêjan bigihîne hemû qadên Kurdistanê. Dîsan bi rêya van stranbêj û çîrokbêjên Kurd, destan, çîrok û metelok, çîvanok û gelek beşên din yên wêjeyî bi rêya dîwan, şevbihûrk, dawet û şahiyan gihane nifşên roja me ya îro. Ji ber vê jî mirov dikare bêje, Kurdiya resen di vê beşa wêjeyê de veşartiye.

3.Kurte Dîroka Wêjeya Nivîskî Û Peywendiyên Wê Bi Wêjeya Devkî Re. Dîroka nivîskî bi derketina nivîsê re destpê dike. Vê jî bi Sûmerîyan re destpê kiriye. Gelê Kurd jî beşek ji vê pêvajoyêye û ne bê berhemên nivîski ye. Lê mixabin di destê me de berhemên ji wan serdeman nîne. Berhemên herî kevin yên nivîskî bi destên hin kesên Kurd hatine nivîsandin.Yek ji wan jî destana “Gilgamêş”e. Di gel kû Gilgamêş berhemekê nivîskiye jî lê li ser sermiyanekî wêjeya devkî hatiye nivîsandin. Ji ber kû piştî hilweşandina welatê Gilgamêş ev berhem hatiye nivîsandin. Bi gelemperî jî em li klasîkên dinyayê û Kurdan binêrin, dîsa yên herî nav û deng li ser wêjeya devkî hatine afirandin. Mînak: Homeros, Îlyada, Şahname, Mem û Zîn hwd…

Berhemek din ya wêjeya nivîskî ya Kurdî stranek bi navê “Îlahiya Hûriyan”e kû ji berê niha 3400 salan li ser tabletekê ji aliyê muzîsyen û zanyarek Kurd ve bi nota hatiye nivîsandin. Di vê tabletê de mirovek li amêrek muzîkê ya dişibe “tar” dide. Ev berhem, di encama lêkolînên assyriologê bi navê prof. Anne Draffkorn Kilmer yê mamosteyê zankoya California ve li Ugarit-Surye, herêmek nêzîk Dîlokê, hatiye dîtin. Ev yekem strana nivîskî ya rêkûpêke di dîroka mirovatiyê de û

9 WÊJEYA KURDÎ ji berê zayînê di salên 2000 de hatiye nivîsîn. Navê stranê “Neşaş weşpeş”e, Neşa navê Xudawendek ya Hûrîyane û ev stran jî bi zimanê Hûriyane:

Neşaş weşpeş, Neşaş weşpeş! (Cilûbergên Neşa yên spehî, cilûbergên Neşa yên spehî!) Tiya-mu tiya, (Têye min, têye.) Nu-mu uwaş-maş katta arnut, (û min dibin nik dayîk û xaltiya min) Tiya-mu tiya; (Têye min, têye) Nu-mu uwaş-maş katta arnut ( û min dibin nik dayîk û xaltiya min) Tiya-mu tiya!" (Têye min, têye!)

Gelek cûreyên nivîskî yên wêjeyê hene. Hin ji wan helbest, çîrok û roman hwd…ne. Ev hemû jî beşek ji wêje yê ne. Hem li dinyayê hem jî li Kurdistanê berhemên wêjeyî yên herî kevin helbestin. Di dîroka Kurdan de jî berhema herî kevin ya bi awayê pirtûk nivîskî “Awesta” ye. Ew jî wekî helbestan hatiye nivîsandin û şahberhemeke yekeme di cîhana wê demê de.

10 WÊJEYA KURDÎ

A.Wêjeya Klasîk

Li gor pejirandina giştî hin pîvanên klasîkbûna berhemên wêjeyî hene. Her wiha, wateya klasîk jî tê wateya; nirxên kû di nav hemû gelan û di her demê de derbazdarin. Pîvanên wê jî divê ji aliyê hemû dinyayê ve bên pejirandin û xîtaba wan ji bo hemû hest, ramanên hevbeş yên mirovan be. Ev xalên hevbeş jî; dildarî, evînî, hezkirin, azadî, bedewbûn, hêvî û hwd…

Li gor wan pîvanan di nav gelek berhemên nivîskî yên Kurdî de hin jê wek wêjeya klasîka Kurdan hatine pejirandin.

1. Wêjeya Kurdî ya Nivîskî

Wêjeya Kurdî, wêjeya ji berhemên bi Zimanê Kurdî bi devkî û nivîskî pêktê. Wêjeya Kurdî, ji zaravayên Goranî, Dumilî, Hewramî, Kurmancî, Soranî û hwd pêktê. Bi zaravayên Kurdî yên din jî wêjeya Kurdî hatîye nivîsandin. Di roja me de, wêjeya Kurdî, ji nû ve xwe di afirêne. Lê eger mirov li dîroka wê dinêre, ji dema Sûmerîyan ve heta dema Gotîyan hwd û ji wê demê jî, heta dema musulmantî, tapêvajoya jiberê wê ya çand û baweriya ola Êzdatî, bi berdewamî berew pêşve çonêye, lê bi hatina Îslamê re êdî weke pêş hingê wêjeya Kurdî leza pêşketina wê kêm dibe û li rasta bişavtinek bê eman tê. Hewl hat dayîn kû çand, ziman û wêjeya Kurdî ya resen kû bi taybet bi Awesta û avabûna împaratoriya Medya re herêmek mezin ya belavbûn û pêşketinê bidestve anîbû, bi hatina Musulmantiyê re û bi dagiriya artêşên Ereban ya Kurdistanê re tam bendavek mezin hat bunyad dan li beramber wê. Bi dehan belgeyên nivîskî û pirtûkên mîna “Awesta” hatin şewitandin. Gelek navend û perestgehên Kurdan hatin tarûmarkirin û hilweşandin.

Wêjeya Kurdî, demên wê yên berî zayinê yên pêşketinên pir mezin û dirêj hene. Kurdî, hêj di wan deman de, bi awayekî pêşketî, weke zimanê helbestî tê bikaranîn. Weke navendeka çandî ya wêjeya Kurdî jî, Cizîra botan heye. Li dora Nisêbinê Mîtanî û li dora Cizîrê jî Gotiyan demên xwe yên zêrîn jîyan kirine. Destana Şahmaran jî, yek ji wan berhemane û eger li ser Şahmaran û dîroka wê dahûrkirinek bê çêkirin, wê bê dîtin kû çanda Kurd û Kurdî û bi wê re jî dahûrkirina civaktiya Kurdan bi awayek cuda hatiye ziman.

11 WÊJEYA KURDÎ

2. Ji Dema Sûmeriyan Û Vir de Wêjeya Kurdî

Bi derketina nivîsê re, gelên Mezopotamya destpêkirine bi nîşan û qayîdan xwe ve bêjin. Hestên kû ta wê demê bi wêneyan li ser şkeft û beran dihatin nexşandin, di vê demê de wergeryan rêzikên peyvan. Lê ev rêzikên em dikara wan dikin gelek sereta û tevlîhevin.

Gelê Kurd kû yek ji pêkhateyên bingehîn yên vê xaka pîroz ya Mezopotamyayêne, bi demê re xwe pêşxistine û berhemên wêjeyî yên destpêka dîroka mirovahiyê nivîsandine. Berhemên mîna; “Îlahiyata Huriyan-Neşaş weşpeş, Gilgamêş” nîşaneyên vê rastiyêne.

Minak; bêjeya "ga" kû îro jî Kurd wê bikartînin, hêj di wan deman de di wateyên weke "hêzbûn", "mêrbûn", "girbûnê" de têt bikaranîn. Gotina "gilgamêş" jî ji wir têt, ji wê hatiye afirandin.

3.Dema Gotî û Mîtaniyan û Girîngiya Şahmaranê

Dema Gotî û Mîtanîyan ne tenê ji aliyê xwe rêveberînê ve mezin dibe, bi demê re bi aqilê xwe yê kû di afirêne re jî derdikeve hola dîrokê. Di wan deman de Ola Êzdîtiyê çêbûye. Şahmaran, bi awayê olek kû di demek bi vî rengî de derkeve û dijî, awa û şekil distîne û mezin dibe û bandora xwe dide nîşandan. Malbatî, li ser bingehê xwe yê pir mezin dirûnê. Hin bi hin, her bûyerên kû di qewimin, bi devkî têne gotin. Di civatên kû di wan de bihev re di rûniştin de ew vegotin bi zimanekî xweş tên pêşkêşkirin.

Jiyana wêjeyî bi wî awayî bi civatan destpê dike û hêdî hêdî rêk dikeve û belav dibe. Ev di bîrkana civaka Kurd de pir kûr bi cihbûye. Hebûna wêneyê “Şahmaran”ê di hemû mal û perestgehên Kurdan de bandorek pir vekirî ya vê rastiyê ye. Bi cihkirina vî wêneyî di mal de pîroz tê dîtin.

Nivîsên wan çerxan li ser kêvalbar û eyarên sewalan bû. Eyar (post) pêvajoya piştre pir têne karanîn. Ji xwe wek em dizanîn “Zenda Awesta” jî li ser van eyaran (post) hatibû nivîsandin. Hêjayê gotinê ye kû hêjta gelek herêmên girêdayî şaristanî û cihwarên pêşiyên Kurdan nehatine lêkolînkirin û dibe kû bi sedan berhemên din yên mîna “îlahiyata Hurîyan” yên li ser tabletan nivîsî hebin û dîroka wan hêj kevintir be. Gelek yên hatine dîtin jî, bizanebûn nayên belîkirin. Ji ber ev agahiyên ji şûnwaran derdikevin di astek wusan dene kû dîroka cîhanê hem di guherin û hem jî ronîtir dikin.

12 WÊJEYA KURDÎ

Demek din ya zêrîn ya wêjeya Kurdî dema împaratoriya Medyayê ye. Şahberhema “Zenda Awesta” weke berhemek dîroka wêjeyê ya herî mezin û bihêz hate nivîsandin. Hizrên Zerdeşt bi wêjeyek pir spehî û bihêz hatin darêjandina nav peyv û hevokan. Dîsan di heman deman de helbestvanek Kurd yê bi navê Bodraboz derketiye û helbestek ya wî ya ji salên 330 an ji berê zayînê ve nivîsî, heye. Dibe kû gelek berhemên din yên vî helbestvanî hebin, lê bi hatina îslamê re ew jî mîna berhemên din yên Kurdî hatine jinavbirin û tenê niha ev helbest maye. Divê em ji bîr nekin kû ev berhemên kû em dikara wan dikin heta ji aliyê Kurdan bi xwe ve neyêne lêkolîn û analîzkirin, wê gelek tişt di tarîtiyê de bimînin, rastî û hêza rasteqîn ya ziman û wêjeya Kurdî dernakeve holê. Ji berkû gelek ji van berheman ji aliyê biyaniyan ve hatine wergêrandin û analîzkirin. Vê jî rê ji gelek çewtiyên zimanzanî, hevoksazî û watesaziyê re vekiriye.

4.Dema Hatina Îslamiyetê

Hatina Îslamê ya nava xaka Kurdistanê bi awayek bi xwîn çêbûye. Zerdeştiyan û baweriyên din yên ji berê Îslamê hebûn, bi hesanî serê xwe li ber artêşên Îslamê netewandine. Di parastina bawerî, ol, ziman, çand û exlaqê xwe de di nava berxwedanek gelk bi heybet de bûn. Di encama vê berxwedana xwe parastinê de, qetlîamên gelek mezin li ser Kurdan, Farisan, Xiristiyanan, Musewiyan û hwd hate meşandin. Berhemên wêjeyî, pirtûkên pîroz, belgeyên li ser eyaran hatine nivîsandin û hwd hemû hatin şewitandin. Cihên baweriyan, perestgeh, navendên perwerdê, pirtûkxane û hwd hatin şêlandin û hilweşandin. Hema bêje her tiştê girêdayî raborî û nasnameya Kurdî, Zerdeştî û baweriyên din hatin xirabkirin û qirkirin. Sedema vê ya bingehîn jî îslama kû hate Kurdistanê ne li ser bingehê belavkirina baweriya olê îslamê bi awayek aştiyane bû, lê ji bo talan, şêlandin, dagirî û belavkirina çanda Ereban bû. Qirkirinên deşta Şarezûr, yên li ber sûrên Amedê û hwd ji ber vê çendê bûn. Di aliyê wêje, ziman, çand û nasname de Kurd ketin nava pêvajoyek zor û bê dahatû. Her tiştê kû musulmantî û Erebtiyê negirtiba nava xwe, bi awayek gelek tund hate jinavbirin.

Hatina îslamê bi xwe re nifşek nû û cuda di xaknîgariya Kurdistanê de peyda kir. Li gel kû ev nifşê em dikara wan dikin mirovên xwendevanin jî, lê ev xwendina wan êdî bi zimanê Erebiye. Gelek berhemên piştî hatina îslamê hemû bi tîpên Erebî hatine nivîsîn û bandora wêjeya Erebî bi firehî tê dîtin. Gelek kesên Kurd ji berkû bi Erebî nivîsandine, hêj heta niha weke Ereb tên nasîn di nava wêje û dîroka Cîhanê de. Ev bandor çiqas li herêmên çiyayî sinordar be jî, lê li nava bajaran gelek bi çirî hatiye jiyankirin. Kesayetên mîna Weysel Qeranî kû eslê xwe Kurde, ji bo vê pêşengiyek mezin kirine. Kesayetên mîna Bawê Hanîfê Dînwerî, Şahabeddîn Suhrewerdî, Baba Tahirê Uryan û hwd hem wêjevanin, hem jî oldarin. Di wêjeya wan de gelek mijarên fîlozofî hene û bandorek gelek mezin li ser derdora xwe û bi taybet civaka Kurdan kirine.

13 WÊJEYA KURDÎ

Êdî li Kurdistanê çanda Şêxitî destpê dike. Şêxitî, wekû saziya serokatiya olî xwe dide pêş. Aliyê wê yê wêjeyî jî bi awayê “Qesîde” derbazî nava wêjaya Kurdî dibe. Ev nasnameya wane. Binareta qesîdan olîne; lê aliyên xwe yên wêjeyî jî hene. Bo nimûne; wêjevanê Kurd Bawe Tahirê Uryan yek ji van kesane wêjeyek bi vî awayî xurt û bihêz afirandiye.

Bêgoman hemû kesayetên piştî hatina îslamiyetê derketin nava Kurdan, bi temamî neketine dibin vê bandorê de. Bi taybetî kesayetên herêma Botanê yên mîna; Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û hwd heta dawî hewldane xwe ji vê dagiriya çandî rizgar bikin û zimanê Kurdî biparêzin. “Nûbihara Biçûkan” ya Ehmedê Xanî bersivek mezine li beramberê vê bişavtinê.

Bi hatina îslamê re hinek mîrektî û dewletên weke Merwaniyan jî derketin holê. Ev mîrektiyên bi awayên rêveberiyên xweser derfetê pêşxistin û afirandkariya wêjeya Kurdî jî bi xwe re peyda kir. Bi avabûna Merwaniyan, Eyûbiyan û hinek mîrektiyên din yên Kurd re, medrese û dersên ol û ziman jî li Kurdistanê pêşketin. Ji van deman û pêve hema bêje nifşek bihêz yê nivîskar û helbestvanan derdikevin. Van kesayetan ta radeyek gelek girîng çand û zimanê Kurdî zindî hiştin û nehêlane wunda bibe. Hinek ji van wêjevanên klasîkên Kurd evin: • Bawe Tahirê Uryanî; Oldar, wêjevan û zana. • Elî Herîrî; Oldar, wêjevan û zaneyê olî. • Bawê Hanîfê Dînwerî; Oldar, wêjevan û hekîmê başkirinê. • Babek. • Cefer Quliyê Zengilî. • Mêciyê Majahî; Oldar û filosofê olê, zimanzan û wêjevan. • Melayê Cizîrî Oldar; wêjevan, ramyar, helbestvan (qesîde). • Feqiyê Teyran; Oldar, ramyar, wêjevan, helbestvan û zanayê demê. • Ahmedê Xanî; Oldar, wêjevan, zana. • Îsmailê Bazîdî; Oldar, wêjavan, zana. • Teymîyê Haranî; Oldar, zana. • Mela Hisênê Bateyî; oldar, wêjevan û zana. • Nalî: Helbestvan.

14 WÊJEYA KURDÎ

B. Wêjeya Kurdî ya Modern:

Modernîzm û Wêjeya Kurdî

Modernîzmê xwe di sê qonaxan de nîşanî dunyayê daye û wêje jî dibin bandora wê de maye. Pêşveçûna teknîkê û hizra mirovên rewşenbîr nêrîneke cuda peydakir. Jiyanê xwe ji kirasê kevin rizgar kir û guherîneke nûjen ava kir. Navê vê nûjeniyê jî Modernîzme. Modernîzm sê qonaxe;

Qonaxa yekemîn, di sedsalên 15-16 an de destpê dike. Li Ewrupayê “Vejîn” çêbû. Bi gotina latînî Ronesans derket holê. Vejîn çi bû? Vejîn, guherîna hûner, wêje û teknîkê bû. Qalibên kevin êdî xwe neparastin. Di vê çarçovê de ol (dîn) jî xwe guherand. Çawa? Li Ewropayê dîn, dibin bandora dêrê de bû û kesî nikaribû pirtûkên dînî bixwîne! Dêrê nedihêla kesên xaçperest pirtûka xwe Încîlê bixwînin, sedema wê jî ew bû kû dêrê, dînê xiristiyanî û pirtûka Încîlê li gorî xwe şîrove kiribû. Dînê xirîstiyanî dibin nîrê dêrê de bû. Ji vê guherînê re bi latînî dibêjin “Reform.” Piştî kû ev guherîne çêbû, êdî li Ewrupayê çapxane derketin (Gutenberg), gel hişyar bû. Pirtûkên dînî çapbûn û vejînê destpê kir. Martin Luter mezhebek ava kir û di dînê xirîstiyanê de guherînan destpê kir. Qonaxa duyemîn, di sala 1789 an de bi şoreşa Fransayê destpê kir. Di gel vê şoreşê nasnameya netewî peydabû û daxwaza avakirina dewletên neteweyî derketin holê. Dîsa cûreyên nû yên wêjeyî peyda bûn. Fikra netewyetê seranserê cîhanê belav bû. Qonaxa siyem jî sedsalên 19-20 ye. Di vê qonaxê de hizra raya giştî (kamuoyu), azadbûna wêjeyê, mafên takekesî derdikevin pêşiya me. Di gel Şoreşa Pîşesaziyê (sanayi devrimi) jî êdî jiyanê kirasekê nû li xwe kir.

Bêgoman tiştên me li jor behskirî bi awayên cuda û di rêjeyên ciyewaz de vedana wan li Kurdistanê jî çêbûye. Serûbinbûnên civakî bi xwe re nûbûnan jî aniye holê. Qalibên kevin hatine rûxandin û hewldana afirandina rê, rêbaz û şêweyên nûtir hatiye meşandin.

Li gora piraniya lêkolîner û wêjevanên Kurd berhema modern ya yekem ya wêjeya Kurdî şanoya “Memê Alan” (1918) ya Ebdurrehîm Hekarî ye. Lê hinek ji nivîskar û rexnegirên wêjeya Kurdî di wê baweriyê dene kû helbesta Hacî Qadirê Koyî ya bi navê “ Xakî Cizîr û Botan” ji vê şanoyê kevintire û yekem berhema taybetmendiyên modernbûnê di nava xwe de digreye. Ji ber kû di vê helbestê de Koyî gelek mijarên ji hev cuda di naveroka helbestek de kom kiriye. Ya herî balkêş jî di vê helbestê de bi awayek pir vekirî rexne tê kirin û elementên polîtîkbûnê têde bi zêdehî heye. Di vê helbestê de Koyî civakê rexne dike, dikara qelsiya malmezin

15 WÊJEYA KURDÎ

û çîna serdest ya civaka Kurd dike, cahîliyet û dilreşiya wan tîne ziman û banga yêketiyê dike. Dibêje “ger em nebin yek, wê tofan bi serê me de bêt; ev ne tofanek mîna ya li serê Cûdiyê Muradan sekiniye.”Bi ter û hişk ve, hemû alî û taybetmendiyên Kurdan yên Koyî pê neraziye, rexne dike. Ji xwe rexne zarokek despêkê ya modernbûnêye û nûbûnê çêdike.

Di vê helbestê de Koyî nebes rexne li mijarên civakî û polîtîk dike, di heman demê de rexneyek wêjeyî jî dike û dibêje: “ Bi derketina rojname û kovaran re êdî tukes diravek jî bi qesîdeyek nade!” Ev pêşdîtina têkçona wêjeya kevne û rêvebûna ji bo pexşanê ye. Koyî dibîne kû êdî bi rêbaz û teknîkên klasik ev kar nameşe.

Lê wekî kû hûn jî dizanin ji aliyê hişmendiya polîtîk ve pêwîste nûjeniyeke din ya Koyî hebe. Şoreşa Frense ne tenê îdealên wek azadî, wekhevî û biratiyê derxistiye pêş, her wiha fikra netewetiyê, mafê welatî û mirovan, avakirina netewe- dewletekê jî teşwîq kiriye, pêwîste ev reng di Koyî de jî hebe. Em lê dinerin ew jî heye. Ji ber kû di cihekê vê helbestê de Koyî bi dengekî hêrsbûyî dibêje kû Bulxar û Sirb û Yewnan hem Ermen û Qeredax, ev her pênc miletê kû ne bi qasî Babanin, îro tev serbixwene û sahibê artêş, rayet û her tiştîne. Em çima niha ne wisanin? Ka ew demên kû Kurd azad û serbixwe bûn? De rabin pê û ji vê tembeliyê xwe xelas bikin! Hişmendiya wî ya polîtîk jî moderne.

Ger em dîroka vê helbestê (1881) weke destpêka wêjeya Kurdî ya modern bigrin dest, tam dibe 17 sal beriya derketina rojnameya Kurdistan. Ebdurrehîm Rehmî Hekarî/Memê Alan

Miştbûna mijarê ji gelek fikir û ramanan, di şanoya yekem ya Kurdî Memê Alan (1918) de jî heye. Mijara vê piyesa du perdeyî eve: Ji bo parastina Qudsê Siltan Selaheddîn senceq vekiriye, dê mîrê Hekarî jî tevlî vê xezayê bibe, lewma cewab şandiye ji derdorê re. Memoyê kurê Çavreşê, biryar daye kû biçe vî şerê pîroz. Perda yekem vê biryarê qiset dike, ya duyem jî vegera Memo ji şer û trajediya kû ji şaşfêmkirinê diqewimeye. Di perdeya yekem de dema Memo destûr ji diya xwe dixwaze, diya wî li şûna kû bi bêje “kurê min neçe, ez bi serê te me û tu hê zavayê heftêyekêyî, me tenê nehêle,” wiha dibêje: “Kurê min, di riya dînê xwe û di riya welatê xwe de eger ez te helal nekim, Xwedê jî min helal nake. Eger tu îro neçî, sibê dijmin dê bêtin. Min tû ji bo rojekê weha xwedan kirî. Ger tû wî cihî ji bo dîn û welatê xwe bigirî, navê Kurdîtiyê, Kurmancîtiyê belav bikî, min şîrê xwe helal kiriye”.

Di vê berhemê de jî gelek mijar hene kû naveroka berhem gelek tevlîhev dikin. Fikrên netewiyetê kû nivîskar ji devê qehremanek yê serdema Seleheddîn Eyûbî ve dibêje, -di wan deman de fikra netewbûnê hêj derneketiye- û hwd nivîskar di mijarek pir hindik de sergotarên zêde xisitiye nav de. Heman tişt di berhema jêr ya Cegerxwîn de jî heye.

16 WÊJEYA KURDÎ

Cegerxwîn/Cîm û Gulperî

Ger we Cîm û Gulperî ya seydayê Cegerxwîn xwendibe, we niha ferqkiriye metneke gelek zar-şirîne. Lê Seydayê Cegerxwîn jî ew kiriye keşkûlek û her tiştî tê de bi cî kiriye: Bêtifaqiya Kurdan, belengazî, koçberî, talankirina eserên dîrokî, adetên paşverû, evîndariya dotmam û pismaman, parodiyên kû digihîjin çîrokên gelêrî (wek Siyabend û Xecê), li hember zordariyê, şer û xîret hwd. Cegerxwîn van yekan bi riya evîna Cîm û Gulperiyê qiset dike, ji zaroktiyê heya azebiyê! Bi ger û geştên van her du cîranên dixwaze ji civata Kurdan panaromayek li ber me dayne. Bi gera wan ya Lubnanê destnîşan dike ka Kurd çi qas belavî her derê dinyayê bûne; bi gera çiya hem xweşikbûna sirûşta Kurdistanê û hem kavilbûna avahiyên wê yên dîrokî û hem jî şahidbûna bêtalihiya evîndarên vê serdemê kû di rewş û tentêla Siyabend û Xecê dene; bi çûna sînemayê li hember zilmê desthilanîneke şoreşger; bi gera Amedê, pêşbaziya hespan û mêrxasiya ciwanên Kurd hwd nîşan dide. Dide, lê bi awayekî gelek grotesk û ecêb, kû mirov ji nav hev dernaxe ev metin çiye û ji bo çi hatiye nivîsîn! Lê ji metnê diyar dibe kû ji bo gelek mebestan hatiye nivîsîn… Lê Seyda çîrokê ji vê çarçovê derdixe, dike nav çarçoveyeke din. Tu lê dinêrî qodên çîrokê tev berbi wateyên temsîlî ve şemitîne. Ji ber kû Gulperî, di dawiya çîrokê de êdî ne qîza cîrane, welatê dîlketiye û yên kû dîtina Cîm lê qedexekirine û jiyanê lê kirine dojeh jî ne malbata wê ye, “dijmin” in. Ji xwe di dawiya çîrokê de ji devê Gulperî bixwe ev peyv derdikeve: “Bê kuştin û yekîtî tû min ji nav lepên dijminan dernaxî!”.

Di wêjeya modern ya Kurdî de bi navê “Nifşê Hawarê” desteyek mezin ya nivîskar û wêjevanan derketine û berhemên xwe weşandine. Hêjayê gotinê ye di vê kovarê de rêbaza çîrokan pir berfireh hatiye karanîn. Dibe kû navê kesayetên di vê kovarê de berhem weşandine ne gengaz be mirov bîne ziman, lê ya girîng ewe kû bi vî nifşî re modernbûnek geş ketiye nava rûpelên wêjeya Kurdî. Çîrokên bi mijarên cuda cuda, teknîk û rêbazên balkêş, afirandin û şîroveyên gelek ciyewaz di van berheman de xwe dane der. Mirov nikare van berheman hemûyan raxe berçav û di mijarekê de lê hûrkolînê bike. Gelek çîrokên mîna; “Dildiziya Gulekê”, “Li Ber Tevna Mehfûrê”, “Gulê”, “Hevîna Perîxanê”, “Li Goristaneke Amedê” û hwd din divê bêne analîzkirin, lêkolîn û şîrovekirin. Hebûna naverokek bi vî awayî berbelav û fireh, êxistina gelek elementan ya di heman sojeyê de, ser re avêtina ji mijarekê bo mijarek din û hwd li rasta rexnedaran hatiye û ji pir milan ve renxekirine.

Bêgoman nebes çîrok, ceribandin û helbest jî di nava berhemên van wêjevan û nivîskaran de hebû. Gelek kesan van berhemên xwe yên di vê kovarê de piştre weke dîwan çapkirine anjî ji wan re hatine çapkirin. Li seranserê Kurdistanê ji zaravayên cuda yên Kurdî hest, helbest û zargotinî bi saya vê kovarê gihane hev. Ev bi demêre bû boneyek ji bo gav û xebatên pêşkeftîtir. Piştî vê, derketina kovarên

17 WÊJEYA KURDÎ

Kurdî lez distîne, li beşên cuda yên Kurdistanê bi navê cihêreng kovarên nû derdikevin. Ev qadek baş ya ragihandinê di nava rewşenbîr û wêjevanan de jî pêktîne.

Armanca Hawarê wuha hatiye ziman: Belavkirina alfabeya Kurdî, berhevkirina zarên Kurdî, berhevkirina çîrok û çîvanokên Kurdî, stranên Kurdî, senifandina dîwanên Kurdî û jînenîgariya şair û mirovên bijarte, tesbîtkirina reqs û qeydên Kurdî, senifandina hatinên Kurdistanê û dîrok û erdnîgarî.

Ji vane jî em têdigihin kû hemû mijar politîkin. Bê goman rewşa civaka Kurd ya siyasî hêlaye gelek caran wêjevanên Kurd jî ji wêjeyê zêdetir bi mijarên politîk ve xerîk bibin; ango ji wêjevaniyê zêdetir bikarên rewşenbîrî re mijûlbûne. Ya rastî hinek caran ev bûye sedem kû tama di berheman de ji dest biçe û bala xwendevan nekêşe. Di romanên Kurdî de jî ev tişt vekirî tê berçav.

Bi destpêkirina sedsala 20. re, di wêjeya Kurdî de jî werçerxan û gavên gelek mezin rûdan. Serhildanên Kurdan yê ji sedsala 18 an ve li dijî Osmaniyan destpêkiribûn, bi xwe re hişyariyek mezin jî avakiribûn. Têkçona van serhildanan bi xwe re êşên mezin peydakirin û di wêjeya sedsalên 19 û 20 de em di gelek berheman de li rasta van derd, kul û êşên Kurdan tên. Li Bakur Cegerxwîn, Qedrî Can, li rojava Osman Sebrî, li başûr Pîremêrd, Goran, Bêkes, Hejar, Dildar û hwd mora xwe li sedsala 20 an dane. Piştî bi destve anîna bajarê Silêmaniyê, di nava 200 salan de herêma herî zêde dihûnerê helbest de pêşketîn, aliyê Soran û zaravayê Soraniye. Bi hezaran helbest û berhem hatine afirandin û weşandin.

Mirov dikare mîna yekem romana Kurdî ya modern romana Erebê Şemo ya bi navê “Şivanê Kurd” bide dest nîşankirin. Ev roman bi Kirîlî hatiye nivîsandin. Bêgoman divê mirov ti carî hêz û pêşketina wêjeya Kurd ya Sovyetê û ya ji derveyê welat paşçav neke. Bi taybet li sovyeta kevn gelek berhemên binirx û wêjevanên zîq û zîrek derketine. Erebê Şemo, Casimê Celîl, Ezîzê Silo, Yusufê Aqindov, Şekroyê Xudo, Heciyê Cindî, Celîlê Celîl, Ekserê Boyik, Karlanê Çaçan, Tosînê Reid, Wezirê Eşo, Emerîkê Serdar, Xelîlê Çaçan, Temurê Xelîl û hwd hinek ji van kesayetanin.

18 WÊJEYA KURDÎ

Beşa 2 WÊJEVANÊN KURD

19 WÊJEYA KURDÎ

1- Baba Tahirê Hemedanî (Uryan) (937-1010)

Aramgeha Baba Tahir, li Hemedanê.

Baba Tahirê Uryanî yê Hemedanî di navbera salên 937 û 1010′an de jiyan bûye. Ew bi Baba Tahirê Uryanî yê Hemedanî tê naskirin. Ji ber kû ew ji maqûlên ola “Ehlê heq”ê (yarsan) bû, digotinê Baban kû hevwateya peyva “pîr”e ya kû ji bo rêberên olî dihat bikaranîn. Wî bawerî bi sofîzmê hebû û ji ber hindê jî navê Uryanî yanî “rûtî” li xwe kiribû. Ew li Hemedanê ji dayik bûye û her li wê derê jî miriye. Wî bi zaraveyê Lorî nivîsiye, lê goranî jî dizanî û wî carna di helbestên xwe de goranî jî tevlî zaraveyê xwe kiriye. Diyar dibe kû wî helbestên xwe ji bo Yarsaniyan nivîsîne û li cem wan wekî sirûd û stran dihatin gotin. Destnivîsên Baba Tahir ya dubetiyên wî di arşîvên cîhanî de hebûn û hindek rojhilatnasan ew di sedsala 19 û 20′an de bi wergera wê bo zimanên xwe yên mîna İngilîzî, Frensî û Elmanî weşandibûn.

Di nasnavê wî de Baba nîşana yarsaniyane. Ji ber kû yarisanan ji mezinên xwe yên ayînî re dibêjin “Baba”, “Bawa” yan jî “Pîr”. Hindek serçawe dibêjin “Serencam Name” (pirtûka ayînî ya yarisanan) bi destê Baba Tahir hatiye nivîsîn. Baba Tahir bi salan li Hemedanê de dijî û mala wî ya herî dawî, ango gorgeha wî, di meydanek (bi navê Meydana Baba Tahir) de li bakûrê bajarê Hemedanê ye.

Baba Tahirê Uryan, xwediyê berhemên destpêkê yên wêjeya nivîskî ya Îranê tê zanîn, bandor li gelek şaîr û helbestvanên Kurd û Îranî kiriye. Hema bêje, 50 sal berî Xeyam, 100 sal berî Şêx Adî yê Hekarî, 150 sal berî Nizamiyê Gencewî, 200 sal berî Seidiyê Şîrazî, 250 sal berî Mewlana, 400 sal berî Mele Camî, 600 sal berî Meleyê Cizirî û Feqiyê Teyran û 700 sal berî Ehmedê Xanî jiyan bûye.

Dema kû şaîrê Îranî Firdewsî (Firdevsî) Şahnameya xwe nivîsiye, Baba Tahir jî behsa mirovhezî û evînê kiriye. Firdewsî pesnên serayê daye, behsa mêrxasiya desthilatdaran kiriye, lê Baba Tahir nirxên gel û hêjabûna mirovan derxistiye pêş.

20 WÊJEYA KURDÎ

Bi gotina “Ez bi mûmê li mirovan digerim” bal kişandiye ser rewşa mirovahiyê û xirabkariyên serdemê.

Bêguman gelek helbestvanên Kurd yên hevçerx û hevdemê Baba Tahir hene kû bi Kurdî nivîsîne. Wekî Fatme Lore kû hezkirî û dilketiya Baba Tahire, dîsa Behlûlê Mahî yan jî Behlûlê Zana, Şa Xwêşin û gelek helbestvanên din kû wekî Yar û yawerên Şa Xweşin û Behlûl têne nasîn. Ew pêşengên bawerî û dînê Yarsaniya ne, lewra wekî “Bab” têne bi navkirin.

Helbest û honraweyên Baba Tahir bêhtir çarîne û wek stiranan dihatin bikaranîn. Îro jî rojhelatzan van helbestên wî bi pehlewiyan ve girê didin. Mixabin heta îro helbestên wî yên bi Kurdî wek helbestên bi Farsî, Lorî yan têkilek ji Farsî- Lorî û Kurdî hatine naskirin. Belê ev ne raste; ji ber kû heta niha gelek helbestvan û hozanvanên Kurd, Azerî, Gîlek, Mazenî û hwd bûne kû bi zimanê Farsî helbestvanî kirine lêbelê heta niha yek helbestvanê Fars jî nebûye kû helbest û honraweyên xwe têkilaw bi Kurdî bike yan bi Kurdî honraweyên xwe binivîse.

Baba Tahirê Uryan, bi xwe Kurde û yek ji pêşeng û bawermendên ola yarsanî û Kakeyiyane.

Piraniya helbestên baba Tahirê Hemedanî li ser evînêne. Li ser Xwudênasiyê jî helbest nivîsîne lê helbestên wî yên evînî zêdetir di nava gel de bi cih bûne.

Hinek çarînên Baba Tahirê Hemedanî yên evînî:

Roj ji şevê, şev ji rojê bedtire Siûda min bed û zîr û zebere Ji te dûr im, nalîna min şev û roj Ji ya sefîlan jî bê fêdetire ...... Tu ji min dûrî, dilê min ji min dûr Hemû hewesê dinyayê ji min dûr Bi canê dilberê kû l'herdû alem Ji xeynî dilberam, her tişt ji min dûr ...... Kû tên bîra min rojên bihurîne Hêstir ji çavêm ji xwe diherike Ez ji wê di tirsim li vê dewranê Kû emrê min li xerîbiyê biçe ......

21 WÊJEYA KURDÎ

Dilêm tenge nizanim sebirkirin Ji diltengî bûme razî bi mirin Ji fedya rûyê te ez bi hîcabim Nizanim erzihalim bi te kirin ...... Ezîzan, ji xem û derd û cudayî Çavê min de nemaye roşenayî Ez girtiyê dafa xurbet û derdim Ne yar û hemdem û ne aşînayî ...... Adeta çerxa felekê her eve Kû herdem çavan bi xwê tijî dike Demadem zêde dike derd û axan Gav bi gav, hêstirên min lehî dike

...... Di hêlîna xwe de dije herkes, lê Ez li vê wêranê teyrê bêper ...... Laleyên ser çiyayê min tu yî yar Binefşên cokenarê min tu yî yar Laleyên çiyayan yek hefteyîne Hêviya hemû rojê min tu yî yar ...... Wax li wê rojê kû biçim gora teng Birijînin ser serê min ax û seng Ne ling hebin ez ji maran birevim Ne dest hebin b'mûriyan re bikim ceng ...... Felek te ez perîşan kirim axir Te ez dûr ji gulîzar kirim axir Te ez li nav texta tewlê rûnandim Û b'şeş û penc, te'z wêran kirim axir ......

22 WÊJEYA KURDÎ

Qeder herdem guhê min de dibêje Kû ev derdê dilê te bê îlace Ger tu cewherbî jî bêkirîdarî Ji bona kû ruhê te bêrewace ...... Were ey dil, were bibe paşîman Neke karê tu jê bibî paşîman Yek du rojan em bi bêkamî bijîn Heta roja kû em biçinin gulan ...... Dilê aşiq bi peyamkê têr dibe Kesê mexmûr bi qedehkê têr dibe Min re keyfiyeta çavên te bese Qenaatkar bi behîvkê têr dibe

...... Şevam tarî û rojam tarîtire Bextê perîşanêm, zîr û zebere Ji mûjankê yarê, min tîrekê xwar Kû êşa wê, dem bi dem tazetire ...... Her ew kû aşiqê ji can natirse Aşiq ji zencîr û zindan natirse Dilê aşiq weke gurê birçî ye Kû ew ji heyheya şivan natirse

......

Du keziyên te li ber ruwê tene, Gul û simbil li cem te bi hev re ne; Dema tu keziyên xwe belav dikî, Bi hemû mûyên wan dil bi dar de ne.

Tu kû qamnazenîn û dilrubayî, Tu kû bêyî kilê çav bi kilayî;

23 WÊJEYA KURDÎ

Tu kû xwedyê du keziyên siyayî Çer dipirsî kû çima awarayî.

Eger derdê min yek bûya çi dibû; Ger xema min hindik bûya çi dibû; Li kêleka min hebîb yan tebîbek, Ji herduyan yek hebûya çi dibû.

Evîndar ewe kû herdem bi bela be; Mîna Eyûb bi kurman mubtela be; Wekû Hesen binoşe tasa jehrê Mîna Huseyn şehîdê Kerbela be.

Min bikujî b‟zorê, tê j‟kê bitirsî? Biqewrînî b‟xorê, tê j‟kê bitirsî? Ez bi vî nîvdilî j‟kesî natirsim, Ey dilê du alem, tê j‟kê bitirsî?

DIL Û DILBER

Kû dil Dilber be, nexwe Dilber kiye? Eger Dilber dil be, navê dil çiye? Ez dil û Dilber tevlihev dibînim Nizanim kû dil kî û Dilber kiye?

Delal, her du çavên min qesra tene Nav du çavê min cihê piyên tene Ditirsim tu xafil gav bavêjî û Bi mijangê min biêşin piyên te ...... Dilê min ji derdê te daîm xemgîne Ez ji jana evîna te hêjar bûme nivîna min zemîne Tenê guneha min ewe kû ez ji te hez dikim Ji her kî re kû ji te hez bike wesa dikey bi rewş û hale wî?!

Meger şîr û pelengî ey dil ey dil? Be mû daîm bicengî ey dil ey dil

24 WÊJEYA KURDÎ

Eger destim fitî xûnit verîjim Bivînim ta çi rengî ey dil ey dil!

(Meger tu şêr û pilingî ey dilo ey dilo? Bi min re daîm bicengî ey dilo ey dilo Eger bikevî destê min, xwîna te verijînim Bibînim ka tu çi rengî ey dilo!)

Hezarit dil be xaret borde vîşe Hezaranit cigerxûn kerde vîşe Hezaran dax vîş, ez vîşim eşmer Henî neşmerde ez eşmerde vişe!

(Ez reşbextim kû bextê min vajî bûye Ez hêjarim kû rojgara min vajî bûye Ez bûme pûş û pilaxê çiyayê evînê Gazî ji destê dil kû hêvî dikim dil di nav xwîn de bixeniqe!)(Xwedê xenîmê dil bike!)

Nigarîna dil û cumin te dîrî Heme peyda û penhûnim te dîrî Nedûnim mû ke derd ez kê dîrim Hemî zûnim ke dermûnim te dîrî

(Dilberê! (Nîgarê!), dil û gîyana min bi destên tene Hemî kar û barên min jî her wesa Ez nizanim kû vî derdê evînê ji kû ve hatiye nav min Tenê dizanim kû dermanê vî derdê bi destê teye)

Dilî nazûk be sane şîşe‟em bî Eger ahî kişim endîşe‟em bî Sirişkim ger bûwe xûnîn eceb nîst Mû an darim ke der xûn rîşe‟em bî!

(Dilê min mîna şûşeye Heger ez gazî bikim û ax bikîşim,di nav dilê min de endêş û tirse Hêstirên min heger bûne xwînawî eceba niye Ez ew darim kû di nav xwîn de reh rîşe yên xwe hene!)

Ço mû yek sûte dil pervaneî ne Cehan ra hemço mû dîvaneî ne Heme marûn û mûrûn lane dîrin Menê bîçare ra vîraneî ne!

25 WÊJEYA KURDÎ

(Wek min ti perperikê dil şewitî nîne Di nav cîhan de dîniyekî wek min nîne Hemî maran û mûriyan hêlanên xwe hene Lê ji minê hêjar re wêraneyek jî nîne!)

Baba Tahir di warê şîret û metelokan de jî xwedî hêzeke taybet bû. Di her alî jiyanê de giraniyek xwe ya bê dawî heye; ji ber Baba Tahir di her berhem yan jî axiftineke xwe de bi berpirsyarî nêzîkê civakê bûye, her berhemek girêdana xwe bi şêweyekê jiyana civakê ve heye û di nava berhemên wî de şîret ji bo jiyanê û rewşa civakê û diheman demê de ev şîretên wî bi felsefê dagirtine. Hin ji şîretên wî wuhane:

- Kesên kû nezaniyê ew kuştine, qet nejiyane. - Kesên zikrê ew kuş+tine, qet nemirine û namirin jî. - Ji destê cahiliyê, bi zû bireve, çawa kû ji destê dijminên har û ji lawiran direvî. - Cahilî, qonaxeke reş û nexweşe. - Nezanîn kêmasiyeke, hînnebûn, dubarekirina kêmasiyêye. - Mezintirîn guneh, ewe kû mirov hejêkirina (hezkirin) xwe veşêre û jêre nebêje.

Baba Tahirê Hemedanî li ser ol û felsefeya Yarsaniyan jî gelek helbest nivîsîne. Her çiqas berhemên wî yên bi Kurdî hatibine qedexekirin jî, lê em çend nimûneyan bêxîn ber çavên xwendevanên xwe:

Hem derdê min, hem dermanê min ji dost Hem wesla min, hem hîcrana min ji dost Eger qesab çermê min ji beden ke Tu dem venaqete canê min ji dost ......

Te zêdetir (mişetir) ji hezaran dil be tarran (xaret) birin Ji hezaran jî mişetir ciger te xwîn kirin Hezaran dax zêdetir (mişetir), min zêdetir jî hejmart Hêjî nejimartî ji ejmartî zêdetirin!

Sîye bextim ke bextim sernigûnbî Tûwe rûjim ke rûjim vajgûnbî Şûdim xar û xesê kûhê mûhebbet Zê destê dil ke ya reb xerqi xûn bî!

Helbesta wî bi dildariya xwuda û afrînerî tejiye û bi pesindana ciwaniyê kû belge ye li ser hebûn û yekbûna afirînerî, xudêyî mişte. Li ser girêdana xwe ya bi xwuda re wuha dide diyarkirin:

26 WÊJEYA KURDÎ

Bedana min derdkêşe ey Îlahî Dilê min hesretkêşe ey Îlahî Ji şewqa war û derdê xerîbiyê Agir singê min diêşe ey Îlahî

Xûdawenda! kê bûşim ba kê bûşim? Mije pir eşqê xûnîn ta kê bûşim? Hemem kez der biranin sû te ayim To kem ez der biranî va kê bûşim?!

(Xwedê! bi kî bêjim, bi kî bêjim? Mijang pir hêstirên xwînî, ta kengê bêjim? Demek kû mirov min ji der dixin, ez têm bi warê te Heger tu jî min ji xwe der bixî, ez bi kî gazî bikim û bêjim?!)

Dilim ez derdê te daîm xemîne Be balîn xiştim û bester zemîne Hemîn cûrmim kê mû te dost dîrim Zi her ket dost dire halîne?!

Baba Tahirê Hemedanî di wê demê de, li ser Jîngehê (Ekolojîyê) jî hinek berhem nivîsîne, hizra hemû aliyên jiyanê pêşkêşê civakê kiriye û weke afrênerekê fikrî bûye xwedî hebûn di nava wêjeya Kurdî û ola Yarsaniyan de.

Zaricem dî werayî mûrc edxwerd Mûrcan du destî we Xweda derd Negehan bamed an bazûdarî Zariciş kûşt û mûran zaric edxwerd Dallê ce Elwend kohan kerd perwaz Baziş bikûşt û xûniş pak vaxwerd Bamed neçîrevan derdîn û dayîn Be wekdiş tîr û dall ej kar baderd “Bişe neçîrevan destit û ça dest Çi înet bedkere ej kar baderd” “Be name neşê îne wed ke min kerd Be min her an keran her wed ke min kerd!”)) ...... (Min kewek dît kû mûrî dixward Mûran du destên xwe da ber Xwedê

27 WÊJEYA KURDÎ

Wêgavê bazek hat Kew kuşt û vêga mûran kew dixward Şahînek (dalek) ji çiyayên Elwend firî Wî baz kuşt û xwîna wî jî vexward Nêçîrvanê bêpîyare û rehm hat Tîrek ji dal re da û wî kuşt [Mûran got:] “Biçe nêçîrvan, destê te ne êşe! Çimku te wî bedker kuşt! [Nêçîrvan got:] “Ev kar kû min kir nabe nîşana mezinahiya min, Yê bi min jî her wusa bikin ya kû min (bi dal re) kir!”

Helbesta li jor gelek balkêşe. Pir tiştên felsefî û teknîkên wêjeyî di nava xwe de digre. Ya yekem; helbest ji dîyaloga di navbera teba û mirovan de pêktê. Di helbestê de teba li gel nêçîrvan diaxivin. Ev belkî mînakek destpêkê ya rêbaza “fable” ya di dîroka wêjevantiya nivîskî bi taybet ya helbestvanî de ye. Ya duyem; bi awayek gelek vekirî sîstema fikrên diyalektîkî û dualîteyê hatiye hûnandin di vê helbestê de. Qanûna xwezayê ya “kî bihêz be, ew jiyan dibe” tê dîtin. Lê di dawiya helbestê de Baba Tahir ji devê nêçîrvan dide diyarkirin kû ev qanûnek nebaşe û ne sedemê edalet û wekheviyê ye. Ya sêyem; dema nêçîrvan dibêje: “Ev karê kû min kir nabe nîşana mezinahiya min, yê bi min jî her wusa bikin ya kû min (bi dal re) kir!” de diyar dibe kû felsefeya Yarsanî (Yaristanî) kû baweriya Kakeyiyane, ew li dijî kuştina tebayane. Yarsanî felsefeyeke kû çavkaniya xwe ji Zerdeştî digre û çiqek girîng yê domdariya baweriya Zerdeştiye. Jixwe weke tê zanîn, cehweriya vê felsefê de parastina jîngehê û tebayan heye. Ev bandora felsefeya civaka Kurd ya kevnar di bîrkana Baba Tahir de ji nû ve vejiyaye û weke yekem helbestvanê kû ekolojiyê hosa bi firehî girtiye dest jî dikare ew bêt pênasekirin.

28 WÊJEYA KURDÎ

Helsengandina zimanê çarîneyên Baba Tahir li gel Kurdî, Lorî û Farsî

Wûşeyê Kurdiya başûr Kurdiya bakûr Lorî Farsî Baba Tahir (kelhûrî, gerrûsî, lekî, (kurmancî) soranî) ez, mû min, mi Ez Mo men Te to, tû, tûwe Te To to eşmerdin eşmardin, jimardin Ejmartin Şumurdên şêmorden

Bûşim Bûşim Bêjim Begom bêgûyem dîr- dîr-, he-, hes- he- dar- dar- dost dîrî dost dîrî hez dike dust dare dust dared verîj- rij-, riş- verij- rîz- rîz- vîn- wîn-, bîn- bîn- bîn- bîn- Sîye sîye, reş Reş Sîya sîyah Rûj rûj, roj Roj Rûz rûz Bîn Bîn Bûn Bîdên bûden zûn- zan- zan- dûn- dan- Bûwe bûwe, bîye Bûye Bide bûde ed- e(d)-, di- di- (mê-) mî- mûran mûran exwerd mûran dixward mûrçel mûrçêha edxwerd (me)hûrden mîxordend Xweda Xweda, Xwa Xwedê Xoda Xoda Dall Dall Şahîn oqab, şahîn oqab, şahîn vaxwerd Hellxwerd Vexward Hûrd aşamîd neçîrevan neçîrewan/-van Nêçîrvan Şîkarger şêkarçî ej, ce ej, je, le, de ji, je Ê ez Wed wa, weha we, wesa Îtûr angûnê Bişe Biço Biçe Boro boro

29 WÊJEYA KURDÎ

Helsengandin li gel Hewramî, Kurmancî, Lorî û Farsî.

Wûşeyên Baba Tahir Hewramî Kurmanckî Lorî Farsî ez, mû min, ez (kevnar) mi (min), ez Mo men Te Tu to, ti, te To to eşmerdin Eşmerdey Hûmar şumurdên şêmorden Zaric Jereç Zaranc Kûk kebk Werayî Werayî (çîyê) werdişî Hûrak xorak Ce Ce Ci Ê ez verîj- rîj- riş- rîz- rîz- vîn- wîn-, vîn- vîn- bîn- bîn- Bişe Lû Şo Boro boro îne-ş bikûşt ey ney kişt îne-ş kûşt î kûşt-êş în ra koşt-eş

Berhemên Baba Tahirê Hemedanî:

Destnivîsên Baba Tahir ya dubetiyên wî di arşîvên cîhanî de hebûn (mîna Arşîva neteweyî li Parîsê). Ev destnivîs 175 dubeytin û ji aliyê Bexş Qulî Qerebaxî ve û li ser fermana Mehemed Paşayê Qaçarî li sala 1844-ê hatiye civandin. 600 dubeytî û 5 xezel û çend parçeyên din ji helbesta Baba Tahir di destnivîsa “Gulşen”ê de ya Mehemed Qazî kurê Mehemed Rezayê Mehcûrî di sala 1783-yê de hatine nivîsandin û ev destnivîs di arşîva Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî li Sant Petersburgê de ye.

Mamoste Rehmet Mucteba Mînewî li muzeya Qonyayê de hindek parçe destnivîsên Baba Tahirê Hemedanî kû şêweyê çarîne bi zimanekî kevnar hatine nivîsîn peyda kirine. Ev di mezargeha Celaleddînê Romî de hatiye dîtin û ev destnivîs li sala 1444-ê hatiye nivîsandin. Berhemên Baba Tahir wekî pirtûk ji aliyê Hisên Wehîd Destgurdî û bi pêşgotina Reşîd Yasemî û her wuha ji aliyê Mehemed kurê Îbrahîmî kû bi Xetîbê Wezîrî jî tê naskirin ve hatine belavkirin. Ev helbestane giştî bi zaravayê Kurdî yê kevnarin. Lê ev zarava bi rastî pireke di nav ziman û zaravayên Kurdî de û em dikarin bêjîn kû Hewramî, Soranî û Kurmanckî girê didine yek.

30 WÊJEYA KURDÎ

Baba Tahir gelek helbest û çarînên bi Farsî jî nivîsîne. Lê desthilatiya Îranê tenê helbestên wî yên farsî derdixe pêş û yên bi zimanê Kurdî hatî nivîsîn gelek hatine piştguh kirin û bûne sedemê wundabûnê jî.

Baba Tahir gelek ji wan helbestên xwe yên bi Kurdî nivîsîne kû piraniya wan tevî helbestên şaîrên din yên Kurd di pirtûka destnivîsa Serencamê de hatine tomarkirin. Lê hêjî rayedarên Îranî destûrê nadin kû bê çapkirin.

Dema mirov bala xwe dide jiyan û serpêhatiya Baba Tahirê Hemedanî, mirov dibîne kû serdestên Kurdan cudakarî xistine navbera helbestvanên Kurd û yên bi esil Kurd. Ji ber kû helbestên Baba Tahir yên bi Farisî hatine çapkirin û rê nadin kû yên bi Kurdî bêne çapkirin. Ev yek nîşan dide kû helwesta wan li dijî nasname û zimanê Kurdî bûye. Xwestine Kurdbûna Baba Tahir înkar bikin.

Bi vê yekê dixwaze bi tîrekî li du nîşanan bide. Hedefa yekem Kurdbûna Baba Tahir binixume û veşêre, ya duyem jî Baba Tahir paşçav bike.

31 WÊJEYA KURDÎ

2- Elî Herîrî (1009/10 - 1077/78)

Elî Herîrî (1009/10-1077/78) nivîskarekî klasîkê Kurde. Li gor rojhilatnas û Kurdologê Rûs Alexander Jaba Elî Herîrî di sala 400'î ya koçî (1009/1010'ê zayînê) de li gundê Herîrê kû girêdayî Şemzînanê ji dayîk bûye. Li gor Jaba, Elî Herîrî yek ji kevintirîn helbestvanên Kurde. Elî Herîrî bêgoman yek ji helbestvanên pêşî yê kurmaciye. Dîsa li gor heman jêderê Elî Herîrî di sala 470'yî ya hicrî de (kû teqabilî 1070'yê zayînî dike) rehma xwedê kiriye.

Ji bilî Jaba, gelek lêkolerên dîtir yên mîna; rojhilatnasê Frensewî Joyce Blau, rojhilatnasê Alman Albert Sosin û rojhilatnasê Rusî M.B. Rudenkov jî li ser jiyan û dîroka bûyîn û wefata wî nêrîn û agahiyên xwe nivîsîne. Evane hêjayê lêkolînê ne.

Em dişên bêjin kû pêşiya her tiştî Herîrî, kesek fîlozof û alim bû. Ji ber kû wekî tê zanîn ew kesek zor zana bûye. Dîsa wekî tê zanîn wî di helbestên xwe de evîna tesewufî û dunyewî bikaraniye.

Nivîsên wî bi tipên Erebî hatine nivîsîn, belê ziman Kurdî ye. Ji xwe zimanê wî sivike belê ewqas jî feylozofiye.

Zêdetir, wî bandoreke mezin li ser Edebiyata Medresê ya Kurdan kiriye û ew di Ekola Edebiyata Botanê de jî kesek gelek girînge. Bi taybet di zaravayê Kurmancî de weke pêşengê helbestê jî dikare bêt nirxandin. Zimanekê gelek sade û kurt bikaraniye. Li gora serdema xwe di pileyek bilinde ye û lûtkeya wêjevantiyê danaye. Di demek wusan de kû Kurdistan berbi dagirkeriya artêşên Îslamê ve diçe, pêlên bişavtina Erebî bi ser Kurdî de dihat, di bin navê ol de qetlîamên mezin li ser Zerdeştiyan (Kurd, Faris, û hwd ) dihatin, qirkirina çandî tam despêkiriye, di vê navberê de Elî Herîrî derketiye hola dîrokê û bi zimanek gelek sade û nazik zimanê Kurdî darijandiye hevok û rêzikên honandiyan, li ser vê re jî bi teknîk û rêbazên

32 WÊJEYA KURDÎ taybet girêdayî xwe helbest nivîsandine. Ev nebes tesedûfeke. Mirovên zana û ronakbîr ji xwe tam di rewşên awarte û kaotîk de derdikevin pêş û rola xwe dileyîzin. Derketin û bilindbûna Elî Herîrî ya di vê pêvajoyê de serhildanek cuda ye.

Ewên niha xudanê dewletan û şaristanyanin, ji ber kû karîne xudantiya çanda bav û kalên xwe bikin, pêşve çûyîne. Çiqas li wêje, dîrok û çanda xwe xudan derketibin, ewqas jî karîne pêşve biçin û bingehên bihêz yên nasname û jiyanek civakî avabikin. Di roja me ya îro de jî welat û neteweyên kû karîne li van nirxên xwe xudan derkevin, bihêztirîn û pêşketîtirîn civakin li ser rûyê erdê. Çawa kû dîrokê bi me daye nîşandan, eger miletek ji holê rabibe, sedema vê ya bingehîn ewe kû ew milet pêşî di aliyê çand û ziman de hatiye têkbirin û hilweşandin. Ji ber vê yekê, ger netewek nexwaze ji dîrokê rabe û wunda bibe, tişta destpêkê bike, xudanbûyîna li çand, ziman, wêje û dîroka xwe ye. Helbestvan, nûser û wêjevanên me beşek bingehîn yên van nirxên mene. Em niha li helbesta xwarê ya Elî Herîrî temaşe bikin:

Ger hûn bibînin narî eşq, Tenê li bom zarî diken, Herkes bizanît halê eşq Bi hîle dijwarî diken.

Bi halê eşq bexil bibûm Herdem di dem zelîl dibûm Bê rah û bê delîl dibûm Her kes bi xemxwarî diken.

Hûn bar mekin xemên di zor Li hesreta vardên di sor Çavê li reş bisk têne dor Enîya bi nûr tarî diken.

Enîya bi nûr zilf têne ser Rengîn dibin şems û qemer Reşmar ji perdanê neder Li erera yarî diken.

Xoş erera şimşa diket Tej min revand sebir û xîret Qahu medet, ahu medet Çeşman çi xûmarî diken:

33 WÊJEYA KURDÎ

Çavê li rojê bîne kom, Camê mey anî ji bom Emir kir lazim vexom Mestî ji min yarî diken.

Mest û şerab qendavê, Esîr û bendên vê şevê Ger vesfê yarê ez bibêm Hûn terkî hûşyarî diken.

Cot xumaran kirme def Tefsîr diken suney sedef Roj xemilîn her çar teref Bi miskê tar tarî diken

Huşim çûbûn mabûm di hom Her dem bi dem lew tên bicoş Mera qewî zewq û xuroş Bi şahî xundkarî diken

Bi şahî wan dan û kerem Xizmet diken Turk û Ecem Mirîdê eşqê dem li dem Li neqşê ceharê diken

Neqş û nîgarê navşan Dîwan û wesfet şawşan Hey hey li cotêt padşan Ecêb xoş serdarî diken

Serdarî şaha rewneqe Mue"cîza remzêt ebleqe Elîyo me bêje ehmeqe Li bazarê înkar diken

Wekî tê gotin, Elî Herîrî dîwanek meşûr hebûye, belê sed heyf û mixabin kes nizane kanê ew dîwana wî ya dikara wê têt kirin li kûderê ye!?

Li gora lêkoler İskender KAHRAMAN: Herçend bête gotin kû Herîrî şairê Kurdan yê pêşîne, ev gotin neraste.

Kurdnas Aleksander Jaba jî ewê îddîayê kiriye û dibêjît: “Êlî Herîrî Şairê Kurdan yê pêşîne.”

34 WÊJEYA KURDÎ

Em dikarin li beramberê wan angaştan (îddîayan) çend gotinan bi bêjîn û delîlan bidin nîşandan:

Yek: Em dizanin kû berî Herîrî bi navên Babe Rax û Behlûlê Mahî ( di sedsala 8‟an de ) du şair û helbestvanên Kurd hebûne.

Dû: Herî kêm bi navên Bassamê Kurdî ( S.s 9.) û Xalid Axa Zehar ( 905 – 974 ) du şair din jî têne zanîn.

Sê: Bi navê Evdilsamedê Babek ( 972-1020) şairek meşur hebûye.

Çar: Em dişên gelek paşve jî biçin dîrokên kevn: Pêş Mîladê sala 330 li ser navê Bodraboz şairek Kurd hebûye û destê me de helbestek wî bi zimanê Kurdî heye.

Bêgoman ev delîl û tiştên li jor hatine gotin divê bêne îspatkirin .

Dîwana Elî Herîrî bi hêsanî fam dibe û bi uslube. Helbestên wî nazik û rewan û bi evînîne. Pir kes helbest û gotinên wî ji ber dizanin. Xasma mele û feqî, di civat û civînan de, jê bi xwe jî dipeyîvin û pesnê wî didin.

Ger li ser Şêx Elî Herîrî lêkonîn û lêgerînek baş çêbe, wê pir tiştên tarî ronî bibin û wê tiştên balkêş derkevin . Wê rewşa welat yê wî demê jî ronî bike. Bê goman Elî Herîrî mirovek zanaye û derbarê jiyana civaka Kurd baş naskiriye û diyar kiriye. Ji malbata Elî Herîrî, gelek şêxên terîqetê rabûne. Bavê wî hem şêx hem mamostê medresê bûye. Şêx Herîrî xwendina xwe ya pêşî di medresa babê xwe de xwendiye. Herîrî di helbestên xwe de, navê Elî, Elîyo û Şêx Elî bi kar aniye. Bi qasî kû helbestên wî bi dest me ketine, di hemûyan de ji van hersê navan navek xebitandiye. Li nik me, wî wisa biryar girtiye da kû gava helbestek bi qaydê Herîrî hatibe nivisîn jî, lê bê yek ji van navan be, bêt zanîn kû berhemê wî ye; an jî bihêsanî em nikarin bibêjin ev helbesta wî ye.

TÊT

Dilê mehzûn kefaret bêt, ke em şeb taze mihman têt Be mizgînî beşaret bit, kemîhman canê canan têt Ke mîhman canê canane, le ser cavê me mihmane Be mala cumleê xane, ke şahê cumleê xan têt

Were ey şahidê şêrîn, ji eşqa te dil êxsîrin Be can menzilgehê mîrin, telebkarî ke sultan têt Telebkarin dil araîm, medîm yarin bû yî şaîm Le bejna 'er'erin daîm, sîyeh mar lê be colan têt

35 WÊJEYA KURDÎ

Sîyeh maran kire seyran, le cotê şubhetê cîran Ku xas û 'am bibûn heyran, le cîran 'enber efşan têt Du zulfên 'enber efşanin, du le'lên şekeristanin 'Eqîq û durr û mercanin, le hewzan abê heywan têt

'Ecêb bir ke mirarî tê, le sedde qewsê tarî tê Sîyeh pencên xumarî tê, ji mexmûran du eslan têt Ji mexmûran tu mexmûrî, be cî hişt 'eqreba jûrî Tewafa beytê me'hurî, le burcan xûn be sîran têt

Eqarib hat û bê hed hat, li wî birca zeberced hat Vi bila qewsê eswed hat, li talibey mahî taban têt. Li heyfa kewçerîn kamil, vi ehlan ranehiştin dil Û cumle dasefên sunbil, li hindavê gulistan têt.

Gulistana xûda riste, li çar etraf dilan xweste Binefş û nêrgiza meste, cinisrî leil û rîhan têt. Rayaxîn sûsin werdin, li Şêx Elîyê Xerîb ferdin Weristî ehmer û zerdin, hero sed car di efxan têt…(helbest didome)

ZİMANÊ WÎ BİKARANÎYÎ:

Di aliyê rêzbend (qafiye), ritim, diksyon (bi karanîna ziman de), pîvan û hwd de gelek pispore. Helbestên wî bi zimanek sade û fêmbare. Gelek elementên sirûştî daxistiye nava hestên xwe û xemlek gelek giranbiha daye berhema xwe. Di pênase, danasandin, wênekirin û mînandinê de pir zîreke. Peyvên weke: Gul, nêrgiz, sosin, sunbil, gulistan, heyva kewçêr, binefş û hwd elementên sirûştîne kû navborî bi awayek bêhemta li gel hest, rêzik û pîvanên berhema xwe guncandiye. Ev li gora serdemek nêzîk hezar sal ji berê niha tiştek ne ji rêzê ye. Ji bo vehandina berhemek hosa dewlemend, kêrhatin, jêhatin û zanînek di astek bilind de pêwîste. Elî Herîrî her ji wê demê ve xwe gihandiye van teknîk, rêbaz, afirandin û rêzbendiyan.

Li gel kû Elî mirovek ji eslê Şêxane û bi xwe jî şêxe, di medreseyan de xwendiye, lê dîsan jî di hêjmarek pir kêm de helbestên olî-îlahî tê dîtin; heta bêje di asta neyî de ye. Bi piranî li ser evînêne. Ev evîna wî tam Kurdewariye; ango bi berdewamî xweza, cuwanî û spehitiya hundurîn tev bi hev re girtiye dest û ji hev qut nekiriye. Ev rastî di stran, helbest, heyranok, payîzok û hwd yên Kurdî de tên dîtin. Cuwantiya bedenî bi cuwantiya xweza û elementên wê re hevwateye li nik Elî Herîrî. Ev bandorek ya ji civaka xwezayî û neolîtîk maye û di giyanê Kurdan de bi cihbûye. Mela û şêxan jî nekariye xwe ji vê bandora rasteqîn rizgar bikin. Ji ber vê jî bi domdarî Elî Herîrî yara xwe bi gul, sosin, binefş, heyv, nêrgiz û gelek tiştên

36 WÊJEYA KURDÎ din yên xwezayî re beramber dike, hevwate dike, mînandinê di afirîne, mecaza wê vedibêje û bi wî awayî wêneyek gelek xweşik yê şahjinek anjî hûrîzadeyek Kurd çêdike. Bêgoman ev kêrhatinek ne normal û ne hêsane.

Di pesindan û pênasê de xweyî hêzek mezin û qayîm ya li hevanînê ye Elî Herîrî. Hema bêje rêz û hevokên wî tejî berjeng, rengdêr û şibandine. Bandora zimanê Erebî jî di hinek hevokên wî de têne dîtin. Jixwe nêzîk çarsed salan bû Îslamiyet belav dibû û gihabû gelek beşên xaka Kurdistanê jî. Lê diyare vê zêde bandor li Herîrî nekiriye û bi tu awayî jî ji şêx, seyîd û melan bawer nekiriye. Di helbesta jêr de kû li ser nûnerên olî yên suxtekar nivîsiye, ev bi vekirî têt dîtin: Heçî şêx û mirîdin Kubêjin qet wenakim ez Eger ruhim dikin xaret Ji yaranra binuşim ez.

Bila saqî meyê bînit Ji yaranra binuşim ez Ji kerba cumle salûsan Derê kopan rewakim ez.

Heçî şemlek li ser pêça Û laçîk lifik jê berda Eger sîngî dinîv rakit Dibê sahib suwakim ez

Mekin bawer ji ser keska Eger şaşik ji nûrê bit Digel kezibê dibit kafir Dibêjin eslî pakim ez.

Ji ser kesra mekin bawer Di cehlêda dibin kafir Dibên ez şêxê safîme Bi carek qet çakim ez.

Heçî ser reş bibînin hûn Bi serî bi sewdayî nê wedikin Eger warî dikin daiwa Cuwabê dê edakim ez.

Di rastî de ev serhildaneke mezine li hemberê bikaranîna olî di rêyên xirab de û gelek vekiriye kû her ji serdema destpêkê ya belavbûna Îslamê ve, gelek kesan li

37 WÊJEYA KURDÎ ser navê ol gel xapandine û vê jî di bîrkana gel de hilweşanek mezin avakiriye. Malika; Ji ser keska mekin bawer Di cehlê da dibin kafir Dibên ez şêxê safîme Bi carek qet çakim ez.

Baş pênaseya kesên xweyî şaşikên kesk (Şêx, seyîd, mela) dike. Li gel kû bi xwe jî şêxeke, lê dîsan weke berpirsyariyek mirovî û wujdanî hewldaye mirovan ji îstismarkirina van tiştan agahdar bike û nehêle bi civakê bêt leyîstin. Ev karek wujdanî û exlaqiye. Ev hem rexneye hem jî rexnedaneke.

Li ser cihê dayîkbûn û koça Elî Herîrî nêrînên cuda hene. Hinek lêkoler û zanayên Kurd û biyanî li ser van dîrokan ne hemfikirin. Nêrîna yekem; Elî Herîrî ji gundek binavê Herîr ya li devera Şemdînan ya Colemêrgê (Hekariyê: li gora wê demê Şirnex, Colemêrg, Amediyê, Herîr, Barzan) ye. Ya duyem; Herîrek din jî heye kû ser bi Şeqlaweya Hewlêrê ve ye û herêmek ya Sorane. Li vê derê teza yekem nêziktirê aqile, ji ber kû; Elî Herîrî tu helbestek bi soranî nine û nenivisye û zimanê kû bikaraniye Kurmanciyek zelal û sadeye. Ev Kurmanciya wî nêzîk devoka Botanê ye. Herêma Hekariyê-Şemdînan herêmek wusaye kû hem navenda xwendin û zanînê ye, hem jî herêmek ji desthelatî û dagiriya dijminan dûre. Ji ber vê jî sadetî, zelalî, dilvekerî û herikbariya zimanê Kurdî li vê herêmê hatiye parastin. Em vê rastiyê di berhemên Elî Herîrî, Melayê Cizirî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û hwd din de dibînin. Elî Herîrî destpêker û danerê vê çiqa Kurmanciye. Niha li Herîra kû li başûrê Kurdistanê tê gotin tirba wî heye. Di wan çerxan de Kurdistan yek parçe bû û ew Herîr jî ser biHekariyê-Şemdînan ve bû. Di roja îro de jî xelkên Amediyê, Diyana, Herîr û yên herêma Botanê bi taybet Colemêrgê ji aliyê xizmatî û eşîratî ve gelek têkelhevin û nîva wan li vê milê sinor nîva din jî li milê din yê sinor mane. Ev rewşa parçebûna îro dihêle kû serê gelek lêkoleran bikeve nakokiyê kû çawa Eli Herîriyek ji herêma Soran kariye evqas xweş bi Kurmancî binivîse. Ger belavbûna şêniyê û bûyerên dîrokî yên hingê û niha baş bêne lêkolîn, wê bê dîtin kû ev rastiyeke. Jixwe di wan deman de, ne Colemêrg lê Şemdînan navend bû.

Têbînî: Li ser helbestên Elî Herîrî û teknîk û afirandinên wî yên wêjeyî, hûn dikarin bi mamoste re di refê de şîrove bikin û pitir bigihin kûraniya jêhatin û kêrhatinên wî yên veşartî

38 WÊJEYA KURDÎ

3- NÎZAMÊ GENCEWÎ 1141 - 1209

Yek ji mezintirîn helbestvanên xwediyê wêjeya dîwanê ye. Ew helbestvan û ramyare. Li sala 1141 li paytexta dewleta Kurda Şedadî li bajarê Gence hatiye cîhanê. Dayika wî Reyza ji endamên eşîreta Rewadî ya Kurde û navê babê wî jî Îlyasê Yusufe. Li medreseyên Gence xwendiye û perwerdeya olî û zanistî dîtiye. Dema di demek kurt de bihelbestên lîrîk li herêma xwe navdarbû, bi tevahiya hêza xwe destpêkir li ser vê qadê lêhûrbû. Li gel ziman zaninek baş ya di Kurdî de, her wuha di zimanên mîna; Farisî, Erebî, Turkî û Yunanî de jî baş bû. Ji ber vê jî ji bilî wêjeyê li ser mijarên weke Felsefeya Yunan, tip, astronomî (Feleknasî), û bîrkarî jî eleqederî pêşxist. Weke ji berhemên wî tê fêmkirin, bi jinekê bi navê Afaq kû ji aliyê hukumdarê Derbendyê bi navê Seyfedîn Muzafer ve tê dayîna wî re dizewice. Sê jin anîne. Li sala 1174 ê kurek yê wan bi navê Muhamed çêdibe. Ji ber vê sedemê weke Ebu Muhamad jî tê naskirin.

Li gora wêjevanên wê serdemê Nizamî 20.000 beyt nivîsîne, bi cîhana helbestan ya avakirî di nava Kurd, Faris, Ereb, Tacik, Urdu, Hind, Turkmen, Ozbek, Kazaq, û Kirgizan de bandorek mezin çêkiriye. Dema berhema binavê “Maxzen‟ul Esrar” (Xezîneya Razan-Sir) nivîsand, di nava musulmanan de bû xweyî şohretek mezin. Li sala 1180 ê de berhema xwe ya bi navê “Xusrew û Şirîn- Ferhad û Şirîn” nivîsî û pêşkêşî Muhamad Cîhan Pehlewan kir.

Piştî mirina Cîhan Pehlewan, hukumdarê Turk yê binavê Şah Kizil arslan, helbestvanê hêja vexwendiye çadira xwe, amojgariyên wî guhdar kiriye û piştre bajarê Hamdûnyan yê ji berê yê Kurdan bû, ji wî re bexşaye. Li sala 1188 ê de dubare li ser daxwaza hukumdarê Şîrwanê Axsîtanê I. Berhema “ Leyl û Mecnûn” ya birêbaza mesnewî nivîsî. Ev di dîroka wêjeya rojhilat de yekemtiyek bû. Têzanîn kû Nizamî vê mesnewiyê bê dilê xwe û di demek kurt de nivîsiye, lê dîsan jî bi dirêjahiya dîrokê bandora wê ji ser wêjeya rojhilat qet ne şkestiye. Helbestvan di helbestên xwe da diyarkirin kû ew naxwaze bibe şairê Sarayan, li sala 1196 de berhema binavê “HeftPeyker” ya bi awayê mesnewî nivîsî. Nêzîkî

39 WÊJEYA KURDÎ dawiya jiyana wî, li sala 1203 an berhema bi navê “Îskendername” kû naveroka wê wêjeyî, estetîk, civakî û lênêrînên xwe yên felsefî têde aniye ziman, temam kiriye. Di berhemên xwe de bi awayek mutleq exlaqiyetê parastiye û di qadên siyasî, sosyal û mawewî de humanîzmek “mirovnavend” pejirandiye. Ji ber vê jî pehlewanên di berhemên xwe de bi karaniyî ji gelek milet û nijadên cudane. Jiber kû Nizamî bawer dike kû di vê navbera nijadan, qewman, olan û statûyan de cudakarî neyê kirin.

Nizamî li sala 1209 an li Gence diçe ber dilovaniya yezdan. Ew jî wekî Ehmedê Xanî bi navê “hosta, mamosta” di nava helbestvanên Kurd de di hat xîtabkirin. Li gel kû Kurde, lê di destxetên wî yên heta roja îro mayî de tenê Farsî hatine dîtin. Ev tê wateya kû di serdema wî de li herêma lê jiyayî, zimanê Farsî serdest û bi bandor bûye. Destxetên Nizamî hêjta di pirtûkxaneyên Moskova, Saint Petersburg, Bakû, Taşkent, Tebrîz, Tehran, Qahîre, Îstanbûl, Delhî, Londra û Parîs de peyda dibin.

Bi taybet bi berhemên xwe yên bi navê “Pênç Genç” û “Leyl û Mecnûn” gelek navdarbûye

Berhemên Wî: • Mexzen al Esrar ( XezîneyaRazan) li sala 1176 nivîsiye. • HeftPeyker; helbesteke vegotina xanedanê Sasanî Behramê V. û hevserên wî dike. • Leyl û Mecnûn ya li sala 1181 de li ser daxwaza Şîrwanşah Axistanî nivîsiye. • Xusrew û Şirîn ya li salên 1177-1181 de nivîsiye. Biawayê çîroka evîndariya Ferhad û Şîrîn jî tê naskirin. • Îskendername; çîroka jiyana Îskenderê Zulqurneyn vedibêje. • Şerefname li salên 1196-1200. Ev dîrok hêjayê lêkolînê ye, jiberkû ev berhem hevnavê Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî ye. • Îqbalnameya li salên 1200.

40 WÊJEYA KURDÎ

4- Mela Huseynê Batê (1417-1491)

Mela Huseynê Batê li gundê Batê yê kû ser bi navça Elkê (beytuşebab) ve û girêdayî bajarê Colemêrgê ji dayik bûye. Mela Huseyîn kurê Mustefa ye. Li ser dîroka malbata wan belgeyek diyar di destê me de nîne kû bi zanîn kengî û ji kîderê ev malbat hatiye gundê Batê, ji ber wê her bi Batê hatiye nasîn. Li ser dîroka ji dayikbûna mela Huseyîn dû nêrîn hene; ji ber kû belgeyek rast heta niha ne ketiye destê tu kesê em nikarîn nêrînek tam bêjîn, evana jî sedî sed ne cihê baweriyêne. Ji ber sedsala kû têde jiyanbûyî û li gora hin çavkaniyan diyare ev sal hatin berçav girtin.

Li gor nêrîna yekem: Yên dibêjin kû Melayê Bateyî di 1414ê mîladî de hatiye dinyayê û di 1495ê mîladî de jî çûye ser dilovaniya xwe. Lê belê di destê yên kû vê di pejirînin de zêde delîl nebûne. Yên vê nêrînê di pejirînin hinek ji wan evin: Muhemmed Emîn Zeki , Minorsky, Mehmet Uzun, Bazid Nîkitîn, Aleksandir Jaba hwd.

Li gorî nêrîna duyem: Ev jî sedî sed li ser dîrokekê nabin tifaq, lê belê dîrokên kû nêzê rastiyê û tê berçav girtin eve.Yên vê nêrînê jî dipejirînın evin: Feqe Huseyn Saxniç “Dîroka wêjeya Kurdî‟‟ Behsa dayikbûna wî nekiriye lê di dawiya gotara xwe de dibêje Melayê Bateyî sala (1755-66=) 1689 an, koça dawî kiriye û li gundê Bateyê hatiye veşartin) Prof. Maruf Xeznedar dibêje, Bateyî 1675ê hatiye dinyayê lê behsa mirina wî nekiriye.

Tehsîn îbrahîm Doskî, Amir Hassanpûr, Abdurreqîb Yusif hwd. Delîlek vê beşê jî ev Helbesta Xaniyê nemir ya di Mem û Zinê de derbas dibe ye.

Bînavê ruha melayê Cizîrî Pê „hey bikira „Elî Herîrî Keyfek wê bida Feqiyê Teyran Hetta bi ebed bimayî „heyran

41 WÊJEYA KURDÎ

Eger kû mela Huseyîn pêşiya Ehmedê Xanê ba, wê behsa wî jî kiriba, ji ber kû Bateyî ne kêmê van kesane û di heman herêmê de jiyanbûne. Bateyî di helbestek xwe de çarînek wiha nivîsiye:

Du eslanan wereng hatin Bi tabur û tiveng hatin Bi şimşîr û xedenk hatin Qîrên îna musilmanan

Bateyî di vê helbestê de behsê tabur û tivengan dike. Lê belê tiveng piştî 1550 yê li Londonê çêbûye. Ji ber van belgane gelek lêkolînvan dibêjin melayê Bateyî piştî Ehmedê Xanê jiyan bûye.

Çawa li ser dîrok û dema jiyana melayê Bateyî nêrînên cuda hene, heman nêrîn li ser ji kîjan eşîr yan jî babikiye hene. Hinekan bi Ertûşî dane nasîn, hinekan jî bi babikên cuda dane nasîn lê ya kû rast tê dîtin ew eslê xwe ji gundê Batêye û ew nêrînên din zêde ne nêzê rastiyêne.

Mela Huseyînê Bateyî, yek ji nivîskarên klasîk yên kurde, giraniyek bê sinûr di wêjeya Kurdîde heye. Eger kû îro netewek xwedî wêjeyek dewlemende, yek ji wan kesayetên kû navê xwe li dîroka wêjeya Kurdî daye melayê Bateyî ye. Dema peyva wêje tê gotin kesayetên weke mela Huseyinê Bateyî û çend kesên tilîjimar tên hişê mirov. Mela Huseyîn jî weke m. Cizîrî, E. Xanê, F. Teyran, E. Herîrî û hwd rûpelek bi tîpên zêrîn ji wêjeya kû nasnameya gelekî diyarkirî, nivîsiye. Mela Huseynê Bateyî di gelek aliyan de bûye xwedî berhem û gelek dîwanên wî yên berçav û giranbiha di nava wêjeya Kurdî de hene û di gelek mijarên zanistî de dîwan nivîsîne. Her çiqasê navê wî bi mela hatiye nasîn, lê ji dervey karên olî, ji gelek kesayetên herî pêşketî yên navdarên cîhanê baştir xizmet ji mirovahiyê re û aliyên pêşxistina zanistî re kirine. Gelek navdarên cîhanê di beşekê de bûne xwedî jêhatinek lê van nêrînên pir cuda û dewlemend di beşên giştî jiyanê de bûne xwedî berhem.

Em di nava cîhana evînê de û berhemên Mela Huseyinê nemir bibînîn û raxin ber çavê xwendevanan. Di nava berhemên wî de evîn hatiye dest girtin, em hinek li nêrîna kû daye pêş binêrîn. Bi gotin behsa evînê kiriye lê li gor wî evînek çawan û ji bo çi evîn bûye mijarek sereke.

Ev helbesta Bateyî yek ji helbestên evîndariyêye. Dema em li van helbestên melayê Bateyî di nêrîn, bêguman gelek giringî daye evînê:

Subh û êvarî şeva tarî şemala kêyî tu Leylet-ul Qedr û Beratin nûra mala kêyî tu

42 WÊJEYA KURDÎ

Çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kêyî tu Bo Xwedê key bêje min kanê şepala kêyî tu Dêm kitêbe zulfe haşî şerhê xala kêyî tu

Dilbera gerden şefîfî danuwa dura Eden Nazik û mewzûn letîfî nexliya selwa çîmen Gullîbasî gulqıyasî gulenî gulpîehen Ahûya deşta Tetarê rehzena aska xeten Horiya baxêbeheştê çav xezela kêyî tu

Qiblegaha aşiqanî şengala ebrûzirav Hate burca şaneşînê sed melaîk çûn silav Dax û kovana evînê sotî canê min tevav Extera subha se,îdî reşrihana ta belav Filfila Hindûstanê zulf û xala kêyî tu

Ew çi demê şahebaxe gulşena darul qerar Sed hezaran nal û awazê di bulbul çar kenar Helqe pê da bes tu hatin 'eqreb û îlan û mar Nêrgiza şehla şepalî asemîna mêrxuzar Lebxemûşî meyfiroş dêmpeyala kêyî tu

Pêncî salî şehlewendî keftime çaha reset Min nizanim çerxê dême tê heye burca esed Çengelek avête dil kun kir li min dad û meded Qelbekî hişk û sufalîn min divêt can tê ebed Şah li textê dilberê fikir û xeyala kêyî tu

Sefhekêşa katibê xeybê ji nûra la yezal Xaleke wa l'gerdenê mîslê Berê reş mah û sal Sedhezaran rekbehacî tên tewafa zulf û xal Netrik û şutrî û îlan dane ber bayê şemal Laubalî çardexalî çardesala kêyî tu

Şehkitêbek min divêt behsê muhebbet bit temam Sed tilism û sihre tê da pêkve Suryanî meqam Ebceda eşqê me xwend û 'eql û wendakir we mam Horiya baxê beheştê tûtiya tawusxeram Xeyrî Bateyî padîşaha min delala kêyî tu

Em hinek malikên helbestên wî yên kû ji bo xêzana xwe û herdû keçên xwe nivîsandî bibînîn.

43 WÊJEYA KURDÎ

Tê gotin ji bo bermaliya xwe ev helbeste nivîsiye: Ji bextê min reşî rabû Xiyala min ne batil hat Li min roja xem ava bû Siyahzulfê miqabil hat

Çi gul bû ew çi bilbil bû Mirad û metleba dil bû Eger çî ew ji min sil bû Ji bo Batê Hemaîl hat

Vê mehbûbê bi ser mestan Celat îna ji Kurdistan Ruha min wî demî bistan Celadê reş mu‟eccil hat

Helbesta Bateyî ya ji bo keça xwe Zilfê nivîsıye: Aşiqê zilfa reşim Aşiqê şeydayê zilf Bi bade lew serxweşim Serxweş û sewdayê zilf

Rahet û sebr û selam Tuyî çawa bikî xwoş xeram Kolê te me ez xulam Bateyî kil şayê zulf

Helbesta ji bo keça xwe Asmînê nivîsiye: Bi zêrîn û toq û xirxalan Meşa selwa me ebdalan Xwihê avête alalan Şepala taze Asmîne

Ji asmîn û terazîm bû Bi naz û işwe mezin bû Xirêna toq û bazin bû Guhar şor bûn li ser sîne

Berhema wî, zembîlfiroş jî yek ji giringtirîn berhemên kû têne nasîne û ev jî hem evîndariye û hem jî oliye, yanê ew qas hezkirinek wî ya mezin û tirsek wî ya mezin ji xwudê hebû.

44 WÊJEYA KURDÎ

Ev çarîna Bateyî dixwaze aliyê Zembîlfiroş yê şîret û bûyera wî ya bi zorê dide nasîn.

“Ey dil werin dîsan biçoş, Carek ji caran mey bînûş, Bikin qiseta Zembîlfiroş, Da seh bikin hîkayetê.”

Çîroka Zembîlfiroş

Zembîlfiroş, destana kurê Mîrekê bihêze kû piştre diguhere û bi tobeya xwe re dest bi derwêşiyê dike. Ev kurê Mîr, di wextê xwe de ji berê sibehê heya êvarê, dema xwe bi nêçîrê, bi eraqvexwarinê, bi kêf û safa dibûrand. Ji ber kû kurê wî Mîrê bihêz û dewlemend bû, ti kar û xebat ne dikir. Xortekî pir delal, bejindirêj, çavreş û bi zend û bend bû. Rojek ji rojên xwudê, dîsa bere xwe dide nêçirê. Ew ne ji bo xwarinê diçû nêçîrê û zindî dikuştin, tenê ji bo keyfa xwe bike wusa dikir.

Wê rojê xezalêke pir delal dibîne û bi yek tîrê wê dikuje. Piştî tîrê lêdide, berê xwe jî nadeyê û dikeve rê kû biçe qesra babê xwe. Sê-çar gav tavêje, lê nalînekê kûr dibihîse. Ji meraqa xwe, difitile û dibîne kû hevala wê xezala şirîn hatiye, li ser hevala xwe de dinale. Ev bûyer dilê kurê Mîr nerm dike û dişewitîne. Dikeve ferqa valabûna jiyanaxwe de, di sekine û biryar dide kû careke din xirabiyan neke. Ji xwe re dibêje: “ Ez weke wan ajalan jî nabim, Xwudê her tişt daye min, lê min ji bilî serserîtî û zilmê ti tiştên din nekiriye”. Ji wê rojê pê de tobe dike, xwe bi derwêşî ve girêdide, dest ji malê dinê û keyfa xwe ber dide. Xwe dide çol û çiyan. Bavê wî pey dikeve, lê wunda dibe û diçe. Xortê delal, bihêz û dewlemend diçe, derwêşekê feqîr û belangaz tê li cihê wî de….

Piştî kû diçe çol û çiyan, feqîreke weke xwe dibîne û pêre dizewice. Her du bi hevre dest bi jiyaneke nû dikin, pişta xwe didine hev û ji bo firotanê zembîlan çêdikin. Gund bi gund, bajar bi bajar digerin û jiyana xwe didomînin. Cihên kû digerin, xelkê wan gund û bajaran zêde qîmetê didene wan. Feqîre, lê belê feqîrekê binamûs û birûmete. Hemdê Xwuda dike kû jiyana xwe guhertiye. Dema kurê Mîr bû, xelk ji bo peran û tirsa Mîr, rêz didane wî. Lê niha ji ber mirovatî û başiya wî tê hezkirin.

Dilşad dibû û stran, kilam û qesîde digotin, bi xêzana xwe re digeriya. Zarokên wan çêbûn û malbateke birumet avakirin. Ji bo kû hewceyê berdestê kesê nebe, zembîlan çêdike û difroşe, navê wî jî bi Zembîlfiroş belav dibe û tê nasîn. Lê belê van rojên wan yên xweş zêde dewam nekir. Çawa tê gotin, piştî rojên berfireh, rojên teng tên û piştî rojên teng jî yên berfireh tên; heman bûyer derdikeve

45 WÊJEYA KURDÎ pêş. Zembîlfiroş, rojekê berê xwe dide bajarê Farqînê. Farqîn bajarekê mezin, dewlemend û şade. Mîrê Farqînê çûye ser dilovaniya xwe û keça wî li ser textê wî runiştiye. Wek Xatûnê tê gazî kirin. Xatûn, dîlbereke delal, bilind, pêkhatî û kezî reşe. Bajarê Farqîn li bin destê wê deye. Wezîr û leşkerên wê jî hene.

Çi di xwaze ji xulekekê nabore. Hinek zalimya wê jî heye. Zembilfiroşê reben ma çî dizane kû hatiye bajarê Xatûnê. Rebeno zembîlên xwe difroşe û qûtên (pêwîstî) zarokên xwe dide hev. Dike gazî û li bikiran digere. Rêya Feqîr dikeve ber qesra Xatûnê. Xatûn, qelûna xwe daye ber devê xwe yê delal û temaşeyê bajarê xwe dike. Dengê Zembîlfiroş dibihîse û guh didetê. Mêze dike û wî xortê delal dibîne. Li cih de, dil berdide wî. Bang dide û pêşniyara zewacê lê dike.

Zembîlfiroşê reben şaş dibe li beramber vê pêşniyarê. Dibêje na, lê Xatûn bi zorê dixwaze Zembîlfiroş bêtin ser doşeka Mîr, rûne. Zarokên wî yên belengaz li mal birçîne, hirmeta wî li benda wî ye. Xatûn jî zalime û kotekî dike. Ew fam dike kû xwe xilaskirin nema ye. Lê toba wî ? Ew wê çawa çêbibe ? Bersîv dide Xatûnê , dibêje na û wê pêşniyarê napejirîne. Xatûn dixeyide. Doşeka Mîr pêşniyarê vî rebenî dike û ev reben qebul nake.

Ferman dide leşkeran û Zembîlfiroş têxin zindana Kela Farqînê( ev kel, Kela Farqînê ya niha ye). Jê re dibêje “heya ne bêjî erê, tu ji vir dernakevî, delal difikire û xwe xelas bike”. Zembîlfiroş di halê malxirabîyê de ye. Zarok û xêzana wî jî jê bê xeber dimînin. Toba wî dikeve bîra wî, zarok û xêzana wî dikevine bira wî, nizane çibike. Wê çawa bifilite, şaş dibe. Piştî çend rojan, fikra revê dikeve serê wî. Rêdanê ji bo ew di xwaze destnimêj bigre.

Dema kû derdikeve derve, dest bi revê dike, lê leşkeran pêşî lê girtin. Kîjan alî ve direve, leşker hene. Bêçare dimîne û bextên kû daye Xwuda û malbata xwe têne bîra wî. Ber bircekî bilind disekine û xwe berdide xwarê û di cih de dimire. Ev destan dibe Destana Zembîlfiroş û birca kû xwe jê berdayî xwarê jî bi navê wî tê naskirin û gazî kirin; weke “Birca Zembîlfiroş”. Ev birc, li Kela Farqînê, bircekî pir bilinde.

Zembîlfiroş ne weke bedenekî mirovek, weke egîdekî binamus, weke xwedî bextekî rast, weke babekî birûmet û weke berxwedanekî li ber zilmê de nayê tewandin, hatiye nexşandin.

46 WÊJEYA KURDÎ

Destana Zembîlfiroş

Xatûnê dibêje: Zembîlfiroş lawkê Derwêşe Kerem bike tu were bêje Heqê zembîlên xwe bibêje Lawiko ez evîndarim

Zembîlfiroş dibêje: Lê lê lê lê lê Xatûnê Çavê te mîna eseyfûnê Ditirsim ji Xalikê jorê Ya Xatûn ez tobedarim Tobedarê Xaliqê Cebarim Ji tobaxwe nayêm xwarê

Xatûne dibêje: Zembîlfiroş lawkê feqîre Were ser doşeka Mîre Bidim te gulyên herîre Lawiko ez evîndarim.

Zembîlfiroş dibêje: Tu Xatûna pir ciwanî Tu li ser text û li ser serayî Tu ji min re nabî kevanî Xwedî zarok û eyyalim Zarok tazî û birçî li malin Xatunê ez towbedarim.

Xatûnê dibêje: Zembîlfiroş lawkê nenasî Tenê bi derpê û kirasî Tu ji destê min nabî xelasî Lawiko ez evîndarim

Zembîlfiroş dibêje: Xatûna gerden bi morî Qet nabe bi kotek û zorî Tirsa min ji wê Rabbê jorî Xatûnê ez tobedarim

47 WÊJEYA KURDÎ

Tobedarê Zerdeştê Kalim Ser tobaxwe nayêm xwarê....

Helbestvanê nemir melayê Bateyî di nava helbestên xwe de gelek giringî bi Ol daye û girêdan, heskirineke bê sinûr ya di nava ol de daye pêş. Di helbestan de jî û di dîwana xwe Mewlûd de pesnê hz Muhemmed daye û li aliyê din bi behsa nîmeta xwudê kiriye, behsa bav û bapîrên wî dike .Di berhema xwe mewlûdê de, her çiqasî weke berhemek olî jî bêt dîtin, lê di rastiyê de têkiliyek civakî jî dide diyar kirin û dibe sedem kû li hev kombûnek çêbibe û ji biçûk heya mezin têkiliyek çêdibe. Mewlûda wî cara yekemîn sala 1905'ê zayînî de li Misrê çap bûye. Sala 1907'an de jî li Stenbolê çap bûye. Despêka Mewlûdê bi van rêzikan destpêkiriye:

Hemdê bêhed bo Xwedayê alemîn Ew Xwedayê daye me dînê mûbîn Em kirine Ummeta xeyrûl beşer Tabi'ê wî miqtedayê nam û wer Ew Xwedayê malikê milkê ezîm Daye me mîrasa Qûr'ana Kerîm.

Ya Rebb îmanê dixwazin em midam Jêrî alaya Mûhemmed wesselam

PERWERDEYA BATEYÎ

Melayê Bateyî, di berhemên xwe de, Kurmanciyeke gelek têkûz û bêxeletî bikaraniye. Wisa diyare kû di dema xwendina medreseyê de, li gelek medreseyan geriyaye û ji gelek seydayên zana û dilovan ders girtiye; hiş û bîra wî jî di cih de bûye. Di helbestên wî de diyare kû ew li gelek deverên Kurdistanê geriyaye û welatê xwe û cîhan baş nas kiriye.

Melayê Bateyî ji malbateke oldar hatiye dinyayê. Mustafayê bavê wî bi sofîtiyê hatiye nasîn. Sê birayên Bateyî hebûne. Osman, Mihemed û Ehmed. Pêşiyê li dev birayê xwe yê mezin Ehmed dest bi xwendinê kiriye. Piştî bûye 15 salî, li medresa Mîr Zeynel Begê Hekarî xwendina xwe domandiye.

Tê gotin kû li bajarê Miksê, di Medreseya Mîr Hesenê Welî de jî li gel mîrê Miksê xwendiye. Ji ber wê, di nav gel de tê gotin kû Melayê Bateyî û mîrê Miksê destebirayê hevdu bûne û sebra wan bêyî hev nehatiye. Ji ber vê yekê, her sal du sê mehan li cem hev diman û ev yek ji helbesteke wî jî tê zanîn.

Dibêjin kû sala dawiya temenê xwe, wekî gelek caran, demeke dirêj li cem mîrê Miksê maye û di dawiya payizê de, ji bo kû biçe mala xwe xatir ji Mîr

48 WÊJEYA KURDÎ xwestiye û bi rê ketiye. Dema gihîştiye Zozana Berçelan, tê gotin kû befir û bagerê destpêkiriye û li wir çûye ber rehma Xwudê. Cenazê wî heta biharê li wir dimîne. Biharê cenazê wî dibînin kû serê wî li ser kitêbên wî ye û ev helbesta jêrîn di berîka wî de tê dîtin.

Ji çirya paşiyê pê da Melayê Bateyê kanê Sefer kêşa bi Miksê da Li ser weqtê zivistanê Zivistanê evî yolê Evî beryê evî çolê Mijê avête derdolê Xwinavê girtî kêstanê Xwinavê girtî nesrîne Cemed çêbû li sewlîne Girya me tê ji bo asmîne Zerî nayêne seyranê Zerî tên û diyar nabin Coşil tên û sitar nabin Çi cindî tên siyar nabin Bûye tarî li kolanê Bûye tarî û zulmate Sir û serma ji nû hate Yeqîn kanûn eda hate Binêrin dax û kovanê Binêr daxa me êxsîra Xezam zer bûn rezê mîra Reyhan barî di avê da Reyhan barî di eywanê Perîşanin li hingorê Ji Comerza gola jorê Mecalêd Berçela borî Zerî nayêne seyranê

Ji vê helbesta jêr diyar dibe kû mela Mensûrê Girgaşî û mela Huseynê Bateyî di heman çerxê de jiyane.

Hevpeyvîna Mela Mensûrê Girgaşî û Mela Huseynê Bateyî Girgaşî: Belê Batey dê kûtah kim Ji vê înşa û me‟nayê Bi heqqê sureya Qaf kim Bi wê secda di Tahayê

49 WÊJEYA KURDÎ

Mecazê „işqê dê saf kim Me dur anîn ji deryayê

Bateyî: Çi dur bû lefzeke xweş bû Di me‟nê da qewî kûre Qelem te j‟ „embera reş bû Reşandî rûyê kafûre Şukir xetê me gul geş bû Minim meddahê Mensure

Li gor hinek dîrokzan û wêjevana çend berhemê mela Huseyinê Bateyî hene: 1-Destana Zembîlfiroş. 2- Mewlûda Pêxember (ss). 3- Helbestên wî (Dîwan) Lê ev dîwana wî hêj nehatiye dîtin. Hebûna Dîwana wî ji alî Aleksander Jaba hatiye diyarkirin. Tenê ji Dîwana wî hinek helbest tên zanîn. 4-Hema‟îl (Dua)

50 WÊJEYA KURDÎ

5- MELAYÊ CIZÎRÎ

Melayê Cizîrî belkî wekû torevan û hozanvan tê zanîn, lê di heman demê de giranî daye ser gelek aliyên zanistên wek felsefe, tesewifî, stêrnasî, evîndarî, civakî, siyasî û hwd. Di çaxa kû Melayê Cizîrî têde jiyan dibû gelekê cudabû, ji ber demeke herî bi êş û tirajedî bû. Ji ber di wê demê de berhemek ew qas bi nirx û qasî 30-40 sal wextê xwe dayê, dikarî di vî wextî de gelek berhemên cuda bi zimanê Erebî, Farisî û Osmanî binivîse, lê li rexmê hemû tengasî û nexweşiyan wî zimanê xwe li ser yê her kesê re dît. Li gel kû zextên siyasî di wê demê de pir dijwar bûn, ev berhem raxist ber destê xwendevanên xwe.

Sala Bûyina Cizîrî Li gor nêrîna Tehsîn Îbrahîm û Emîn Narozî sala bûyina Cizîrî; 1. Bûyîna Mela, êdî diyar û piştrast jî bûye kû Melayê Cizîrî di vê risteya: “Ji herfan mah û salê ma nehat der şeklê falê ma”, yan jî li gor çapa Bexdayê “Ji herfan mah û salê ma nehat der şiklê xalî ma” xwestiye roja bûna xwe diyar bike.

Îcar ger kû ev riste li gor çapa Bexdayê be, hingê sala bûna Cizîrî ji gotinên “ xalî û herfan” derdikeve, çawa kû di sala 1987an de dema transikrîbekirina herfên Dîwanê ev riste li gor çapa Bexdayê girt dest û bi hisabê ebcedê ji gotinên “ ,حرفان(: 339+ )خاني(: xalî û herfan” (72-1570/980 :641+339 = 641 :حرفانûخاني derxist.

Lê belê li gor çapa kû ”Ji herfan mah û salê ma nehat der şeklê falê ma” ye, dîroka bûna hozanvanê mezin Cizîrî li gor “hesabê ebcedê/cumelê suxra” ji van gotinên jêrî derdikeve:

51 WÊJEYA KURDÎ

mah +حرفان(=ح:8+ر:200+ف:80+ا:1+ن:herfan (339=50 ما(=م:40+ا:1=41+)شكم( )ma+ماه(:م:40+ا:1+ه:5=46+)سال(:س:60+ا:1+ل: 30=91) .;ش:300+ك:20+ل:30=350+)فال(:ف:80+ا:1+ل:30=111 339+46+91+41+350+111= 978/1570

Ev dîrok hinek ji ya Tehsîn Îbrahîm Dosikî kû di pêşgotina ser Şerha Dîwanê ya Mele Ebd el-Selamê Cizîrî de derxistiye (975/1567-68) cudaye, lê divê wî ,w”yê nehejmarta:و“ ma”ya duyemîn û:ما“ herfan” navêta, lê li cihê:حرفان“ N”ya:ن“ .ma” jî dubareye:ما“ w” ne peyve û:و“ ji berkû

Ji xwe li gor dane berheveke din kû D. N. Mackenzie di pêşgotina berhema Feqiyê Teyran ya Şêxê Senanî de jî kiriye, dibe 980[978]/1570. 2. Herweha pispor Cizîrî bi van risteyên jêrîn: Tûrkê xwînrîz û xumarî me bi yek xemzeyekê

Zuhdê çilsale li min zêr û zeber kir ji esas;diyar dike kû dema wî ev helbest nivîsîye, çil salî bûye. 3. Çawa kû Cizîrî di risteyên: Ellah li min hubba te çi şekker û nebate

Ji nû ve dê ciwan bim ger bihên bikim gula geş;di temenê xwe yê dema xelaskirina Dîwanê yan jî nivîsîna vê hûnerê de diyar dike kû bi hesabê cumlê .ا:1+ل:30+ل :30+ه:derdikeve: 66=5+30+30+1=5 ”هللا suxra ji gotina :“Ellah 4. Dîsa Cizîrî di risteyên jêrîn de jî: “Sih sale ji derd û ji belayê te hilakîn

Heta bi felek her diretin ah û ehê min; yan diyar dike kû dema nivîsîna vê honraweyê sihsalî bûye yan jî wî di sihsaliya evîndarî û mutesewifiya xwe de nivîsiye. 5. Di helbesta “Me ji dil nêrgizên xasse divên” de diyare kû Mela di risteyên jêrîn de jî li gor hesabê ebcedê dîroka temamkirina nivîsîna Dîwana xwe destnîşan kiriye:

Lew elif tên me di herfên falan Kû li şeklê reqemê sersalan

52 WÊJEYA KURDÎ

bin; vêca li gor hesabê انيف:ا“ Ji ber kû “elîf tên” bi piraniye divê bi kêmasî du roja 1 ê meha yekê ji serê sala koçî ”ا:Cumelê suxra” (hesabê Ebcedê) ji “elîfekê“ ,شكم(: kû Miherreme û ji yekê jî meha 1ê ya sala koçî derdikeve û ji Şekil (350 jî sala 1041ê derdikeve. Yanî سرسال(: sersal (351+340+350 =351 ,رقم(: reqem (340 Mela vê qesîdeya xwe kû paşiya dîwana bingehîne, di 1-1- 1041/koçî 29-7- 1631ê mîladî de nivîsiye. Mela û Evîn

Çawa kû ji aliyê we ve jî zelale, Cizîrî gelek girîngî daye evînê û di hozanên xwe de jî ew baş li ser evîn û cûreyên wê, bandora wê ya li ser felsefe û tesewifê rawestiya ye û evîn sedemê afirandina gerdûnê bi giştî û afirandiyên têde jî bi taybetî dîtiye û ewqas pêve çûye kû wî evîn li herçar hêmanên afirandinê yên ax, av, hewa û agir zêde kiriye, ew weke hêmana pêncemîn û sedemê afirandina gerdûnê dîtiye û yek ji hîm û bingehê hebûna mirovatiyê hesab kiriye. Herweha ew evîn û perweriyê ji rindî û bedewiya ezeliya her hebûnê dibîne û vê nêrîna xwe bi risteyên jêrîn bi awayekî felsefî wiha dihone: Me cewher „unsurik xamis numa îro di tali„ da Di vê teqwîmê insanî li tali„ bûne fal ebrû

Li vê derê Mela dîtina Farabî, îbin Sîna û îbin ´Erebî kû evînê sedemê afirandina gerdûnê dibînin bi hêz dike, lê hê bêhtir pêve diçe û wê li her çar hêmanên berê kû fîlozofên rojava (Yûnanî) tesbît kiribûn zêde dike û wê hêmana pêncemîn û bingehê her çarên jorîn dîbîne.

Bi gotineke din ew bi vê re jî aşkere dike kû di afirandina mirovahî ya bi vê baweriya xurt ji bilî av, ax, agir û bayê hêmaneke pêncemîn jî heye kû evîne û ew bingehê van her çarane. Lewra afirandineke bi vê ciwaniyê û li hevanîna van nexş û nîgarên di sîma û laşên mirovî de weke birû, mujang (mujîlang), çav, dest û pê û yên din digel ewqas zanîn, şarezayî, çeknasî û bîreweriya dahiyane kû bi mirov re heye çawa kû hem di felsefeya siruştnasî de hatiye pejirandin û herweha di ya xwedawendigarî de jî bi ayetên “we ´elleme Adem el-esma`e kulleha: Xwedayê payeberz Adem fêrî hemû nav û agahan kiriye” û ”we le qed xeleqt ul-insane fî `ehseni teqwîmin: Min mirovî bi qenctirîn rewşenbîrî û bîreweriyê afirandiye” hatiye çesipandin û bi hêzkirin, ev şahberhem tenê bi evîneke xurt bê hempa pêk tê. Ji ber kû di vê hezkirineke pir mezin bi mirov re hebe ta kû karibe li gorî dilê xwe tiştekî bîne yan bi afirîne. Nexwe, bê hezkirin û evîneke bihêz û bê dilxwaziyeke ji dil û can pêkanîna erkekê, pîşeyekî yan jî îcadekê pir zehmet û nebûye.

Herweha ew peywendiya di navbera evîn û xweşikiyê di gel ya gerdûnê jî weha nîşan dide:

53 WÊJEYA KURDÎ

Husnê hub anî zihûr ´işqe eslê ´alemê Eslê eşya da bizanî wan çi esil û made bû

Bedewiyê evîn diyar kir kû herdû pêkve bûn sedemê afirandin û bingehê cîhan û gerdûnê, eger li gor vê ti bingeh û hêmana tiştan bizanî û bibînî ka çi ye. Çawa di cihekê din de jî dibêje: Hê di ber qalûbelayê belkû ev „alem nebû Çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê Husnê Heq bû istiwayê lami„a „işqê hebû Nehtibûn hukmê sifatan ew ji zatê lem yezel Aşiq û me„şûq-i yek bûn şem„ û hem perwane bû

Hê berî afirandina ruhan ya dema “qal û belayê” kû Xwedê gava ew afirandin ji wan pirsî : “Ma ez ne xweda û perwerdigarê we me?” Wan jî got : “Erê, tu Xwedayê me yî.” Berî hebûna cîhanê, berî çerxa felekê, berî ger û dewrana vê gerdûnê tev û berî hebûna vê kunbeta camîn/şûşeyî ya esmanî, berî derketin û diyarbûna Text û Kursiyê hêz û biriya xwedayî, berî van hemûyan bedewiya tîrêjên ronahiya rastî ya xwedayî li nav royê bû û tîrêja evînê jê vedida.

Lê belê ew ji zatê Wî yê bêneman/bêzewal re nebibû pesin û taybetmendî û hêj dilgirtî û dilketî herdu jî yekbûn û mîna mom û xecxecoka/perperoka dora wê bûn kû perwane çiqas li dora momê digeriya mom geş dibû û ew çiqas geş dibû perwane jî dilxweş dibû, xwe lê dixist û xwe jêre di şewitand. Ew hê jî pê ve diçe û weha didomîne : Husn û cemalê xwast evîn, vêkra di yek zatî cevîn Nûra qedîm bû „işq û vîn, wan lêk-i naz û „işwe da Husn û mehebbet her hebû, Heq „aşiqê zatê xwe bû Muhtacê husnek dî nebû, neql û riwayet pê we da

Bedewî û rindiyê evîn xwest da herdu pêkve di yek kesî de bicivin û rohniya kevnare ya her heyî ji bo evîn, hezkirin, hemû gihan hev, nazî û delaliyên xwe li hevdû kirin.

Bêguman bedewî û dildarî herdem hebûne û Xwedayê payeberz jî evîndarê zatê xwe yê qedîm xweser bû û ji xwe li gor salox û veguhastinên rastî pêbawer ji bo wê evîna xwe ya xweser jî ti pêwîstiya wî bi bedewiyeke din nebû. Ji xwe Cizîrî di gelek cihên Dîwana xwe de cih dide evînê û xwe jî yek ji hosta û şarezayê evînê dibîne û di rêzên jêrîn de jî baş li ser vê yekê radiwestaye û dibêje:

Me„nayê „işqê bêm çiye, lew min bi çeşmê dil diye

54 WÊJEYA KURDÎ

Eksa cemalek safîye, lami„ di mir‟ata me da Husn û mehebbet zatekin, me„şûq û „aşiq latekin Lê sûret û mir‟atekin, her yek di me„nayê xwe da Ger dilber û wer „aşiqin, „arif di vê da sadiqin Ayîneyê nûra Heqin, cih cih di wan da cilwe da

Divê ez wate û naveroka evînê bibêjim û rastiya wê ji we re jî diyar bikim kû çiye; lewra min bi çavê dilê xwe û bi awayekî derûnî dîtiye kû ew teyisîna şepaliyeke paqijî zelale di neynika dilê me yê awaz (fîq) de. Ji xwe bedewî û hezkirin yekin û dildar û evîndar jî yek perestîne, lê di heman demê de heryek ji wan bi wate û naveroka xwe ya rastîn wêne û neynikeke xweserin. Ew bijareyên li gor wateya xwe wêne û neynikin, ew çi dilber û çi jî evîndarbin, şareza tê de serwextin kû heryek ji wan neynika ronahiya xwedayiye, ji berkû ew cih bi cih di wan de xuya dibe û derdikeve holê. Herweha li jêr jî didomîne: Tu j´ Melayî her bipirs esrarê ´işqê hel dikit Vê mu´emmayê çi zanin sed mela û muste´îd

Di vê rêzê de kû Mela xwe weke zana û agahdarê ji raz û hikmeta evînê dibîne û dixwaze hem diyar bike kû bi tenê meletiya zahirî ya şerîetê bê zanîn û nasîna evîna heqîqî têra têgihîştina hêz û biriya evînê û pîrmendiya wê nake û zanayên wê bi tenê nikarin biryarê li ser evîndaran bidin. Jixwe evîna heqîqî jî kû bavekê tesewifêye, ne dijî şerîet û nesa kitêb û sunnetêye.

Lê digel vê giringî û xweşî û pîroziya evînê, Cizîrî di gelek hunraweyên xwe de cih daye derd û kul û jan û rencên evînê jî kû di vê biwarê deye ev herdu risteyên wî yên jêrîn gelek manîdarin û hemû tiştî ji me re dibêjin: İşqê ji Xwedê da tu bixwazî jê ra Ger dê li neyarek xwe bikî nefrînê Ey dost! Ger tû bixwazî nifrîn li neyarekê xwe yê dijwar bikî, ji Xwedê hêvî û lavaya evînê bike bila bikeve tora evînê û êş û renc û azarên dilketinê bikêşe da heyfa te jê bê hilanîn û tu ji dijminiya wî xelas bibî.

Her li ser van derbirîn û dozên Cizîrî wêjenas û şairê mezin yê Almanî Goethe jî wî rast didêrine û diyar dike kû şairê mezin yê bi navê Nişanî [Melayê Cizîrî] bi rastî baştirîn kese kû ji evînê, hêz, birî û hikmeta wê fam kiriye:

“Şahberhema kitêban ya evînêye , min ew pir bi baldarî xwend. Hindik pelên wê qala xweşiyê dikin, lê yên din hemû bi kul û kederin. Beşek jî jê tejî hicran û cudahî û babetekî biçûk jî li ser hevgihanê

55 WÊJEYA KURDÎ

lê belawela û perîşan. Bes raveya xem û derdan bi cildan dirêj dibe, bêhejmar û bêdawî. Ey Nîsamî [Nîşanî?] axirî te riya rast dît kiye vê raza xerbilî jêk veke, da evîndar ji nû ve bigihên hev.”

Piştî lêzêdekirina hêmana evînê Cizîrî hêmanên berê yên din jî bi van risteyên jêrî rast rave kirine: Çar ´unsurin çar tebîetin, vêkra bi mîzan vêk ketin Bi hevra muxalifsîretin, der sûretê şexsiyye da Hetta bi mîzan çar esil, bi hevra nebin cem´ û wesl Cisman ji hev nabin fesil, bazû ji bazû şeq neda Çar ummehatin sê benat, her bêqerarin bêtebat Pir ´işq û meylin iltifat, d`vê taze deyrê kuhne da

Hîmê wê alema (gerdûn yan jî ´Erşê) kû hêmana wê ya sereke evine, li ser çar ruknên bingehîn (av, ax, ba û agir) hatiye danîn û xwedî çar siruştên xwezayine (şilayî, hişkayî, germayî û serma) kû hemû pêkve rêzbendkirî û bi pîvanin, lê her yek di tevger û lebata xwe de jî dijî hev û xweserin, (çawa dixwiyê li vê derê şareza mezin Cizîrî îşaret bi bal diyalektikê ve jî dike). Ji xwe heya her çar bingehên/hêmanên siruştî bi pîvan û rêkûpêk di cismekî/laşekî de (weke xwîn, zirav belxem û sewda) negihên hev û pêkve nebin yek, ew ji hev cuda nabin û bazuyên wan nabe du şeq. Ew jî çar makin (agir, ba, av û ax, kû çar endamên laşên sereke serî, sîng, hinav û zik heya nigan bi wan re li gor vê rêzê û bi pîvan li hev dikin) kû dibin ruknê gerdûnê yan jî yê ´erş û sê keç (heywan, nebat û hişkeber, herweha buxar, ewir û baran) in kû di vê xaneya kevnare de ji ber evîneke dijwar û dilbijîn û hogiriya pir herdem bêbiryar û bêtebatin û qet ranawestin.

Herweha dibe kû mebesta Mela li vê derê çawa kû Doru jî destnîşan dike bi “çar unsur/hêman, çar tebîet/siruşt û çar esil/bingeh”an her diwazde birc bin û bi “çar ummehat/mak/dê û sê benat/keç/qîz”an jî heft felekên/çerxên esmanan û heft rojgarên wan bin kû li gor hinek stêrnasan her çerxek/felekek yanî esmanek rojgarek têdeye; çawa kû ev herdu risteyên jêr jî vê nêrînê xurt dikin: Hin suflewî bazî dikin, hin meylê evrazî dikin Xweş reqsek şehbazî dikin, sergeştene di halê xwe da

Hinek ji wan ber bi jêr ve diçin û dileyîzin û hinek jî berê wan li evraziye; hemû pêk ve reqs û govendeke xweşî şahane dikin, lê di wî halê xwe de sergêj û şaşamayî mane, nizanin dê ta kengê weha bêrawestan bigerin.

Lê bêguman ew ne bê sedem weha sergêj û heyrîmayî digerin, ew ji bo xatirê jiyana mirovan di vê kefteleftê dene ji ber kû; Cewherê ´aliye ´unsur me Mela Bi l-heqîqet ne ji xwar estuqusîn

56 WÊJEYA KURDÎ

Ey Mela, bi rastî hêmanê me mirovan ji cewherekî bihadar, esilzade afirandiye ne ji bingehekî kêmî bêbihaye”, çawa kû di risteyên jêrî de jî vê yekê destnîşan dike: Bi husna ehsen it-teqwîm û zahir sûretê zatî Nezer dî “ellem el-esma`” we batin ´eynê mir`atî

Bedewiya dildarê kû mebest jê mirove baştirîn û rewşenbîrtirîn bedewiye û ew bi xwe jî berbiçav teswîr û nîgara rindiya rewneqa zatê Xwedêye kû li gor ayeta “we ´elleme Adem el-esma`e kulleha: Wî nav û agahan hemû fêrî Adem (e. s.) kir”, bi derûnî bûye neynika cemala wî zatê aferîner bi xwe.

Yanî çendîn mirov berbiçav madî be jî, lê di bingehê xwe de ew evînê temsîl dike û ji xwe hemû tişt jî ji bo gihiştina wê evînê hatiye xuliqandin û sazkirin.

Ev riste û yên jêrîn tev diyar dikin kû çawa mebest ji danîna darê xwarina fêkî û berê wê ye, wisa mebest ji afirandina gerdûnê jî afirandina miroviye kû kamiltirîn afirandiyê Kirdegare. Çawa kû dibêje: Her neh felek lêk axikin, dûr û diraz wek axikin Tê darin ew jî şaxikin, vê terhê insan mêwe da İnsan bere ´alem dirext, sultan ji xelwet hate text Pê zeyyinîn iqbal û bext, dewlet ji bala tale da Sultan ji bala hate xwar, lahût bi nasûtê veşar Peyweste bû nuqta medar, dewra ´urûcê gerr we da Her neh çerx û felekên gerdûnê jî mîna koşkek yan xaneke kû bergehekî firehî dirêj û asodûr li bere û tê de mîna baxçeyekî mezin darên şaxînî yekcûre şîn bûne û mêwe û berên wan şax û terhan jî bûye mirov û mirovayî. Yanî cîhan bi xwe dare û mêwe û berê wê jî ew mirove kû mîna desthilatdarekî xwedî ferman gava ji valehiya nebûnê derket û hat li ser textê hebûnê rûnişt, hingê şans û bext pê xemilîn û di çerxa felekê ya kamîraniyê de dewleta şadiyê hilat û derket. Herweha siltan yanî mirov jî ji payeya bilind ya ezelî daket rêza jêrîn ya hebûn û peydabûnê û bi siruşta xwe ya nasûtî ya mirovahiyê payeya xwe ya xwedawendigarî (lahûtî) nixumand û bû navenda gera nasûtê/madeyê û xala nîvê çenbera hilkişîn û bilindbûnê.

Bêguman Cizîrî di van honraweyên xwe û gelekên din de jî ramana afirandina mirovan di deverên cihê de destnîşan kiriye, lê bi gelek awayên cihê û pêre jî dîtinên cuda yên li ser vê yekê jî daye berhev, ew gihandine hev û cûreyên van ramanan çi yên rojava bin û çi jî yên rojhilat bin, heya bigihê yên islamê yên kevin û nû, hemû bi awayekî giştî rûbar kiriye û xwestiye wan nêzî hev bike.

57 WÊJEYA KURDÎ

Felsefe û Tesewifa Cizîrî

Mela pir giringî daye tesewif û felsefê û gelek ramanên xwe yên afirandina gerdûn û mirovahiyê yên ser cûreyên evînê û awayên jiyana civakî bi nêrîneke felsefî û tesewifî diyarkiriye û di gelek cihên dîwana xwe de pirê caran jî bê navdan cih daye dîtinên mitesewif û fîlozofên din jî û ew destnîşan kirine: Feyza ´ulûmê felsefe, pir kifşe lê sitr û xefe Min dî di camek qerqefe, fincan bi can min cur´e da

Di piyaleyeke meyê de dema min qurtek ji fincana wê bi ser canê xwe dakir, hingê min dît kû çi xêr û bereketeke pir di ilmê felsefê de heye, lê ew veşartiye û ji herkesî ve nexuyaye.

Mela di gelek cih û waran de xwestiye fîlozafiya cîhanî ya mîna Arîsto, bi taybetî jî Eflatûn û ya îslamî mîna ya İbnî Sîna, Farabî, Îbn Ruşd û Îbn Erebî kû yê dawî di gelek cihan de bandor lê kiriye, bigihîne hev û dijîtiyên navbera wan ji holê rake: Ez dibêm ´Îsa ye ew, ya Ebû Elî Sîna ye ew Lew bi remz û ´işweyan pir mu´cîzat û şîweye

Dildariya weke Îsa (e. s) bi nîşan û dirûv û naziyên xwe yên weke mu´cîzatan miriyan sax dike yan jî mîna Ebû Elî Îbin Sîna (Avicenna, 980-1037) bi şêweyên zanista tibbî (bizîşkî) dibe dermanê derdê dilan û jana wan baş dike û vedijîne.

Li vê derê ew ramanên îbin Sîna kû yek ji şareza û rêşînasê mezintirîn yê felsefê bûye û di gelek waran de ramanên fîlozofên rojava, bi taybetî jî yên Yûnanî kû berê bi saya wergerên bo Erebî yên Huneyin İbin Îshaq û kurê wî İshaq îbn Huneyin (nêzî 870-910) gihabûn nav cîhana îslamê, berfirehtir û bi awayekî sîstematîk bi rêkûpêktir kiribû, destnîşan dike.

Nêrîna Cizîrî li Hellacê Mensûr û Razên (Sir) Tesewifê Mela rewşa ”wehdet ul-wicûdê” û rêbaza Hellac weha rave dike: Ji ene l-heq bi lebên le´l-i xeberdarî bûyîn Bi gulaba serê zulfa xwe te Mensûr-i kirîn

Dema em bi wan gotinên te yên xweşî şêrîn ji naveroka “ene l-Heq” agahdar bûn, hingê bi wî toqê serê biskê xwe te em kirin mîna Hellacê Mensûr kû me jî fena wî dest bi şetatî û petatiyan kir. Li vê derê jî Mela dîtin û ramanên Hellac

58 WÊJEYA KURDÎ pîroz dibîne û gotina wî ya “en el-Heq” jî, ji ber kû di halê gihîştina radeya tesewifê ya wehdet el-wicûdê de gotiye rast dibîne, lê herweha ji ber kû ev derbirîn li gor wî bûye sedemê diyarkirina razeke nihêniya tesewifê, encamdana wê ya bi sezakirina Hellacê Mensûr jî xwezayî û maqûl didêrîne. Mela rewşa wehdet ul-wicûdê û rêbaza Hellac weha rave dike: Remzek nihîn avêhte dil, mihrê ji batin mêhte dil Şehzadeyê sur rêhte dil, şehkaseya ferfûre dil Hostayê ´işqê dil hevot, ser ta qedem hingî disot Remza “ena `l-Heq” her digot, bawer bikin Mensûre dil

Dilketiyê bi nihênî îşaretek avête dil kû bû evîneke bi şewat û ji hundir ve li dil mijiya ta kû cezbê rête wî dilê weke piyaleya ferfûrî. Gava dil bi hevîrê evînê ji hêla şarezayê evînê ve hat stran û baş hat hevotin, hingê kelekê lêda û şewatekê ew girt kû êdî hişê xwe winda kir û weke kû hebûna wî ji holê rabibe xwe nedît û di nav xeyala Xwedê de winda bû û bê hemdê xwe weke Hellacê Mensûr ji devê wî jî şetatî û petatiya “ez Xwedê me” derket kû ev jî jêre bû nîşana gihîştina radeya wehdet el-wicûdê.

Di vê malikê û ya pêşiya wê de Mela dide zanîn kû Hellacê Mensûr ji ber agir û kelecana evîna xwedayî gihaye radeya wehdet el-wicûdê, bi Xwedê re bûye yek û xwe di zatê Wî de dîtiye ta kû van gotinên “en el-Heq, En el-Lah” û yên din gotiye û tê de serê xwe jî daye. Vêca çendîn kû li gor zanîna berbiçav û şerî´eta zahirî ew ji bo van gotinan hatiye sezakirin jî, lê wî ne vala weha gotiye, ew gihîştiye radeya “fena fî l-Lahiyê” kû loma weha ji pesnan xeberdaye. Nexwe sedemê sezakirina wî belavkirina sirê tesewifê bûye kû di viya wî xwe ragirta û wan razên wê payedariya berz belav nekiriba. Herweha ew bi risteyên: Xizmeta pîrê muxan dê kit kesê meqsûde mey Şîşe û cama zucacî ê divêt dê ret Heleb Cewrê Hindî dê kişînit her kesê tawis divêt Cewher û durra yetîm bê terk-i ser têtin teleb

Belkî Suhrewerdî Eb ul-Feth Şehabeddîn Yehyayê Kurd (549-587/1154-1191) û çûna wî ya Helebê û kuştina wî li wê derê bi fetwaya komek zanayên serdema Selaheddînê Eyyûbî (1138-1193) yên xwedî desthilat, destnîşan dike kû serpêhatiya wî jî ne kêmiya Hellace. Yanî: Çi kesê kû amanca wî şerab be, dê ji pîrê meyxaneyê re xizmet bike, lê yê kû piyale û îstekana camîn bivê û ji bo wan bi dest bixe bila here heya Helebê cem desthilatdarên mezinî comerd û hingê jî dê ji ber daxizî û zikreşiya di riya evînê de û ji ber gotin û nêrînên cuda yên nû di halê fena fî l-Lahiyê de bi giliyê çavnebar û heqîqetnenasan bê sezakirin. Ji xwe her

59 WÊJEYA KURDÎ kesê kû bixwaze bigihê “teyrê tawis” û wî bibîne jî, dê tadeyiya yê hindî bikêşe, lewra bê dana serî yan jî bê terkeseriya ji welatê xwe kes nagihîje gewher û mirariyên bêhempa. Dibe kû Cizîrî bi vê risteyê çûna cem sadatên neqşebendiyên Hindê yên serdema xwe destnîşan kiribe kû Îmam er-Rebbanî es-Serhindî (Ehrarî- Neqşî 1564-1624) yê hevdemê wî jî hingê li wê derê bûye. Me bi işraqî sualek ji lebê xunçekuşa kir Go bi ilhamê dizanî di suala me cewabe

Bi awayê rêbaza fîlozofên îşraqî (Zerdeştî-Kakeyî) min di dilê xwe de bê kû ez bi axivim ji dildarê xwest kû bi lêvên xwe yên gulbişkoj pirsa renckêşiya me ya ji ber êş û belayên vê evînê bike. Wê jî bê kû bi wan lêvên weke pijkoja gulê biaxive, bi rêya sirûş û îlhama îşraqiyan bersiv da û got: “Tû dizanî kû bersiva pirsa me ji pirsê bi xwe tê zanîn û ji ber wê jî ti pêwîstî bi pirsa rewşa te nîne”.

Yan jî wê bi pirsê bersiva me da û “Go (ma) tu bi ilhamê dizanî?” Yanî ger tu bi ilhamê bizanî û gihabî radeya têgihîştina sirûşî, hingê pêwîstiya axaftin û xeberdanê nake.

Mela di van herdu risteyan û yên raser de dide zanîn kû Şêx Şehabeddîn Suhrewerdî (pêşengê Kakeyiyan) ji ber nêrîna xwe ya îşraqî li Helebê bi fetwaya zanayên zahirî kû heqîqetnenasin û bi fesadî û zikreşiya wan û israra li ser Selaheddînê Eyyûbî ji bo derxistina fituya kuştina wî, ew hatiye kuştin û li gor wî mîna Hellacê Mensûr neheqî lêhatiye kirin, lê sedemê vê jî dîsa derxistina wî ya razên heqîqetêye.

Weke me berê jî got Cizîrî bi dilekî xurt û aspekteke fireh li gelek raman û nêrînên fîlozofî nihêrtiye, giringî daye pirên wan û ew hêjayî destnîşankirin û ravekirinê dîtine. Mîna van risteyên jêrîn kû têde hem dîtina fîlozofên mu´teziliyan dest nîşan dike, kû dibêjin: “Her kes kirdeyê/fa´ilê kirina/fi´la xwe ye, ger na nexwe ev çi xêr û guneh û seza û padaşe.” Yanî ger her tişt bi Xwedê be, nexwe perestina Wî bese, êdî qeyd û benda kufur û îmanê/bibawerî û bêbaweriyê çiye û çima heye? Hem jî mîna Shakespearê hevdemê xwe bi van risteyên jêrîn nêrîn û teoriya Eflatûn ya “Bûn û nebûn”ê (To be or not to be: Bûd û nabûd) destnîşan kiriye. Herdu birhên te ne mîhrab çi îman û çi kufur Bûd û nabûd kû yekin ev çi sewab û çi ´îqab

Çi bawerî hebe û çi jî tunebe mihrab û berîgeha (qîbleya) perestinê her tuyî û birûyên te ne, vêca ger hebûn û tinebûna baweriyê mîna hev be, nexwe ev çi padaş û çi sezaye.

Lê digel destnîşankirin û ravekirina dîtin û ramanên van fîlozofan giş jî dîsa Cizîrî di honraweya xwe ya dirêj ya li ser gerdûn û awayê afirandina wê de gava

60 WÊJEYA KURDÎ rewşê bi berfirehî rave dike, dibîne kû bi rastî ew gelekî tevliheve û têgihîştina wê bi awayekî yekser û konkret ji her kesî re nehêsaye, heta pir zehmete jî kû loma dixwaze vê yekê diyar bike û dibêje: Min dil ji fehmê qasire, ji wî sûretê çar ba gire Pê kir temam ew dayire, neqşek ji wê terwende da

Bêguman dil û hişê min ji têgihîştina vî karî re kêm dimîne û têr nake, ji ber kû di vî wêneyî de gelek pirsên bi hişkegirêk hene kû mirov nagihê koka wan, lê tiştê diyar ewe kû Kirdigarî hino hino çembera çerxê temam kiriye û her roj nexşeke nû mîna mêweyê terwende jê afirandiye. Yek jê ji teqwîma qedîm, lê bû neseq hukmê Hekîm Avête wê lewhê reqîm, têk ´alemê pê şu´le da

Xwedayê dadres yek ji wan nexş û nîgarên nû kû di bîrewerî û têgihîştina kevnare de hebû bi rêkûpêk ew rêzkir, penda perwerdigarî têde bi cih, rast kir û ew avêt lewheya kû nivîs û hejmar li ser hebûn ta kû gerdûn hemî bi wan nexşan rohnî, geş bû û şewq veda. Hingî kû xet û nuqtene, ewda´ û eşkal tê hene Her yek bi miqdarê xwene, esla tesewur rê neda

Bêguman ji ber piraniya xet û xalên di wê lewheya nivîsîde û hebûna rewş, awa, şêl û şeklên cihî yên tê de, digel tibabeke din kû ew jî ne kêm ne zêde bi qasî heryek ji wan bi xwene, ew bi rastî dûrî raman û bîrbirinê ye û bê sirûşa xwedayî kes nikare tê bigihê. Miqdar û şiklê hendesî, kêm zêde yek pê nahesî Teswîr dikir İqlîdesî, hetta bi sethê sufle da

Ew tibab û miqdarê wan şekil û rewş û şêlên wan xêz û xalên endaziyarî kes zêde pê nahise û pê nizane, lewra yê kû pê dizane û ji çerxa jorî heya rûyê xwarî yê vê erdê pîvaye û şekil dayê İqlîdes (Euklîdes 283-306ê berî Îsa) e, hew ew pê dizane. Mersef di nav van meş´elan, qet´a mesafa merhelan Sirra birûc û menzilan, resma sulûkê cadde da

Rêzbendî û cadeya navbera van meşaleyên stêrên çerxa felekê û birîna wan ya qonaxên dûriyê di wê gera xwe de digel razên birc û qonaxên esmanî di vê çerxa gerokî fireh de wêneyê çûyîn û rêwîtiyeke bedew û gereke ecêbî bêhempa da.

Bi vê re jî Mewlana Cizîrî divê bide zanîn kû zanîneke yekalî û sade heya metafizîkî bi tena serê xwe jî têra têgihîştina awayê afirandin yan jî hebûna siruşt û

61 WÊJEYA KURDÎ gerdûnê hemî nake, lê digel zanîn û şarezahiya fîlozofî divê ya matematik, astronomî, fizîk û kîmyaya xurt jî hebe ta kû karibe qanûnên ger û pêç û deweran û fetlên xweza û gerdûnê fêm bike û wan ji hev derîne/derxe.

Herweha ji bilî vanên jorîn Mela gelek fîlozofên mîna Empedokles (berî Îsa 490-430), Aristoteles (384-322 b. İsa), Eflatûn/Platon (427-347 b. Îsa), Sokrates (470-390 b. Îsa) û mutesewifên mîna Marûfê Kerxî (m+ 200/815), Şiblî Ebû Dulef (m. 946 p. İsa), İbn Seb`în (1197-1270), İbn ´Erebî (1165-1240), digel sofî û şairên mîna Se´dî (580-691/1183-1291) û Hafizê Şîrazî (1320-1388-90), Camî (1414- 1492), Ferrûxî (m. 1038), Rûmî (1207-1273) û Şemsê Tebrîzî (1185-1247) jî di cihên cuda yên Dîwana xwe de destnîşan kiriye û bi dana navê wan hem ramanên wan yên felsefî û rewanbêjî raxistiye ber çavan û hem jî carina bi kurtî ew rave kirine. Çawa ji vê yekê jî baş dixwiyê kû Cizîrî hem muteswif û fîlozofekî rewşenbîrî serwext û hem jî rewanbêj û suxen werekî çalakî hêja yê honrawe, wêje û edebiyatê bûye.

Di Dîwana Cizîrî De Rewşa Civakî, Siyasî Û Dîrokî

Dema mirov bala xwe bide ser rewşa Kurdistanê ya 300-350 sal berî Cizîrî, dibîne kû gelek bobelatên mezin bi ser Kurdan ve hatine û mezintirîn êrîş ya Cengizxan (1162-1227) û neviyê wî Hulagoyê (1217-1865) hîmdarê dewleta ilxaniyan bû. Piştî wî jî dewleta ilxaniyan di navbera du serekên İlxaniyên Moxulî de hat parvekirin: Seldoz û Celayir (738/1336-7) û pê re jî welatê kurdan bû dû beş, lê demek piştre bobelateke nekêmî herduyên jorî ya Tîmûrlengê (1336-1405) zordar û sitemkar bi ser wan ve hat kû bi rastî van hersê çar desthilatdariyan gelek kuştin, xwînrêjî, talankarî û wêrankariyên mezin li Kurdistanê kirin. Piştî Tîmûrleng jî ji ber şer û cengên desthilatadariyê yên di navbera moxilên celayirî û Turkmenên Karakoyunlu (1375-1468) û Akkoyunlu (1378-1508) de di welatê Kurdan de wêrankarî û talankarî kêm nebû û her bi wê sitemkariyê domand û ziyaneke mezin da kurdan û welatê wan.

Hêj zilma wan li ser kurdan bi dawî nebûyî, vê carê jî zilm û zora sefewiyan bi ser herêmên kurdan de girt û gelek navendên weke Cizîra Botan, Amed, Mêrdîn, Hesenkeyf û yên din ketin bin dagîrkeriya şah Îsmaîlê esil Kurd, lê çendîn Kurdbû jî ji bo nêrîna xwe ya mezhebî bi riya raspêrên xwe yên şî´î pir zordarî li ser Kurda dan meşandin; heya Kurd bê rêbûn û bi riya Îdrîsê Bedlîsî peyman bi Yawiz Siltan Selîmê Osmanî re çêkirin û bi alîkariya wan û serkeftina cenga Çaldêranê (1514- 1517) Sefewî ji welatê xwe derxistin û zilma ser xwe kêm kirin. Piştî vê jî aştiya kû di navbera dewleta Osmanî û ya Sefewîyan de di sala 1542 an de pêk hat bi gelemperî navçe û bi taybetî jî li Kurdistan hinek aramî çêbû.

Di sala 1553 yan de êrîşên kuştin û wêrankirinê yên Şah Tahmasbê Sefewî dest pê kir û heya sala 1589 bi bûyerên cuda cuda berdewam kir.

62 WÊJEYA KURDÎ

Piştî van tevkujiyane lihevhatinek dinavbera herdû aliyan de çêbû heya sala 1603 vê aramiyê berdewam kir. Lê osmaniyan ev peymane xirakirin. Êdî talankirin ji aliyê Şah Ebbasê Sefewî li Kurdistanê dîsa dest pê kirin heya sala 1639 bi peymana Qesra Şêrîn Kurdistan di navbera herdu desthilatan de bi tamamî hat parvekirin.

Belkî ev wêrankariyên berî serdema Cizîrî bin kû wî di pirtukên dîrokî de xwendibe û hem jî ji serpêhatiyên kurdan yên devikî bihîstibe û yan jî ji yên kû di dema wî de qewimî bin û wî bi çavên xwe dîtibin, bi wan re mezin bibe û jiyan bibe, bêguman dibe kû van hemûyan bandoreke pir li ser kiribe, bi wan gelek êşabe û westan û azareke dijwar ji ber wan kêşabe heya kû di gelek beşên honraweyên xwe de digel şewata derdê evînê û peywendiyên perwerî yên fîlozofî û tesewifî wî ev kul û keser, êş û jan û kovan û xemên xwe jî gotiye û ravekiriye.

Şarezeyekê weke Cizîrî kû yek ji zanatirîn kesê serdema xweye, ne gengaze kû vê wêrankariyê bala wî nekişandibin û wî ew di ser guhê xwe re avêtibin, li ser ranewestiyabe û di honraweyên xwe de cih nedabe wan û ji wan re bêdeng mabe.

Bêguman Cizîrî li ser wan bûyeran rawestiyaye û di van risteyên xwe yên jêrîn û gelekên din de ew bi nav û nîşan eşkere kirine, çendî kû di hinek cihan de wî bisk, kezî, birû, çav û mijangên dildara xwe bi wan şibandibe jî lê armanca wî ya sereke bi wê mînandine. Hinek ji wan rêzikên wî evin: Ji re´na nêrgizên tey mest û xwînrîz Zeman bû ´ehdê cengengîzê Cengîz

Ji ber rindî û xweşengiya çavên te yên nêrgizî û awirên wan yên tûj kû xwîna evîndaran dirêjin, dem bû weke serdema êrîş û cenga Cengiz Xan ya ser welat û mirovan kû cîhanê kiribû gola xwînê. Sef sef mi dîn Hindî û Zeng Cengîz-i hat Teymûrê Leng Xef wan reşandin dil xedeng teşbîhê tîrên Xan Şeref

Min Leşkerê Hindî û Zenciyan sef bi sef rêzbûyî dît kû dihatin me û herweha zordar û sitemkarên mîna Cengizxan û Tîmrûleng jî bi sipahên xwe ve hatin me û hemûyan bi dizî tîr avêtin dilê me kû tîrên wan jî mîna yên Mîr Şeref Xan dijwar bûn. Rûm û Ecem ji her teref ceng û suwaşe wan bi xef Hindî û Zengî sef bi sef hatine ber liwayê zulf

Sipah û leşkerên Rûm û Ecem ji her hêlê ve bi dizî bi hev re ceng dikin û sipahên hindî û zenciyan jî hatine li ber alaya zulfan rêz bûne û sef girtine.

63 WÊJEYA KURDÎ

Geh dil û geh can dibin tirkên te tên Nakirin yexma û talanê xelet

Ey dildar û hîlebazên (gelac) kû di fesadiya xwe de mîna tirkan dilreq û xwînrêjin! Ne bi şaşî lê bi zanîn geh tên êrîşî dilê me dikin û geh jî canê me talan, tarûmar û telef dikin. Meşrebê tirkan Firat û Nîl-i kir Teşneleb çû terfê ´ummanê xelet

Dildarê, berê Turkên sîtemkar, dilreq û fitnebaz, daser ava şirîn tamxweş ya çemê Firat û Nîlê, lê evîndarê lêvzuha û lewaz ji ber germa evînê li hev şaş kir û berê wî da deryayê ta kû bi ava wê ya şor û tahl(tehil) tênîbûn û kelêjana wî zêde bû û bêhtir lêvkelişî û zuha ma. Turkê xwînrîz û xumarî me bi yek xemzeyekê Zuhdê çilsale li min zêr û zeber kir ji esas

Ew dildara me ya weke tirkên dijwar, xwînrêj, sergêj û serxweş bi awireke çavên xwe yên sêrbaz û dilrakêş terkê cihanî û perestina me ya çil salî serûbinkir û têkbirin.

Tu binê Rûm û ´Ecem kuştine zengî di kemîn Hane her tête peyapey ji teref Rûm xweş û xweş

Ey dost! Tû li leşkerên Rom û Farisa binêre çawa êrîşî zenciyan kirine û ew di şargeh û sitara wan de kuştine û ji vî leşkerî re ha ha ye ji hêla Romê ve li pey hev û bi lez hêj hawar jî tê: Rom û „Ecemî girtiye oxilme bi sef sef Cohtê muxulan hatine cengê hebeşî

Leşkerê Rom û Ecem di qada cengê de li ber hev pahn û rêz bûne xwe ji hev re digirgirînin û fêrisên moxulî jî hatine şerê hebeşiyan û cot cot êrîşî wan dikin: Tox û ala kû xwiya bûn ji ´Ecem Ereban tîp-i şikestin çep û rast

Çi dema direfşên moxulî û alayên faris yên Ecem ji aliyê rojhilat ve derketin û êrîş anîn ser leşekrên ereban hingê ew bi yek derbekê şikestin û rast û çep bi lez û bez reviyan.

64 WÊJEYA KURDÎ

Bikaranîna hunera bedî´/bedewî û rewaniyê:

Melayê Cizîrî jî mîna gelek şairên serdema xwe di honandina xwe de gelek qalibên suxenwerî û rewanbêjiyê kû wêjeyê xweşik ravedikin û payebilind dike, hostayî bikaraniye:

kû dawiya hevok û (سجعي) Mîna bikaranîna gelek gotinên hevwate û yên sec´î gotinan li hevhatine: Lew wekû sewda û dînim, herdema dêmê dibînim Dîn dibim heyran dimînim, Muşteriya Zuhreye

Sedemê ez weke evîndarê gêjim û dînê sewdaserim ewe kû dema ez rûyê dildarê dibînim û çavê min bi wê dikeve ez dîn dibim, heyran dimînim û nizanim çawa bi hişê xwe ve bêm, çi bibêjim û tiştên kû dibînim jî ji hev venaqetînim. Ez nizanim gelo ew tiştê kû ez dibînim rû û dêmê dildarê yê ronahî û geşe, yan jî rojgara Bercîsa bi şewqe, yan jî stêra Gelavêj ya bi ronahiya rengmirariye. Şems di nêv burca şeref da, sed kewakib çar teref da Muşterî hatî bi ref da, istiwa çû qibleye

Min rûyê dildarê di nîvê birca şerefê ya bilind de dît kû li herçar hêlên wê bi sedan stêrên rewneqdayî dibiriqin. Herweha guharê guhê wê jî dibiriqî û xeta rûyê wê digiha heya nîvê esmanan, bibû qibleya temaşevanan û Kebeya evîndaran.

Teşbîh/mînandin: Leylet ul-Qedr û Beratin zulf û cebhet subhê ´îd Dêm weku fesla biharê lê qiyamet qedd û qam

Biskên dildarê weke şeva Qedrê û ya Beraetê reşî pîroz û bi rûmetin, eniya wê jî mîna roja cejnê bi rewş û dibiriqe, rû jî fena demsala biharê bi gul û çîçekin, lê bejna wê jî weke roja qiyametê tijiye kû mirov nikare berê xwe bidê û lê binêre.

Li vê derê di navbera zulf û şevên Qedir û Beraetê de, di navbera enî û serê sibeha cejnê gava tav derdikeve, di navbera dêm, gul û çîçekên biharê de û di navbera bejin û roja Qiyametê de teşbîheke rewanbêjî heye: Qewsê du hilalan kû li ser bircê esed bit Bû şuhre di ´amê ´emel enguştê numa girt

Çi dema ew kevanên wek heyva yekşevî kû rûnin(eşkere), hatin raserî birca şêr kû çavin, nav û dengê wan di nav xelkê de belavbû û bi tiliya hatin nîşandan.

65 WÊJEYA KURDÎ

Li vê derê di navbera birûyên dildarê û heyva nû hilatî kû wek hevin cara pêşî li esmanan xuya dibe.

Mecaz, kinaye û isti´are (idyom) Bîzê dikit ji qencan ji remz û naz û xencan Qedrê gulan çi zanit kerbeş divêt kerê reş

Ew miriye (bêruh) dilhişk ji bedewên xweşik, nîşan û nazên wan bîzê dike û ji wan direve, wê çawa qîmeta gulên bihên xweş bizane, jiberkû ew kere û ker jî ewqas ji giya û kîvarê hez dike. “Qedrê gulê çi zane kerbeş divê kerê reş” tê xuyakirin kû mirovê nezan qîmeta tiştê baş nizane. Belkû dîwar-i bi guh bin bi Xwedê kî bi Xwedê Bi tu rengî nekirî eşkere esrarê hudûs

Tu bi Xwedêke, tû bi çi reng û awayî çêbûna gerdûnê eşkere nekî, lewra dibe kû dîwar bi guh bin, ew bibihîzin û belav bikin.

Li vê derê “Hêdî bêje dibe kû dîwar bi guh bin, bila nebihîzin” destnîşan dike kû gotinên girîng li her derî nebêje! Nesîmê sinbul û sêvan seher da hebs û zindanê Vebû qufla me bê mifte ziringînî ji quflê da

Dema bayê nesîm yê başî û dilovaniyê ji dêmên dildarê di berbangê de li me evîndarên mîna dil zîndan da, wê demê qifla derê wî dilê reng zîndan bê kilîl vebû, zingînî jê çû û dengê wê giha her derî.

Li vê derê Cizîrî hunerê isti´arê kiriye kû sinbul û sêv bi dêmê û dil jî bi zîndanê şibandiye. Cînas/tecnîs (gotinên hevherf û watecuda):Eger herdu gotinên hevdeng û watecuda di hejmar, rêz, awa û cureyên dengên xwe de weke hev bin, ew dibe cînasa tam û ger di yek ji van de ji hev cuda bin hingê dibe cînasa kêm. İzarê ger li min dî tu li dil de Li enn el-qelbe qed yehwa ´izarek

Ey dildar! Eger kû min ji sinûrê xwe zêde dil berdaye û tu divêyî serê sertîrî li min bidî, fermo li dil bide jiberkû ewe tawanbar û gunehkar kû ji hinarûkên ser rûyê te hez dike û dil berdaye wan.

66 WÊJEYA KURDÎ

Ji xwe cihê tam yê navbera herdu ´îzaran diyare kû mebest ji ´izara pêşî sertîre û ji ´izara dawî jî bisk û hinarûkin:

Vê firqetê pir dil şewand, cerhên qedîm dîsa kewand Şîşên di sor tê da tewand, feryad ji destê firqetê

Vê cudahiyê dilê me pir şewitand, peritand û birênên kevn jî ji nû ve kewandin û şîşên sorkirî têde birin û anîn ta kû ew tewandin, ax ji destê vê cudahiya dilşewat û rencdêr.

Di vê derê de jî hunerê cînasa kêm heye ji ber kû “wand”a peyvên: şewand, kewand û tewandê yeke lê peyv giş na. Telmîh/bibîranîn (bi gotin yan jî hevokeke kurt destnîşankirina bûyereke dîrokî yan jî serpêhatiyeke navdar):

Minnet ji tali„ her ji bext, Asif bi text û bext û rext Belqîs ewî anî bi wext, îro Suleymanî Mela

Ez ji vî bext û şansê xwe yê xweş û başre gelek minnetdar û spaskarim kû mîna Asif ibn Berxiyayê hêzdar û bi şiyan ji min re dildara fena Belqîsaya şahbûnaya welatê Sebe´ê mezin û payebilind di cih de ligel text, bext, cilûberg û pertalên malê pêkve anî û ez mîna Silêman (e. s.) şa kirim.

Li vê derê jî Cizîrî bûyera Silêman (e. s.) û Belqîzayê ya “Qal el-lezîne --” diyar kiriye. Dîsa bi risteyên: Şukur bînahiya min hat û Yaqûb dîde rewşen bû Bi boya Yûsufê Misrî li Ken„anê beser peyda

Şikir ji Xwedê re kû ew dildara weke ronahiya çavên min hat û pê re jî bînahiyên min zivirîn, çawa kû bi hatina bihna qutikê Yûsufê Misrî jî ronahiya çavên Yaqûbê Ken„anî lê vegeriya bû. Li vê derê jî bûyera Yûsuf (e. s.) kû bi anîna kirasê wî ronahiya çavê bavê wî Yaqûb (e. s.) lê vegeriya bû, destnîşan dike. Herweha dîsa bi risteyên: Ger ji wê horîsiriştê ´îşweyek izhar-i bit Dê bibit narê Xelîl il-Lah û dojeh sar-i bit

Eger yek narîn û nazenînî ji wê dildarê çêbibe û biçe ser wî dilê mîna agirê dojehê wê ew agir weke dêza agirê kû Nemrûd, Îbarahîm (e. s) avêtibû nav, sar bibe û bibe ewlehî.

67 WÊJEYA KURDÎ

Mela bûyera kû Nemrûd û Îbrahîm Pêxember (e. s.) avêtibû agir, destnîşan dike. Tewriye (rexneya sergirtî, poşîna rastiyê): Ger gotin, hevok yan jî risteyeke kû du wate û zêdetir bide û ji hêla ya nêzîk ve ji bo sergirtin û poşandinê wateya dûr bê amanc kirin ew dibe tewriye: Ayetê husnê mufessel ke ji keşşafê cemal ´İlmê ´işqê bike tefsîr û ji defter meke behs

Tu nîşana xweşikiyê li gor raveya cemal û şepaliyê ya ayeta “Xwedê ronahiya erd û esmanane” baş şirove bike da tu li gor wê, tefsîra zanîna evînê bikî û behsa kitêb û defterên din nekî.

Di van risteyan de hem nazikî û rewanbêjiya bedew ya bikaranîna gotinên nêzîk yên ”ayet, mufessel, keşşaf” û ”tefsîr”ê heye û hem jî tewriye heye ger kû ji “Mufessel” û “Keşşaf”ê navên kitêban bên girtin kû wateya wan ya dûre.

Mubalexe/zêdekirin (pesindan û danenasîna zêde): We`r ji ber perdê yedê beyda bi mu´ciz bête der Şems û kewkeb dê hilên ´alem tejî enwar-i bit

Ger bi rêya mucîzeyekê destên spî ji ber perdê bêne der, demê roj û rojgar hemû cihan wê ronahî bibe. Di hilatina rojê û stêran ji ber destê spî û ronahiya cîhanê de zêdekirineke rewanbêjî heye. Tecrîd (kû xwe têxe ciyê yekî din û bi xwe re baxive): Leşkerê ´alem meger yekser te dijmin bin Mela Xem bi mûyek nakişînî ger te dilber yar-i bit

Ey ”Mela” ger kû dildara te bi te re dost û yar be leşkerê temamê cihanê neyarê te be jî dîsa bi qasî yek mûyekî jî xem nake û tu çu minet ji wan hilnayinî.

Di vê derê de Cizîrî bi gotina “Mela” kû xwe dixe ciyê yekî din û pê re diaxife, hunerê tecrîdê yê rewanbêjiya bêhempa (bedî´ê) dike.

68 WÊJEYA KURDÎ

Alliterasiyon (dubarekirina deng û ahengkirina gotinan): Şox û şengê zuhrerengê, dil ji min bir dil ji min Awirên heybetpilengê, dil ji min bir dil ji min

Ew xezala narîn û dildara kû ronahiya rûyê wê weke gelavêjê tîrêj dide bi dilê min girt û revand, herweha awirên çavên dildarê yên tûj kû bizd û xofa wan, tirs û bizda pilingî dilê min talan kir û bir.

Telmi´/du-sê-zimanî (Nivîsîna riste yan jî malikan bi çend zimanan): Di iqlîmê suxen mîrim di şi„rê de cehangîrim “We ye„lu mewkib el-„uşşaqi e„lamî we rayatî”

Bêguman ez mîrê welatê xweşbêjan û yê herêma rewanbêj û xweşaxêvanim û di pîşeyê honraweyî û honana helbest û qesîdeyan de cihangîrê şair, xwedî dîwan û nivîskaranin û gava karwanê koma evîndaran here pêşbara pîroz ya bexşandinê û civata nêzî gihîştina cem, hingê alaya min bi ser ya wan dikeve û bandrola min jî li pêşiya karwanê wan bilind dibe. Jiberkû serdarê pêşeng û mîrê mezin ezim.

Faxriye/pêpesnîn/bixwepesinîn: Di î´cazê beyanê da suxen ger bête insafê Dizanit muxteser herkes Melê sihr e `îbaret kir

Di derbarê diyarkirina mucîzatan yanî tiştên ji her hêzê der de gava bi wijdan bê axavtin hingê hemû kes bi kurtî dizane kû hevok û gotinên Melê fena efsûnin.

Medhiye/pesindan: Xanê xanan lami„ê necma te her pirnûr-i bî Keştiya bextê te ez bayê muxalif dûr-i bî

Ey mîrê mîran ez ji Xwedê hêvî û lava dikim kû stêra te ya tîrêjavêj herdem pirgeş be, yanî hertim bextxweş bî û herweha ez hêvîdarim kû gemiya bextê te jî ji bayê dijberê gemiya te dûr be da ji rêya xwe nemîne.

Ji bilî van jî şarezayê mezin Mewlana Cizîrî gelek hunerên bedewdêriya rewanbêjiyê yên din jî mîna tibaq û tezad, tenasub, ne´t, terci´ê bend, texmîs û terdiye û yên din bi kar aniye.

69 WÊJEYA KURDÎ

XWENDIN Û ZANÎNA CIZÎRÎ

Şarezayê hunera ristin û honanê Cizîrî jî mîna pirên zana û alimên serdema xwe li Medreseyên Kurdistanê û yên rojhilata navîn hemû zanîn û şarezayên pêwîst yên wê serdemê xwendine û bi taybetî di rêzimana erebî û hunerê edebiyata wî de baş perwerde bûye. Herweha ji bilî ilim û zanînên pîşeyî yên mîna nehw û serf (rêziman), munazere, mentiq, kelam, fiqih, hedîs, şerîet, usûl, ´eqaid, tefsîr, felekiyat, hendese, hisab, fizîk, û yên din wî di zanîna beyan, me´anî, i´caz, rewanbêjî û suxenweriyê de jî bûye xwedî zanistên baş û ji bilî erebî ew bûye serwextê zimanê farisî, tirkî (osmanî) û zimanê xwe kurdî.

Ji bilî van hebûnên jorî ew li ser tesewif û felsefê jî gelek xebitiye û li gor naveroka Dîwanê, ew li ser dîrok, usûl ul- fiqih, stêrnasî û estetîkê jî bûye xwedî agahiyên baş.

Ew ji bo perwerdeya van ilmên jorîn û gelekên din, weke hemû zana û xwendekarên Kurdan li gelek xwendingehên Kurdistanê (Cizîr, Amed, Hekarî, Îmadiye) û çendekên welatên cîran jî mîna , Şam, Misir û Îranê jî geriyaye û piştî qedandina xwendina xwe jî li Farqîn, Amed kû li gor Ezeddîn Mustefa Resûl û Celadet Bedirxan beşek ji hozanên xwe wê demê nivîsiye, li Hesenkeyfê li medreseya mîrekên Eyyûbî û paşiyê jî li Cizîra Botan li Medreseya Sor ya mîrekên Botan dersdarî kiriye û di van zanînên girtîde gelek zana û mamoste derxisitine û ew perwerde kirine.

Astrolojî (Estêrelojî)/Feleknasî/Stêrnasî Di Dîwana Cizîrî de

Weke kû ji xwendina Dîwana Cizîrî ve jî diyare Mela di zanîna stêrnasiyê de gelekî serwext bû û di gelek hozanên xwe de ew bi şarezayî xebitiye û di dem, rewşan de cih cih ger û dewra çerxa felekê û herheft rojgarên çerxê hem bi navên erebî yên felekiyatê û hem jî bi navên îranî-kurdî daye nasîn û bi karaniye.

Herweha wî ger û dewrana roj û cûreyên stêran di çerxa felekê de û ketina wan ya bircên esman digel peywendiyên wan bi deng, awaz û ahengên alav û awazên muzîkê re jî di gelek honandinên xwe de destnîşan kirine. Ji xwe wî navê gelek aheng û awayên mûzîkê jî di hozanên xwe de ligel alavên muzîkê yên curbecur yên heya serdema xwe bi nav kiriye û pê re jî kîjan ji wan enstrumentan bi kîjan aheng û awayî re, di kîjan wextê salê de gava roj û dem di kîjan bircêde bin li ser rawestiyaye û di honandinên xwe de destnîşan kiriye.

Nimûne: “Newaya mitrib û çengê, fîxan avête xerçengê Were saqî heya kengê, neşoyin dil ji vê jengê”

70 WÊJEYA KURDÎ

Yanî dema roj di navbera 21-hezîranê û 22 tîrmehê de dengbêj bi awaza çengê (harpê) re û bi ahenga/ awayî sirûd û stran gotin, heya kû dengê wî giha ber birca xerçengê. Çawa kû di wê serdemê de li rojhilata navîn di wî wextê salê de xelk ji bo şevbirkan li qehwe û meyxaneyên baxçe û bîstanên bilind û li ser banê wan diciviya, hozan dixwend û stran, lawik û lawje digot heya awaz û dengê wan digiha ber birca xerçengê/kêvjalê.

Ji xwe ji bilî kû Mewlana Cizîrî di van risteyên jêrî de hêmanên alem û gerdûnê nîşan dide herweha çawa N. Doru jî di wê baweriyê de ye, weha dixwiyê kû Cizîrî di heman demê de xwestiye bi van risteyan 12 birc û heft çerx û felekên esmanan û rojgarên di wan de jî destnîşan bike: Çar ´unsurin çar tebîetin, vêkra bi mîzan vêk ketin Bi hevra muxalifsîretin, der sûretê şexsiyye da Hetta bi mîzan çar esil, bihevra nebin cem´ û wesl Cisman ji hev nabin fesil, bazû ji bazû şeq neda Çar ummehatin sê benat, her bêqerarin bêtebat Pir ´işq û meylin iltifat, d`vê taze deyrê kuhne da

Bi dehan malikên li ser hemû bircan vehandî heye; evane dikarin yek bi yek bêne lêkolîn û şîrovekirin.

Hêjayê gotinêye kû Cizîrî di hêjmarek zêde de, behsa amêrên muzîk û awazan kiriye. Hema bêje di nava her malikek ya helbestên navborî de, em dikarin li rasta van hêmanan bên. Girêdana evînê û muzîkê di astek pir vekirî û zelal de bikaraniye. Ango mirov dikare bêje kû Cizirî, bi vê rêbazê di heman demê de awaz û miqamên helbestên xwe jî dîtiye. Ji milek din ve, mirov dikare ji navên van amêran bikeve rê û amêrên kû di serdema Cizirî de herî zêde bi bandor û dihatin bikaranîn jî binase. Hinek ji wan amêrên Cizîrî bi piranî bikaranîyî evin; qanûn, nay û ney, ribab, rûd-saz, tenbûr, ûd, zengil, muxnû, erxenûn, def, çeng-harpa, bilûr.

Agahî Çendî dinê bit her hebî, „alem di ber hukmê te bî Herçî divê te her we bî, lebsê te kîmxew xare bî Dayim bi remz û „işwe bî, şubhet gula her xunçe bî Wî buxçeyê xar tê nebî, ageh ji „uşşaqên xwe bî Çeşmek li ehwalê me bî, derheq me lê bêperde bî Saxer medam pir bade bî, pirşefqe û xweşme„de bî Bihtir bi rehm û şefqe bî, b`şîrê te da perwa nebî Mexmûrê çehvên şehle bî, sotîne narê firqetê

71 WÊJEYA KURDÎ

Ey dildar! Ez hêvîdarim kû heya dinya hebe, tu jî hertim hebî, cîhan hemû dibin desthilata te de be û li gor daxwaziya te be. Herweha cil û bergên li ser te ji hevrîşimê tenikî giranbiha û hevrîşimê pêlpêliyî hêja bin û herdem tû bi nîşan, bi naz û delalî, nazik û kubar û li pêşber hempayên xwe serbilindbî. Tû mîna guleke bijkoj nevekirî spehî û destnedayî bî û dirî û sitrîn di baxçeyê rindiya te de tune bin, da tû ji tade û azarê wan parastîbî. Bi vê re jî tû ji hemû rewş (û ahenga) evîndarên xwe (ya yekgah) agahdar bî, çavên te li ser wan be, wan jibîr nekî, paşguh nekî û çavekî te jî li ser rewş û ahenga me dildaran be, lê digel vê jî ji bo me tû bê perdeyeke ahengxwan bî û şepaliya xwe ji me veneşêrî.

Bila şuşa şeraba te ya şadîmanî û dilxweşiyê timî tijîbe, tû li hemberî me dilsoz, ji me re dilovan, beşerxweş û devlikenbî û dilovaniya te ji me re ji ya herkesî bêhtir be, da em ji awirên çavên te yên weke şûran bêtirs û bêfikarbin û çavên te yên xezalî jî herdem mest û xumarîbin, da me efsûn bikin. Lewra bi rastî agir û şewata cudahî û dûriyê dilê me peritandiye û kezeba me piraştiye. Sema´/sima´î/sema´î/sema: Dê bişaret bi işaret ji neyê bête sim` Tu ji nayê di sima´ê bike bawer meke behs

Ey evîndar! Dê nîşan û îşaretên mizgîniya gihiştina cem dildarê ji dengê muzîka neyê ya di meqamê sema´î de bê sehkirin; ji ber wê jî tû ji wî dengê civata muzîkê bawer û dilbicîhbe û dikara rêyeke erêkirinê ya din neke, ji berkû ev îşaret bi tenê têra dilbicîhkirinê dike.

Rast: Heyîv bû ew di zulmatê, dixwim sondê bi ayatê Ku nûrê da semawatê, esed hat rastê mîzanê Qemer hat rastê perwînan, ji bo xemlê şemal înan Me nêrgiz dîn di nesrînan, di nêv baxê gulistanê

Ez bi ayetan sond dixwim kû ew heyva taritiyê gava ronahiya xwe da esmanan hingê awazeke meqamê rast ji birca şêr derket û bilind bû heya giha birca mêzînê, her di wê gavê de ew heyv jî li gor wî meqamê rast li ber şewqa perwînê xemil û şemalek da xwe û ew der ewqas ronahî kir kû di baxçeyê gulan de nêrgiz û nesrîn çirisîn û reng vedan. Dil dixwînit zulf û xalan dêm û balayên ji nûr Her bi qanûn mujdeya xeybê ji nayê rast û çep

72 WÊJEYA KURDÎ

Dil zilf û xalên ser dêm û balaya nûrîn vedixwîne û qanûn jî digel neyê bi meqamê rast mizgînî dide kû dê ji xeybê rast û çep deng bêtin.

Zuhre û ´iqda Sureyyayê di şerqê keşşifîn Leylet ul-qedrê ji mexrib perde dayê rast û çep

Gava ew dildara mîna bercîsê digel gerdena weke Surreyayê (komika Sêwiyan) ji rojhilat ve xuyabû, hingê ji hêla rojava ve bi niyeta şeva Qedrê awaza dengbêj ji perdeya meqamê rast rast û çep bilind bû.

Koçek/Kuçak (çengî di vî meqamî de lê dixe): Fehmê razer bikirî wer bibihî mujdeyê saz Çengî bêperde dibêjit ne ney û nayê bi deng

Ey evîndar! Ger tû bivêyî razên zanista evînê û nihêniyên pîşeyê hezkirinê fêhm bikî, fermo were civata mûzîka çengiyê da tû ji awazên hemî alavên mûzîkê di ahenga kuçak de mizgîniya raz û penhanan bibînî. Jiber kû çengî bê ahenga xwe ya kuçakê jî bi çengê ji te re raz û nihêniyên kû ji awaza “nay û ney”ê nayê bihîstin, dibêje.

Reha/Rehawî/rehawend: Ji wê zulfê ji wê bendê, reha bim lê ji peywendê Siyehçeşmê spîzendê, te sohtim şubhetê findê Şubih şem„ û şemalim, ez ji ber hubba te lalim ez Ze„îfim wek hilalim, ez sifetgoyîn dikalim ez

Ez ji benda wê biska kû dildarê dest û lingê min mehkem bi xelekên wê ve girêdabûn, çiqas kû xelasiya jê zehmet bû jî, [dîsa ez bi alîkariya ahenga rehawî] filitîm. Lê belê ma qey felata ji te heye ey dildara çavreşî zendspî! Na bi rastî nîne, ji ber kû te ez bi arê evîna xwe şewitandim û laşê min jî ji ber wî agirî weke mom û şimayê heliya û ji ber êşa evîna te mîna şimayê zermihî, lê digel vê jî ez ji ber dildariya te lal bûme, nikarim gilî û gazindên xwe jî bikim. Herweha laşê min jî ji ber hezkirina te qels û lewaz bûye û pişta min jî mîna heyva nûderketî xwar û zirav bûye, bûye dasûkekê kû ji ber vê jî ez mîna pepûkê herşev ji êvarê heya serê sibê natebitim û dikim nalîn û zarîn û her sibe bi bilbulê bax û bostanan re kû li ser gul û kulîlkan dixwîne, jî axîn û oxîna mine. Humayûn (meqamê lorîna dayikên Kurdan): Nefesek bê te me naçî ne dijîn bê te demek Ji te hat emrê humayûn te we me´mûr-i kirin

73 WÊJEYA KURDÎ

Kêşana yek hilim û bêhneke bi tenê kû em dikêşin jî bê hebûn û viyana te ji me nayê û em bê te ne dişên wê bidin û ne jî bistînin, çawa kû em yek kêlîkeke bi tenê jî bê te nikarin bijîn. Ji xwe fermana siltaniyê ya ji bo vê yekê jî di meqamê humayûn yê lorîna dayikan de ji bal te ve hatiye dayîn û te em weha pê erkdar kirine.

Rewşa Ziman Û Vejîna Wî Di Dîwana Cizîrî De

Gava mirov baş honandinên Cizîrî dixwîne û ji her hêlê ve lê dinêre, dibîne kû Mela di honandinên xwe de çiqas li evîn, tesewif, felsefe, dîn, rewanbêjî, rênasî (rêşînasî), astronomî, mûzîk û ahengên muzîkê fikiriye, ewqas jî bala xwe daye ser rewaniya ziman û xweşbêjiya wî; çawa kû li jor jî nîşanên wan derbas bûn. Wî digel bikaranîna gelek gotin û hevokên biyanî jî kû bi rastî wan jî gelek bi şarezayî karaniye, zimanê Kurdî çi ji hêla rêzimanî ve û çi jî ji hêla binçîne (structure) û avakirinê ve be û çi jî bi awayê pevgirêdan û vejandina gotin û derbirînê ve be, bi her awayî bi hostatiyeke pir bi rêkûpêk bi karaniye.

Ji ber vê jî mirov texmîn dike kû xwestiye nîşanî dost û dijminan tev bide kû zimanê Kurdî bi zarava û devokên xwe yên dewlemend ve xwedî hêzeke kû di kare hemberiyê bi hemû zimanên navçeyê, heya bi yên cihanê re jî bike.

Ji bo vê jî wî hem gotinên zaravayên Kurdî di helbestên xwe de bikaraniye û hem jî ji gelek devokên(varyantên) Kurmancî pir nimûne dane kû ji van jî diyare ew bi ziman, ferhenga Kurdî û hevoksazî û peyvnasiya wî jî baş serwext bûye û li pir herêmên Kurdistanê geriyaye û li ser ziman xebat jî kiriye.

Çawa kû Abdulrehîm Rehmiyê Hekarî jî bi honandinên serwextiya wî ya bi ziman destnîşan kiriye û pê pesnê Melayê Cizîrî daye: Şîrazî li nav fursan, kêşa ´elema „işqê Mella te bire ew can, Hafiz bike pê meşqê Lakin bi kirasek dî, nûrê şefeqek tê da Dîbayekî kurmancî, raçand di Cizîrê da Mella te wekî Hafiz Firdewsî nekir ustad Hem „işqê ji nû hilkir Kurmancî te kir îcad Pûlêd zexel Kurdî , te bi yek nezerek zêr kir Mala kû feqîr mayî, tijî durr û gewher kir Kurmancî divê herdem fexrê bi te kin el-heq Lakin tu kû Mensûrî rutba te bû ena l-Heq Abdul-Rehîm Rehmiyê Hekarî

74 WÊJEYA KURDÎ

BIKARANÎNA ZARAVAYÊN KURDÎ Û DEVOKÊN KURMANCÎ DI DÎWANÊ DE: Bikaranîna Zaravayan: Zaravayê soranî: li cihê peyva Xwedê: xwey/xwoy/xwa gotiye: Kû tûlê asîtanî dûr nekî êdî ji dergahî Ji ba Xwey vê ricû nakin di babê lutf û rehmê da

Em hêvî dikin kû tû tûleyê berderîzana xwe ji dergahê xwe dûr nekî. Haşa ev ne kû daxwaziya me ye ji Xwedê, lê ji xwe ew di beşa başî û mihrîvaniya wî de heye. Mihnet û cewra hebîbî, qehir û azara reqîbî Heq tinê da min xerîbî, lê şukur baxwoy we daye

Xwedayê payeberz ji ezelî ve êş, bela, zilim û zora dildariyê, hêrs û keder, tadeyiya hemberiyê jî ji nav cihanê hemû bi tenê para min rebenê bêkes, dûredest xistiye. Lê digel vê jî ez li zora xwe naynim, bêhinteng nabim û gilî û gazinan jî nakim, jiberkû Xwedê ji ba xwe ew bela daye min û tiştê ew bide şukir jêre.

Ji bo pir û gelek: zor We´hdetê Mutleq Mela nûre di qelban cela Zorê di vê mes´elê ehlê dilan şubhe ma

Ey Mela! Bêguman wehdeta mutleq (yektahiya xweser) ronahiyeke kû di dilan de diyar dibe, lê pirên dilpeyrewên rêçika tesewifê di vê pirsa wehdeta mutleq de kû digihê heya radeya (wehdet ul-wucûdê) di gumanê de mane. Hinek wê rast dibînin û diparêzin jî, lê hinek jî tê de guman dikin. Herweha: Her şevem ne´rezenan ta bi seher Be segê koyê tu ra hemnefesîn

Ji ber kelecana evîna te herşev ji êvarê heya seharê çavên me nayên ser hev, xew nakeve wan û bi seyê ber deriyê te re em jî heya şeveqê direwin û dizûrin.

75 WÊJEYA KURDÎ

Ji bo giran û şiddetê: tund û tîjî Da me şehzade bi destê xwey mubarek qedehek Ne xubarek ji xumarî û ne tundî û ne xeş

Ew dildara kû fena şehzadeyan bi rûmet bû bi destê xwe yê pîroz îstekanek ji şeraba safî, ya bê toz û qirêj, bê serêşiya piştî serxweşiyê, bêtundî û tûjî û bê av û telp û tiştên din, da min.

Zaravayê dimilkî/zazakî: ji bo Xwedê: Huma/homa/humay Nefesek bê te me naçî ne dijîn bê te demek Ji te hat emrê humayûn te we me´mûr-i kirîn (ji bo wateyê li jor binêre)

Ji bo tirî: engûr Hindekî roj û şevin têk „îd û Leyl ul-qedri bin Cam medam pir bade bit lê ne j‟ meya engûrî bî

Ez hêvîdarim kû çiqas şev û rojên te hebin hemû cejin û şevên qedran bin û piyaleya te ya şerabê herdem tijî badeya xweşî biçêş be, lê ne ji şeraba tirî, ji şeraba evîna xwedayî be.

Bikaranîna qaydeyên rêzimanî di Dîwanê de: Şev û şêv, nav û nîv/nêv Azarê mihrdaran nedî, lê destê bedkaran nedî Bi nûnekê yaran nedî, nêv mew xwe estaran nedî Tîran ji nûbaran nedî, derdan bi bîmaran nedî Ji xeyrî sê caran nedî, rîşin nedêrin taqetê

Divê tû guh bidî evîndarên xwe yên rastî pêbawer, teda û azarê nedî wan û wan nexî nav lepê xerab û bedkarên kû rewşa wan tevlihev bikin û wan bi bihayekî hindikî nehêjayî nedî, ji ber kû ew giranbihane. Herweha ti star û perdeyan nexe nav me û xwe kû bibin asteng ji şabûna bi şepaliya te. Tû tîrên awirên xwe jî ji wan birûyên fena kevanên nû nereşîne û li me nexe, da jana wan jî nede ser ya evîna te; lê ger li gor adetê dilberên giran avêtina wan pêwîstbe jî bila ji sê caran ne bêhtir be, lewra ji xwe berê dil bi tîrên pêşî birîndarin, êdî taqeta wan careke din ji derbên tîrên din re nemaye.

76 WÊJEYA KURDÎ

Ergatif Û Zimanê Axaftinê Cinn û teyyarek mi dî werbû di min winda kirim Dame ber pençew kulaban hilfirandim wek ´uqab

Min dît kû efrîtekî firinde di min wer bû, ez hingaftim û winda kirim, wî ez di nav pençe û lepên xwe de girtim û weke balinde ez birim ber perê esmanan. Suflewî înam û avêhtim zemîna zulmetê Lê kû hişyarim gelo yan xewne min dîtî bi xwab

Wî firindeyê jêrîn ez anîm û avêtim erdekê reş û tarî, lê ez nizanim gelo ez hişiyar bûm yan jî xewn bû.

Mûyekî ez ji te nadim bi dused Zîn û Şirînan Çi dibit ger tu hesêbkî mi bi Ferhad û Memê

Ey dildara min! Ez yek muyê serê te nadim bi dused spehiyên rind yên mîna Zînê û Şirînê. Hema ji bo vê be jî, gelo ma çi dibe kû tu jî min weke Ferhadê evîndarê Şirînê yan jî Memê dildarê Zînê bibînî û bihesibînî.

Bikaranîna Devokên Kurmancî Di Dîwanê De Yê hêla Bedlîsê, Licê û der û dorên wan, “li bo” li cihê “ji bo” ve: Etwarê ´işq û mestî esrarê butperestî Teqrîrê sed riwayet nakit li bo kifayet

Bi sedan gotin û gerandina ji devan jî têrî şirove û eşkerekirina rewşa serxweşî û evîndariyê û penhaniyên (sir) senemperestinê nake. Heçî, herçî, hindî, çendî, sibe, siban, sibehan, spêde li gor devokên cihê Devoka mardînê “di dil da nî” li cihê “di dil da yî” ve: Di dil da nî we dîsa dil disojî “Etehriq ya melîk el-`husni darek”

Ey evîndar! Tû dizanî kû tû di nava dilê min deyî û te ew ji xwe re kiriye cih û war, lê digel vê jî tû wî bi agirê evîna xwe û dojeha bengîtiya xwe dişewitînî û telef dikî. Devoka dora Sêwerekê û der û dorên Amedê peyva Zatî.

77 WÊJEYA KURDÎ

Zatî ji wucûda me sebeb wê tu dizanî Naête hisabê felekê tedwîrê

Ey dost! Ji xwe tû bi rastî sedemê hebûna me ya vê cihanê û afirandina me dizanî û agahdarî kû ew nakeve ber hisab û hejmara çerxa feleka teqdîrkirî û biryardayî. Herweha ew ji bûyin û pêkhatina karên hercarîn yên biryardayî jî nayê fêmkirin û bi nêrîneke weha di ser re û sivik jî xwiya nabe, lewra ew karekî nediyare û weke mamikekêye kû ji bo têgihîştinê pêwîstî bi lêkolîn û lênêrîneke hûr û kûr heye. Devoka Torê rabê û ya xerzayê jorîn jî rabî ye Herkesê rabê/rabî di be´hsê carekê mehder bikit Xeyrê heftê hec didêrit belkû bihtir ew sewab

Çi kesê kû bi vê babeta dûriya min ji dildarê ve rabe û ji bo rakirina wê dûriyê li cem dildarê şefa´et û doza bexşandinê bike, dê xêra heftê hecan, belkî bêhtir jî ji xwe re dike. “Bi şefqet ke” devokê mêrdînê, devokê xerza û bişêriyê “şefqet bike” ye. Were pêşber Melayê xwe, şehîd û mubtelayê xwe Bi şefqet ke liqayê xwe, Mela nemrit bi dayê xwe Mesîha yî li bîmaran, kesên geztî du reşmaran Şehîdên şîr û mûkaran, kirî amancê nûbaran Li dîdara te heyranim “sebah ul-xeyri ya xanim” Were bînahiya çehvan bibînim bejn û balayê

Ey dildar! Were pêşberî Melayê evîndarê xwe yê şehîd û tiryakiyê evîna xwe û bi dilovanî wî bi dîdara xwe şad bike, da Mela bi van derd û kulên dilê xwe yên cudahî û dûrîyê nemire.

Ey dildar! Tû jî weke Îsayê Mesîhî kû çi kesê du bisk yan jî keziyên weke du marên reş ew geztiye yan jî ew kiriye amanca awir û niqînên çav û birûyên weke şûr û mikaran, tev de sax dikî.

Ey dildar û sitiya min ya kû ez hesret û arezûmendê dîdara wê me! Roja te xweş û gula te geş be ey ronahî û bînahiya çavên min! Ka kerem bike were da ez wê bejna te ya şepal û bala te ya zirav hilkişiyayî bibînim û bi dîtina wan bedewî û spehîtiyan şad bibim. “ca” ya Farqînkî ye, bikaranîna devokê Farqînê û nîşandana “go” ya axaftinê li cihê “got” ve. Min go di şevan şubhê şemalan we disojin

78 WÊJEYA KURDÎ

Perwanesifet ca here bê sewt û hisî tu

Min ji dildarê re got: Em bi agirê evîna te bi şevan heya serê sibê bi rengê xecxecoka kû xwe davêje ser mom û çirayê bê deng û pêjin û bêqarîn û zarîn her dişewitin û diperitin. Wê bi dengê bilind û bi xeyd bersiv da û got: Aniha rabe ji ber çavên min winda bibe û here da ez te nebînim. Mela li gor devokan hem “-ker” hem jî –kar” weke ´işweker û bedkar, dixebitîne; „İşweker şêwe numa ya me ji wê rûh û heyat Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat “Ehsene l-lah û tebarek” ji sura wê senemê

Dildara me ya kû giyan û jiyana me jê û pêye û her şêweyên cuda yên nazî û delaliyan diyar dike ew seneme kû dilrubayî û pîremendiya hêza Xwedayê bêniyaze, bejna wê mîna qamîşê şekir çikraste û lêvên wê jî ji şekirê dilêşê bi xwe ye; pesin ji Yezdan re be ka ew çi dilrubayî û spehîtiye daye wê senema xwoşewîst û bedew. Azarê mihrdaran nedî, lê destê bedkaran nedî Bi nûnekê yaran nedî, nêv mew xwe estaran nedî Tîran ji nûbaran nedî, derdan bi bîmaran nedî Ji xeyrî sê caran nedî, rîşin nedêrin taqetê (Ji bo wateyê li jor xala rêzimanî binêrin)

AFIRANDIN Û BIKARANÎNA GOTINAN

Hem “sadedil” û hem jî “dilsade” bi karaniye, dibe kû yek li gor rêzimana farisî û yek jî li gor ya Kurdî be, yan jî li gor formên herêmî bin: Di riya dostê Mela yekcihet û sadedilîn Me hetta can heye haşa ji teleb dest bihilîn

Ey Mela! Bêguman em di biwara evîna dostê û hezkirina yarê de yekhêl û yeknêrînin kû jê pê ve em ji kesê din hez nakin û berê xwe nadinê, herweke kû dilê me jî pê re raste, tu dilxişûşî û dilxirabî tê de nîne û heya em saxbin jî haşa kû em tu carî dest ji hêviyên jê û ji evîna wê berdin. „Aşiq divê dilsade bit, xaka riya yarê xwe bit Sed dax di dil wek lale bit, xwînê bixwit rengxunçe bit

Pêwîste kû her dildar derbarê evîna xwe de dilpaqij û dilsafî be, xişûşî û bêbextî pêre tunebe û xwe bike axa rêya yarê ya kû pêlê dike û ger bi sedan birînên

79 WÊJEYA KURDÎ dax û kewînên mîna yên laleyê di laşê wî de vebin jî û dilê wî ji derd û xemên evînê xwîn jî bibe û wê xwîna mîna gula sor nûbijkojdayî vexwe jî . . .

Pencumîn/pêncumîn/pêncemîn Dê ji çerxê pencumîn betin, tenezzul kit Merîx Mîslê Şemsê ger kişînîtin, li wan tîxên xezeb

Ger dildar hêrs bibe û şûrê xezeba xwe li stêra Behram û Rojê bikşîne, dê Behram ji esmanê pêncan û Roj jî ji yê çaran bi lez dakevin jêr û serî li ber fermana wê daynin û jêre stuyê xwe xwar bikin.

Gotinên mîna sohtîdil, siyehreng, reşkagul û yên din li şûna dilsotî, rengsiyeh, kagulreş û yên din bi karaniye, gelo şibandiye farisî yan jî divê di Kurdî de weha bin, yan jî berê weha bûne piştre guherîne? Ji bo du kirdeyan bi yek lêkerekê: Şemsa felekê ya melekî hê jî nizanim Horî û perî ya bi xwe Rûh ul-qudusî tu

Ey dildar! Ez heya niha jî nizanim gelo ev şewq û geşiya rûyê te ji ber kû tû roj bûyî di çerxa esmanan de û daketî xwarê, yan jî ew ronahiya te ya zêde ji ber kû tû firişteyeke nûraniyî kû ji ronahiyê hatî afirandin, yan jî tû horiyek ji yên beheştêyî, periyekî ketî kirasê mirovan yan jî tû Ruh el-qudusî pifdikî laşê evîndarên mirî da giyanê wan li wan vegerînî. Di risteya jêrî de: “Ba nesîm dê çî lezînî, sax û ma tu bînî Vî kumêdî lê gehînî, da siwar bit lê peyaye”

Ey bayê Nesîm, zû here û bilezîne vî hespê kimêd bighîne dildarê da hê kû nesax nebûye û ji rêveçûnê neketiye lê siwar bibe, ji ber kû ew hem peyaye û hem jî nexweşê bi derdê evînêye û ji ber xemên dûrî û cudahiyê bêhişe, nikare bi rêve biçe. Du lêker “dê çî lezînî” li pey hev bênavber û bi yek kirdeyî “Ba nesîm” tên bikaranîn. Tu pir ihsan û xwey rehmî, li derwêşan a bêxeşmî Çi bîtin ger bi nîv çeşmî, nezer kî tu li astanê

Ey dildara min! Tû pir camêr, xwedî qencî, dilovan û mihrîvanî û herweha tû ji derwêşên belengaz yên xwe spartî bêxeydî, ji wan xweş, ji wan re baş û bi rehmî.

Ma qey çi dibe kû tû hema bi nîv çavî û telikî berê xwe bidî derîzana ber deriyê xwe û vî evîndarê belengazî sewsî li ber derîzana xwe bibînî û dilê wî xweş

80 WÊJEYA KURDÎ bikî. Li vê derê mîna devokê Torê kû gelek caran “a”yeke weha bi kartînin, destnîşan dike.

Hevoksazî, Peyvnasî, Peyvsazî Û Rêzimana Kurdî Te divê zêr û zeber kî me, du zulfan bide ber ba Te divê qenc-i qiyamet li me, rabit bi xwe rabe

Ger tû bivêyî me serobino û perîşan bikî û me bitewînî, hema herdu zilfên xwe bide berbayê bila xuya bibin bese; û ger te divê bibe roja me ya paşî û qiyamet li me rabe, hema tû bi xwe rabe derkeve, hingê emê bimirin û dê bibe roja me ya paşî. „İşqa me ji ber mewc û „ecacê bûye derya Wê zêr û zeber kit me bi dest hind û xurabê

Bêguman ji ber kelecana bendewariyê û pêlên wê yên mîna bablîsokê evîn li me bûye weke deryayeke kûr û bêbinî kû ji ber pêl û mewcên dijwarî xurt keştîvanê hindî hahaye me serobino bike, bitewîne heya kû nûqê binê deryayê bike: Ayet ul-Lahî şerîfnusxe divên Lê bi i„rab û xet û cezme divên Dilrubayan ne tinê xemze divên Bi mesîhasifetî „işwe divên Samirî sihrisifet şêwe divên

Me rûyê wê hemû ji beşeke pîroz ya nîşan û dirûvên destkarî û afirandina Xwedê be û bi xal û nîşanên reş, bi xetên rû û yên raserî cênîkan û bi daîre û çembera dev û çavan xemilandî be divên. Herweha em ji wan rindên dilruba hinek taybetmendiyên din yên mîna naz û delaliyên kû weke Îsa (e. s.) dilên mirî sax dikin û layî efsûna samirî maden digerînin, golikeke bi morî divên kû hişê dîtiyan şaş û matel dike û radiwestîne. Yan jî me hevokên weke ayetên Qurana pîroz bi rêkûpêk divên, lê qayde û rêbazên tewangê yên rast divên, çawa kû me peyv û gotinên mîna yên pêxemberan bi icaz û beyan û mîna yên hunermend û sihirbazan efsûndar û rewan divên. Feyza me şubhê Nîle, em Dîcle û Firatin Ger şeyx û wer îmame, vê ra ye min keşaşkeş

Lehî û rabûna kela dilê me weke ya çemê Nîlê bi zêdehî û berekete, lê em bi xwe mîna Dîcle û Firatin kû herçar pêl li ser hev tên li dilê me dixin û wî difûrînin ta kû li hev diqelibin û serobino dikin. Îca ger li vê derê şêx yan jî pêşrew hebin û dijî vê dîtina me derkevin, ez amademe di vî warî de bi wan re milmilanê û

81 WÊJEYA KURDÎ keşakeşê bikim û derxim holê kû navbera Dicle û Firat jî bi her awayê xwe ne kêmî Misrê û Nîlê wê ye.

Li vê derê Cizîrî hem hersê çemên mezin yên bi xêr û bereket destnîşan dike û hem jî qala du şaristaniyên mezin dîrokî ya Mezra Botan/Mezobotamya û ya Misrê dike û pê re jî diyar dike kû Kurd û gelên derdor û yên navbera Dîcle û Firatê jî mîna yên Misrê mîratxwerên miletên kevnare û xwedî bajarvaniyeke kevintirîn û bilindtirînin. Ji vê jî em têdigihîn kû Cizîrî xwedî zanînek kûr ya dîrokiye. Lewma bi awayek gelek pêbawer dikare beramber di navbera van herdu şaristaniyan de bike û di angaştên xwe de bi israre.

Cizîrî di honraweyên xwe de gelek sembolên mitolojî û dîrokî digel kesayetiyên dîrokî û navdar, cih û deverên coxrafî û welat û bajaran bi awayên cihê û di rewşên cuda de pêşkêş kirine.

Weke nimûne; ji Pêxemberan ji Adem û Nûh bigire heya Yaqûb û Yûsuf, Zerduşt/Zerdeşt, Suleyman û Mûsa, Îsa û Muhemmed (e. s) û gelekî din, ji eshaban ji Şêrê Elî bigire heya Huseynê kurê wî, Hemzayê mamê Pêxember (e. s.), Xalidê kurê Welîd û hinekî din (r. e.), ji fîlozofan jî Aristoteles û Empedokles bigire heya Eflatûn (Platon) û Sokrates, ji Îbn Sîna heya İbn Ruşd û Xezalî, ji mutesewifan ji Hellacê Mensûr, Marûfê Kerxî û Şiblî bigire heya Îbn Erebî û Suhrewerdî û gelekî din, ji şah û padişahan ji Cemşîd û Selaheddîn bigire heya Cengizxan û Tîmûrleng û gelekên din, ji kesên dîrokî û mitolojîk ji Xizir û İlyas û Îskender bigire haya Gêw, Rostem, Peşeng û Efrasiyab digel gelekên din.

Herweha ji serpêhatî û bûyeran jî ji ava heyatê bigire heya teyrê Enqa, ji evîna Yûsuf û Zuleyxa, Suleyman û Belqîsa bigire heya Ferhad û Şirîn, Mehmûd û Eyaz, Xwisro û Şêrîn, Mem û Zîn û gelekên din, ji Cama Cem bigire heya Neynika Îskender, ji şûrê Misrî û elmasî bigire heya miska Xetenê, ji Silêmanê dunikul bigire heya zerbavê, ji welatê Belqîsê Sebayê bigire heya textê welatê Xetenê, ji Kabe, Qudis û Beytê bigire heya Laleş û ateşkedeyê, dêr û mizgeft û kenîseyê, ji Ahura Mazda û Hurmiz, Budha (483-563 b. Îsa) û Konficyus (551-479 b. Îsa) bigire heya Ebyed û Ehremen (Ezazîl/Îblîs), ji Avesta, İncîl û Tewratê bigire heya Zebûr û sihûfan û kitêbên navdar yên mîna Lubab û Keşşaf û yên din, ji ziya û mar û dûpişkan bigire heya ejderhayê Dehhak û Kawa yan jî Ferîdûn hemû yan qala wan kiriye yan jî îşaret bi bal wan ve daye.

Ya rastir, bi kurtî mirov dikare bêje kû hema Cizîrî ji her tiştî salox û xeber daye. Lê herkes li gorî xwe û zanîna xwe yan jî baldariya xwe dikare yan jî dixwaze hinek ji wan fêm bike û diyar bike.

Çawa kû Abdullah Yaşîn jî dibêje: “Ustadê mezin Cizîrî bi zimanekî pend (wecîz) û bi risteyên kurt bi awayekî rewanbêjî qala hemû tiştî kiriye û honraweyên xwe bi rewanbêjtirîn û bêhempatirîn hunerê helbest û wêjeyê honaye.” Bi rastî jî her honraweyeke wî gencîneyeke dagirtiyê ji hunera wêjeyî û felsefiye”. Lewra

82 WÊJEYA KURDÎ

çawa Cizîrî kû ew bi xwe jî di honraweya xwe de dibêje ew mîna derya û okyanose: Narê ji rengê dojehê, husn û cemala wê mehê Me d‟perdeya vê xergehê, xef kir çi „Ummanî Mela

Ey Mela! Me dibin perdeya dilê xwe yê mîna serdar û siltanan de agirê evîn û bengîtiyê yê mîna agirê dojehê gur û wêneyê spehîtî û şepaliya wê dildara rûheyvîn di derûnê dilê xwe de veşartiye. Bêguman ez li vê şaş û matmayî dimînim ka gelo çi dilekî weke deryayekê yan jî okyanosekê bi te re ye kû tû dikarî ewqas tişt ragirî: Bi l-lah çi teb„et ademî, yekser dibêm yek „alemî Deryayê Qaf û Qulzumî, yan çerxê gerdanî Mela

Ey Mela! Tû bi xwedê ke tû ji min re bibêjî ka tû xwey çi mirovî kû tû dikarî ewqas tade û renca evînê bikêşî? Ez dibêjim qey tû yan bi tena serê xwe cihanekê xweserî yan jî Okyanosa mezinî yan jî deryaya çiyayê Qaf û ya Qulzumî kû tû dikarî ewqas tiştên ecêbî kesnedî bixî dilê xwe, yan jî tû çerxa felekê ya mezinî kû vê cihanê bi hemû kar û kirinên xwe ve digirî nav xwe.

Cizîrî di tesewifê de fenafillahiyê û wehdet el-wicûdê parastiye, lê di dîwanê de hima çi bigire hemû radeyên tesewifê û payeyên wê yên bilind nîşan daye û bi kurtî qala wan kiriye.

Wî her honraweyeke xwe bi herfek ji alfabeya Kurdî ya hingê qedandiye kû pê hem awayekî hunerî yê kevnare yê ferhengî destnîşan kiriye û hem jî alfabeya Kurdî ya serdema xwe nîşan daye. Bi rastî jî Mela beşawendên (qafiyeyên) ,bi hemû herfên erebî digel P, G (غ) û xeynê (ع)eyn´, (ذ)honraweyên xwe ji bilî zal ya erebî jî hem ji bo “H”ya Kurdî û erebî”ه:Ê û Î ya Kurdî qedandiye; herweha “H û hem jî ji bo “E”ya Kurdî bikaraniye.

83 WÊJEYA KURDÎ

6- FEQİYÊ TEYRAN

Feqiyê Teyran li gundê Miksê yê kû girêdayî bajarê Colemêrgê ji dayîk bûye. Ev gund dikeve navbera bajarê Colemêrg û Wanê, lê belê piştî li van herêman hêjmara mirovan zêdebûye, ev gund kirin navçe û xistin ser bajarê Wanê, niha jî Miksê ne gund, weke navçeyek girêdayî bajarê Wanê tê jimartin.

Feqiyê Teyran ji binemala mîrê Miksê ye. Kurê Mîr Evdale. Navê dayîka wî Hiznaxane û ew jî ji malbata mîrên Colemêrgê û ji malbatek eşîriye. Bavkalê wî ji împaratora Osmaniyan fermana mîrîtiyê wergirtiye. Ji ber vê taybetmendiyêye kû Feqî ji xwe re dibêje "Mîr Mihê".

Navê Feqiyê Teyran yê rastî Muhemede. Di helbestên xwe de çend navên wek Feqiyê Gerok, Muhemed, Miksî, Xoce, Mîr Mihê, Mîm û Hê, Feqî, Feqe, Feqê Têra û Feqiyê Teyran ji xwe re bikaranîne lê di nava gel de bi navê Feqiyê Teyran bi nav û deng bûye. “Feqî” ji xwendevanên medreseyê re tê gotin. Teyr jî wateya wê giştî firindene.

Li ser dîroka ji dayikbûyîna Feqiyê Teyran gelek lêkolînvanan lêkolaye û hinek hejmar dane diyarkirin. Lê li gorî wî di helbestên xwe de li gor sala hicrî (koçî) diyar kiriye 1041'an de hatiye dinê. Li gora sala mîladî (zayînî)1590 ye û di sala 1660 çûye ber dilovaniya Xweda. Feqî gelek caran di helbestên xwe de dîroka dema jiyana xwe diyarkiriye û di helbesta xwe ya bi navê "Dilo Rabe" li çar rêzikên jêrî de dibêje: “ez 70 salî me.” Lê dema helbesta xwe ya "Îro Werin" dinivisîne jî 80 saliye. Ev jî dide diyarkirin kû Feqiyê Teyran dema wefat dike herî kêm 80 salî bûye. Feqî li gundê Mîksê wefat dike û li heman gundî tê veşartin.

Mîm û Hê heftê felek çûn Ji hîcretê dewran gelek çûn Sal hezar û çil û yek çûn Ev xezel anî diyare

84 WÊJEYA KURDÎ

Feqiyê Teyran hemdemê Melayê Cizîriye. Weke ji alî gel ve tê zanîn Mela ne Mamostê wî ye, hevalê hevin. Heta Feqî bi temenê xwe jê mezintire. Ev jî di helbestên wan de diyare. Li gorî Melayê Cizîrî diyar dike sala 974‟a koçî de hatiye dinê. Ev jî li gorî salnameya zayînî 1566 dike. Mela, li gorî Feqiyê Teyran di helbesta xwe ya "Îro Girya Me Tê" de diyar dike sala 1050'a koçî de ( 1640) wefat dike.

Dema em li helbestên Feqiyê Teyran binêrin, emê bibînin kû gel ji derdên wî yên serekeye. Feqî li hember zilim û zoriya mîran bûye. Digel kû ew ji malbata mîrane jî, xwe ji xelkê dîtiye. Zilma mîr, axa û began nepejirandiye û xwestiye gel jî nepejirîne û li hember zilim û zoriyê têkoşin bikin.

Feqiyê Teyran hozanvanekê Kurdê navdare, ew yek ji hozanvanên despêkê yên kû bi zimanê Kurdî helbestên xwe nivîsandiye. Weke serkaniya helbest û dîro- ka wêjeya Kurdî tê dîtin.

Feqiyê Teyran di dîroka wêjeya Kurdî de cihekê mezin û bêhempa girtiye. Weke hemû helbestvanên berê, zanayeke û di nava jiyanek olî de mezin bûye. Her çiqas bi “feqe” tê nasîn jî, lê di rastiyê de ew di hemû aliyên zanistê de bê sinûr bûye xwedî berhem û kerametek, weke herikîna avê bûye xwedî îlham.

Dema di nava civakê de gotina feqî tê gotin tenê aliyê Olî tê hişê mirov. Feqî ne tenê helbestvan bûye. Ew di heman demê de evîndare jî, lê kîjan evîn û evîndarê çiye? Mirov dikare bibêje kû ew evîndarê mirovahî û jiyana resene. Bi ciwaniya keçekê xweşikiya welatê xwe dide diyarkirin û mijara wî ya sereke evîne. Pirtûka wî ya “Şêxê Senan” piranî li ser evînê ye.

Kurdiya helbestên Feqiyê Teyran zimanê gele. Di nava jiyana gel ya rojane de ziman çawan hatiye bikaranîn Feqî wisan di helbestên xwe de bikaraniye. Kurdiyeke xwerû û hêsan bikaraniye. Lê ji ber kû xwendevanê medreseyêye, peyvên Erebî û Farsî jî bikaranîne.

Feqiyê Teyran di helbestên xwe de behsa felsefe, dîrok wêje, hedîs (bûyer) û tesewufê dike. Ev jî dide nîşan kû wî xwendineke baş kiriye. Feqî li gelek cihên mîna Misk, Hîzan, Cizîr û Finikê xwendiye. Ji ber vê yekê navê wî derketiye Feqiyê Gerok.Feqî hemû jiyana xwe bi xwendin, nivisîn û zanyartiyê ve derbaz kiriye. Lê mixabin gelek helbest û berhemên kû wî nivisandine niha ne diyarin. Mirov dikare bêje kû kesê bi qasî Feqî berhem dane tuneye, lê yên wenda û nediyar jî qasê yên wî nîne.

Li gorî kû feqîdibêje: Agir pêta di dil da Me'niya daxan kû hilda

85 WÊJEYA KURDÎ

Ew kitab naçin du cilda Hafizê medhanim ez An jî Mîm û Hê wesfê xwe hilda Xweşmîsalin çûn du cilda Çerx û kovan çûn di dilda Ay dilê min ay dilo!

Ji van helbestan tê diyarkirin kû Feqî bicildan (berg) helbest nivisandine.

Sedemê kû jêre dibêjin feqiyê Teyran jî balkişandinek cudaye û ev jî dide diyarkirin kû feqî kesekê herî girêdayî xwezayê bû, îlham û kaniya wî ya zanistê ji hezkirina wî ya bi xwezayê re dihat. Çiqas hezkirin ew qas keramet û îlham werdigirt. Mirov dikare bêje çavkaniya wî ya mezin xwezaye, dibekû di hin berhemên xwe de mijara wî ya sereke evîn be, lê kîjan heskirin û evîne, ew evîn girêdana bi xwezayê re heye; ji ber kû evîn jî hebûnek xwezayiye. Ji ber vê girêdana wî û keramet û îlhama wî di nava civakê de hatiye bawer kirin kû feqî dostê Xwuda ye. Di warê olî de, pesnê Xwuda û Pêxemberê wî û warê baweriyê de helbest nivisandine. Feqî hozanê “Evînê” ye. Li cem wî evîna mecazî û rastî yekin, di nav hevdene.

Feqî di nava xwezaya herêma Hîzan û Miksê de jiyaye û ev herêm ji aliyê çem, daristan û çûkan ve gelek dewlemende. Helbestvanê xwezayêye. Çawan tê gotin kû li ber Çemê Dîcleyê rûniştiye û wisan helbestên xwe nivîsîne, li ber çîveçîva çûkan hestên xwe rijandine ser kaxezan û hûnandine. Weke bi avê re biaxive helbest nivîsîne. Her weke bi teyran re biaxive helbest nivîsîne. Ji hezkirina xwezayê Feqî bi xwe ji xwe re navê “Teyran” bikaraniye. Helbestên wî yên mîna Ey Av û Av, Feqiyê Teyran û Bilbil, Feqiyê Teyran û Quling vê rewşê didin nîşan.

Berhemên Feqiyê Teyran Yên Tên Zanîn Û Aşkira: 1-Şêx Sen'an 2-Dimdim (Kela Dimdimê) 3-Bersîs (Bersîsê Abid) 4-Qewlê Hepsê Reş.

Ji dervey vane "Sîseban" û "Ferx û Sitî" jî weke berhemên wî têne nîşandan.

Ji bilî vane helbestên Feqiyê Teyran'ên belav hene. Yên tên zanîn evin:

1-Ellah Çi Zatek Ehsene (20 Şeşîn) 2-Hey Av û Av (51 Çarîn) 3-Îro Ji Dest Husna Hebîb (33 Çarîn) 4-Bi Çar Kerîman (7 Çarîn) 5-Melayê Batê Kanê (11 Çarîn) 6- Yar Tuyî (18 Şeşîn) 7-Feqe û Bilbil (18 Şeşîn) 8-Ez Çi Bêjim (8 Çarîn) 9-Ay Dilê Min ( 19 Çarîn) 10-Qewî Îro Ze'if Halim (18 Çarîn) 11-Dîlber (16 Çarîn) 12-Feqe û Mela (50 Şeşîn) 13-Dilo Rabe (80 Çarîn) 14-Çiya Anî Li Deştê Kir (4 Çarîn) 15-

86 WÊJEYA KURDÎ

Dengbêjê Jaranî (4 Çarîn) 16-Feqiyê Teyran û Evîna Dilan 17-Mihacir 18-Dewran 19-Ê Bên 20-Feqiyê Teyran û Dîlber 21-Feqiyê Teyran û Qûling 22-Feqiyê Teyran û Roj.

HİNEK HELBESTÊN FEQİYÊ TEYRAN

1-Îlahî Lew Dikim Zarî

Îlahî lew dikim zarî Di nav rojan şeva tarî Zunûba min tu xemxwarî Gunehê min bixufranî

“Mîm û Hê” pir gunehkare Belê Navê Te Xeffare Ezim pir muflis û jare Bi „eta û fedl û îhsanî

Ji neş‟a badeya saqî Dilê mecrûh û şeydaye Ji şewqa dîtina saqî Zemîra min mucellaye

Were sofî misilman be Bi saqî secdeyê bîne Ku sûret mezherê zate Sifatê Heq Teâlaye

Seher hor rojê meyxanê Xerab û serxoş û mestim Mela uzra me meqbûle Kû dilber mahê sîmaye

Dilo erînî neke gazî Cewaba “len tera” sazî Meke fikrê ji Mûsa‟yî Dilê min Tûrî Sîna‟ye.

Weke di helbesta jorî de tê dîtin, Feqî li gel Xwuda yekser di axive û di asta rexnedanê de nêzîkatî nîşan dide. Gelek nav û remzên olî di helbesta xwe de bikaraniye. Evîna kû di vê helbestê qal wê tê kirin, evînek Xudayî ango sojeyek

87 WÊJEYA KURDÎ tesewufî digire nava xwe. Ji vî alî ve em dikarin kêrhatin û jêhatina Feqî ya di aliyê tesewufê de bibînin. Lê hêjayê gotinêye kû Feqî di rêbaz û dîksyona bikaraniyî de, ji hemdem û pêşahîkên xwe cudatir tevgeriyaye. Bi taybet zimanê wî gelek sade û hevokên gelek kurt û xweş bi karaniye. Ev nîşana kêrhatina wî ya serdestî û pisporbûna di zimanê Kurdî ratêxe pêşçavan.

2-Mihacir

Ez dengbêjim hatim vira Heta hebin dengê mîra Ezê binivîsim ser kaxeta Ne diçim dêra ne mizgefta

Ev helbest neynika bînasazî û asta civakî ya serdema Feqiye. Feqî bi awayek gelek wêranek li beramberî sîstema Feodalî ya heyî serî hildide û rexneyên gelek tund raberî vê sîstema civakî dike. Malika jor de erka xwe vedibêje û hema bêje jibo vê hemû fedekariyan digire ber çav. Heta vê serdemê jî ti helbestvanek Kurd nekariye hosa vekirî muxelefeta sîstema serdema xwe bike. Ev aliyê ronakbîrî û civaknasiya Feqî dide nîşan. Ji ber vê jî mirov dikare bêje kû, Feqî di heman demê de jî civaknaseke. Xirabî, astengî û bêkêriya sîstema Feodalî dîtiye, analîzkiriye û xwestiye ji wê sîstemê bi tevayî dûr bikeve.

Çolê bimînim ez bêcil Ezê bikim hewar û gazî Çiqas bimînim hêsîr û tazî Dil ji halê wan dilerizî

Qederê bê rojek diyar Ê bê gotinê navê minê jar Metha bidin car bi car Lawê bêjin bi kitêb û zar

Di vê malika jor de Feqî dibêje: “ Dibe kû îro kes tênegihêje ez çidibêjim, lê rojek wê bêt ciwan (law) yê nave min bînin ser ziman û li ser min pirtûk (kitab) binivîsin. Di vê pirtûkê de yê pesnê min bêt dayîn”.Bi rastî jî Feqî xweyî hêzek gelek bilind ya pêşdîtinê ye. Ev aliyê wî yê fîlosofî dide diyarkirin.

Ê derbas bin rojên xefûr Ê bên rojên qenc ên kibir Xwe ra bikin ra û tevdîr Hêsîr nebin ber zilma mîr

88 WÊJEYA KURDÎ

Feqî dibê: “ Ev rojên xirab yê derbaz bin û di pey re rojên baş wê bên. Ciwan wê dengê xwe û tevdîra xwe bikin yek û hewl bidin ji bin zilma mîr (Sîstema Feodalî) û ji êsîriyê (koletiyê) xwe rizgar bikin. ”Ev pêşdîtinek ya têkçona sîstema Feodaliye. Diyare bi rastî jî Feqî hay ji serdema xwe, raboriya xwe û dîroka gel û cîhanê hebûye.

Gulê rabin bihar bihar Mêrgê şîn bin mîna her car Avên kaniya bizên zelal Ê tune be Feqiyê dilsar

Lê ez diçim xortên cahil Hez bikin gereke şer bikin timê Hez bikin hûn jî jin zaro ahil Pêşiya mîra pêşiya zilmê

Di malika dawî ya helbestê de Feqî banga têkoşîn û şerkirinê dike li beramberê vê sîstemê: “ Ey xortên cahêl ezê biçim. Ji hev hezbikin û pêwîste hûn şer bikin herdem. Ji jin û zarokan hezbikin û bi jin û zarok ve li bermberê zilmê û li beramberê mîran şer bikin!”

Di malika li pêşya wê de jî dibêje: “ Piştî vê wê buhar be. Her tişt yê ji nûve xweş bibe. Avên kaniyan wê zelal bizên. Lê heta hingî ezê (Feqiyê dilsar) tune bibim.”

3-Bersîsê „Abid

Guh bid‟ne pîrê deftera Da ez bixwînim vê xetê Mazin bibi Baxo me ra Li cindiyê di xizmetê

Xizmeta sultan û mîran Sin‟eta dana û zîran Hûm mekin bê şêx û pîran Guh bidin vê Şîretê.

Ev Pende xasse şîrete Şertê xulaman xizmete Baxo nebînin zehmete Heqê însaf û mirwetê.

89 WÊJEYA KURDÎ

Mirwet ji mîr û hakiman Xizmet li qûl û xadiman Bê şêx û pîr û „aliman. Zayi‟ mekin hûn ta‟etê.

Herçî kesê aqîl hebî Xizmet mekin bê mertebî Da ta‟eta Bersîs nebî Hatine ser hîkayetê

Hatim qisa Bersîs bibêm Şeytaniya Îblîs bibêm Li „abidê hebîs bibêm Îzhar bikim vê şuhretê

Îzhar bikim behsê-di „am Bersîs ricalek bû di Şam Ta‟et dikir daîm mudam Zer bû ji xewf û heybetê

Zer bû ji we‟zê serweran Dûr bû ji behs û xeberan Keftbû mexar û kûnberan Çû bû meqamê Wehdetê

Çû bû meqamê ewliya J‟tirsa Xwuda keft‟ bû çiya D‟çêrî dinêv pezkoviya Nêzîkî halê hîkmetê

Keşf bû li wî cezbek ji hal Ew„abidê mesken cibal Ji tirsa Xwudê qed bûbû “dal” Di lerzî j‟taya xeşyetê.

Ji xeşyetê bû Ewliya Ew „abidê mesken çiya Xwarin çi bû? Av û giya Dûr bû ji zadê şubhetê.

Dûr bû ji wî zad û te‟am Xizmet dikir daim mudam

90 WÊJEYA KURDÎ

Navê wî çûbû Şerq û Şam Kamil ji qedr û qîmetê

Ew sal bi sal kamil dibû Ta‟et dikir fazil dibû Meqbûlê ehlê dil dibû Rohn kir çiraya rûmetê.

Rûmet çiraya hilkirî Şêx ku sirrê wasil kirî Tirsa Xwedê dil kul kirî Qet şev û rojan xew ne tê.

Qet xew nebû j‟tirsa Xuda Ma kes ve bîr tê bab û da Kî mêre? Mêrê can fîda Ê xwarî sebra xiretê.

Lê sebra tale xirete Tiryak biladan mîhnete Axir dewa û şerbete Yê xwar dizanit lezetê

Bersîs qewî xiret hebû Hem qedr û hem qîmet hebû Nav „amiyan hurmet hebû Ji xwendin û tilawetê.

Wî şev û ro Qur‟an dixwend Zikr û „ibadet kir‟ bû çend Meczûb û din û dar û bend Ew çê dibûn ji berketê.

Di vê helbestê de Feqî jiyana mirovekê bi navê Bersîs digire dest çîroka jiyana wî ya dilêş vedibêje. Naveroka helbestê tesewufe. Kesê navborî jibo evîna Xwudayî gelek êş û cefa dikêşe. Lê li rexmê vê jî xulamtiyê, stûxwariyê û koletiyê jibo mirovên desthelatdar û zalim nake. Feqî vê weke nimûne nîşan dide û dibêje:

Ev Pende xasse şîrete Şertê xulaman xizmete Baxo nebînin zehmete Heqê însaf û mirwetê.

91 WÊJEYA KURDÎ

Ango yê xulam be, xizmeta zalim û zordaran dike. Bi wateyek din, mirovê Xwudahez û Xwudanas be, ne koletiyê ne jî zulmê napejirîne. Di malikek din de jî weha dibê:

Qet xew nebû j‟tirsa Xuda Ma kes ve bîr tê bab û da Kî mêre? Mêrê can fîda Ê xwarî sebra xiretê.

Li vê derê jî dide zanîn kû di vê rêyê pêwîste can fîdayî û wêrekî hebe. Berjewendiyên malbatî û kesî nebin kelem. Ji ber kû ev rê pîroze û divê jibo serxistina wê fedekarî û wêrekî hebe; ger bedela wê weke pez li çolan giya û çilo xwarin jî be, divê ev bêt pêkanîn. Jiber kû ev rêya heqe.

4-Yar Tuyî

Bizan kû min yar tuyî Dil jê birîndar tuyî Ez kuştim yekcar tuyî Kubkub li min çar tuyî Bi destî hem yar tuyî Pir li min kubar tuyî

Ê xezeb sendî ezim Di qeyda benda ezim

Xweş-qeda eîla tuyî Cama peyala tuyî Xweş-bejin bala tuyî Delal di mala tuyî Berbextê tala tuyî Nîmetê ala tuyî Ê b‟şewqa xala tuyî

Daîm dinalî ezim Zar zar dikalî ezim Harot di çalî ezim Dûr ji wî halî ezim Yar di xeyalî ezim

92 WÊJEYA KURDÎ

Milhema derdan tuyî Li baxî werdan tuyî Nûra li perdan tuyî

Li baxî bilbil ezim Muqîmê dilkul ezim Bi ahê xulxul ezim Ê xem lê nazil ezim Qalibê bêdil ezim Sotiyê sêxil ezim

Horiya Rehman tuyî Mohra Silêman tuyî Denanê Îsa tuyî Min dikî derman tuyî Xweş dikî derman tuyî Bi ah û kovan tuyî

Ê tu hebandî ezim İşqê şewandî ezim Lewma lumandî ezim

Dermanê jara tuyî Heyva li çarda tuyî Sêva li dara tuyî Gula bihara tuyî Tîjî nûbara tuyî Xutba l‟mihdara tuyî

Ê xêrq di xwînê ezim Ê kuştî birînê ezim Ê dûr ji şeynê ezim Aşiq bi beynê ezim Wekî di şînê ezim Xerîb ji şînê ezim

Mehbûba pirnaz tuyî Rinda xweşrimbaz tuyî Qewî li dilxwaz tuyî Ereba dilbaz tuyî Gerden sî û gaz tuyî Ya b‟tewq û gulwaz tuyî

93 WÊJEYA KURDÎ

Ê malik wêran ezim Hewceyê xêran ezim Dînê di dêran ezim Mehrûm ji sêran ezim Kuştî bi kêran ezim

Ya qenc li dinya tuyî Ya l‟ber kehniya tuyî Xetba enbiya tuyî Nûra rohniya tuyî Mehbûba dila tuyî Nûra zemîna tuyî

Aşiqê nûrê ezim Wekî di gorê ezim Kela difûrê ezim Dûr ji hizûrê ezim Darê tenûrê ezim

Mihra firengî tuyî Sultanê zengî tuyî Ê şahî rengî tuyî Ya b‟keyf û dengî tuyî Tîra xedengî tuyî Kivanê cengî tuyî

Ê kû dikarî ezim Qewî nikarî ezim Temîmê Darî ezim Dîwanfişarî ezim Bi ah û zarî ezim Ê tîr lê barî ezim

Min ah û meded tuyî Yûsifê emred tuyî Mehbûba bêhed tuyî Durê Zeberced tuyî Reyhana eswed tuyî Min can û cesed tuyî

Nesaxê bêjan ezim Taziyê „uryan ezim Ê b‟kul û derdan ezim

94 WÊJEYA KURDÎ

Mecrûh ji qehran ezim Ê xurî şêran ezim Feqiyê Teyran ezim

Bi rastî mirov nizane ji kû dera vê helbestê destpê bike. Ji kafiye û redîfan bigre heta pênaseyên bêhempa, ji teknîkên wêjeyî bigre heta afirandinên zimanzanî, ji mecazan bigre heta mînandinên pir balkêş, hema bêje weke baxek yê gulên cûrbecûre ev helbest. Bi taybetî teknîka mînandinê di astek pir bilind de hatiye destgirtin, nimûneyên kesayetên dîrokî (Eyûb, Yusuf pêxember) xistiye nava mijara helbesta xwe Feqiyê nemir. Bêgoman ev him asta wî ya çanda giştî, him jî kêrhatina wî ya dewlemendkirina mijarê û baldarkirina wê dide têgihandin.

Di naveroka helbestê de di radeyek gelek bilind de elementên xwezayî hatine bicihkirin. Bi taybet bikaranîna cûrên gul, rihan, şînatî, dar û hwd dide nîşan kû Feqî çiqas bi jîngeh, xweza û derdor ve girêdayiye û bi awayek gelek nazik û zelal wan teqîb kiriye.

Ji milê din ve, gava qala êş û azarên xwe dike, bi rastî jî berjengên gelek ecêb û bihêz bi kartîne. Mirov dibê qey bi rastî jî dixtorek bi tehşîsên cuda cuda nexweşek vedibêje. Li ser derd û keserên xwe re gihaye û vê bi mecaz û mînandinê ji yara xwe re vedibêje. Feqî di vê helbestê de, di mînandin, mecaz û biwêjan de xwe gihandiye lûtkeya wêjevanek herî jîr û zîrek. Eger bi baldarî bêt xwendin, bi taybet biwêjên gelek bihêz bikaraniye, him jî bi hevokên herî kurt, xwerû û sade.

Evîna Feqî evînek rasteqîne û di agirê wê de sinciniye.

6-Dîlber

Ey Dîlbera gerden zerî, Way nazika dêm qemerî, Qamet ji mûma fenerî, Wêran ezim, malim xirab.

Ey Dîlbera gerden letîf, Way nazika qamet elîf, Qamet ji reyhana xefîf, Wêran ezim, malim xirab.

Ey Dîlbera gerden zuzac, Way nazika mislî zuzac, Qamet ji reyhana qirac, Wêran ezim, malim xirab.

95 WÊJEYA KURDÎ

Ey Dîlbera qamet misal, Way nazika dilî hejar, Te ji xandinê kirim betal, Wêran ezim, malim xirab.

Ey Dîlberê, way Dîlberê, Firyad ji destê keserê, Avik ji ava Kewserê, Wêran ezim, malim xirab.

Ey Dîlbera gerden zirav, Dêm şûşeye, tijî gulav, Ey duxtera bejna zirav, Wêran ezim, malim xirab.

çavankû hiltînî bi meste, Ew çend ya misrî bi deste, Li kuştina min te bi qeste, Wêran ezim, malim xirab.

Tu bi qesta min dikujî, Tu bi k'ifra di nosojî, Gelek sotim kirim rijî, Wêran ezim, malim xirab.

Gelek sotim, kirim kibab, Kirye bi min, sed reng xirab, Ya leytenî kunrû turab, Wêran ezim, malim xirab.

Ya leytenî kunrû vexwar, Wey nazika min te ji dûr, Bêhiş kirim zilfê di hûr, Wêran ezim, malim xirab.

Bêhiş kirim zulfê du reş, Biskê siyah, bîhnê di xweş, Ey duxterê, çapik bi meş, Wêran ezim, malim xirab.

Bê kêf kirim zilfê du reş,

96 WÊJEYA KURDÎ

Biskê siyah, zilfêd qemer, Eşq û muhbeta min li ser, Wêran ezim, malim xirab.

Sotim, biraştim bê hesab, Lê pirsî bo kirme kebab, Kirye bi min sed reng ezab, Wêran ezim, malim xirab.

Sibhan ji şahê bi tenê, Xalik li xala gerdenê, Ez dîn kirim berdam dinê, Wêran ezim, malim xirab.

Eşqa mezac peyda bûye, Îro li min dijwar bûye, Hîvî dikim heqîqiye, Wêran ezim, malim xirab.

7-AV

Ey av û av! Ey av û av! Ma tu bi eşq û muhbetî? Mevc û pêla davê pêlan Bê sekunî û bê rehetî

Bê rehetî û bê sekinetî Yane eşqa ya xwe xwenetî Yan şibheta qelbê minî Ji eşqa natebitî

Ji eşqa tu têyî hey Hetî bi kû kengê hey bêy? Ji min re bibê, heyrana te bim Da ez bizanim qisetê

Da ez bizanim vê sirê Ji hindikî heta pirrê Ji me‟niya vê gurgurê Ji kê ra dikî vê ta‟etê?

97 WÊJEYA KURDÎ

Ji kê re dikî zikrê bi hal? Qet kişkişê nakî betal Teşbiye min rehet û e‟mal Qet bi şev û rojan xew netî

Lo şev û rojan bê xewî Ji mihnetê li yek ditewî Şevtariyan qet nehewî Ji emrî bi lez ketî (Helbest dirêje û didome…)

Di vê helbestê de jî diyar dibe kû birastî jî Feqî mirovek jîngeh parêzin û diyare xwezayi ye. Hinek taybetmendiyên bi vî awayî di Baba Tahirê Uryan de jî têne dîtin. Xweza dikin çavkanî, hêz û jêdera bingehîn ya îlham, nîvîs û helbestên xwe.

Bûyerek Ji Jiyana Feqiyê Teyran.

Di derheqê nav lêkirina (leqeb) Teyran de çîrokek heye: Tê gotin kû rojekê Feqiyê Teyran diçû Cizîrê. Di rê de rastî Keşekî hat, bi hevre hevaltî kirin. Demek çûn, westiyan xwe dan ber siya darekê. Du çûk hatin û nehîn ser darê. Çûk bi hevre di axivîn û Feqî jî pê keniya. Keşe ji Feqî pirsî: "Ma tu bi çi di kenî?" Feqî jêra got: "Ev adeta me ye. Em feqî weha dikenin. " Keşe: "Divê jê re sedemek hebe, mirov bê sedem nakene. " Feqî: "Xebera te ye, lê eger ez ji te re bêjim, ditirsim tu bêbextiyê li min bikî û belayekê bînî serê min"

Keşe soz dayê kû ji çu kesê re nebêje. Feqî ra bû mesela xwe jê re got: "Ez bi zimanê teyran dizanim. Ji van çûkên ser darê yek, ji yê din ra dibêje, ev Feqî diçe Cizîrê. Lê nizane wê li Cizîrê bête êşandin."

Keşe deng nekir. Herdu ji nû ve bi rê ketin. Gava gihiştin Cizîrê Feqî çû Medresa Sor, Keşe jî çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk gihabû hev û wek mirovên li tiştekî bigerin diçûn, dihatin û li erdê mêzedikirin û di peyivîn. Keşe sehkir û zanî kû remildarekî gotiye kû: "Di erda Westaniyê de xezîneyek heye," lê nikaribû cihê wî nîşan bide. Mîrê Cizîrê jî li xezînê di gere. Vê carê Keşe keniya û çû nik Mîr mesela Feqî û çûkan jê re go. Mîr şande pey Feqî. Feqî got: Mîr! belê ezê xezînê derxînim. Lê para xwe jê dixwazim.

Mîr jî şertê Feqî pejirand. Feqî jî çû hinek tomik anî li nava Westaniyê reşand. Çûk hatin ser tomik xwarin û bi hevre axivîn. "Ma ev tomik kê li vir reşandiye?" "Feqî ji bo xezînê ev tomik reşandiye." "Ma tu nizanî xezîne li kû ye?" "Belê! ez

98 WÊJEYA KURDÎ zanim, sihbetê wextê roj di hilêt, kevirê kû tavê destpêkê lê da xezîne dibinê wî kevirîdaye." Feqî zivirî medresê nivîsand. Sibê zû rabû çû Westaniyê. Piştî kevirê xwe dît, berê xwe da mala Mîr û got: "Ez benî min cihê xezînê dît."

Mîr di gel xulaman rabû hat Westaniyê, erdê kû dîti kolan û xezîne derxistin. Malekê zêde jê derket. Mîr ji Feqî pirsî: "Para te çi ye bêje?" Feqî got: "Beramberê serê keşe zêr bidin min." Mîr got: "Serê Keşe bi laşê wî ve ye, em çawa beramberê wî bidin te?" Feqî got: "Asane. Serê Keşe ji laşê wî vekin."

Rabûn serê keşe jêkirin û danîn ser şehînê/mîzanê û li milê din hêdî hêdî zêrên xizînê xistin, hetanî kû zêr xilasbûn. Zêr beramberê serê keşe nehat. Mîr jê tûrebû û got: "Feqî! Te zanibûn kû serê Keşe girantire. Lewma te ev şerte dana ber min." Feqî deng nekir. Zêr ji şehînê rakirin û çend kulim ax havêtin şûna wî. Milê axê daket, serê Keşe rabû. Hingê Feqî berê xwe da Mîr û got: "Mîrê min! Min zêr nexwest. Zêr bila ji te re be. Tu yê kû xwedî xulam û mêvan. Mexseda min ew bû kû nîşanê we bidim. Ji serê mirovan girantir ax heye û mirov tenê bi axê têr dibe.”

99 WÊJEYA KURDÎ

7- Ehmedê Xanî (1651-1706)

Ehmedê Xanî, di sala 1651'an de ji dayîk bûye. Cihê kû ew lê ji dayîk bûye tam ne diyare. Li gor gelek lêkolîner û nivîskaran, ew ji êla Xaniyan bûye. Li ser cihê vê êlê dîtinên cuda hene. Li gor van dîtinan, cihê vê êlê ji Cizîra Botan heta derdora Wanê tê guhertin. Lê nêrîna hemû lêkolînvana ji Colemêrgê ye didene zanîn.

Dema kû 14 salî bûye dest bi xwendin û nivisînê kiriye. Dema kû nivîsîna Mem û Zînê temam kiriye 44 salî bûye. Xanî li Bakûrê Kurdistanê li Bajarê Bayezidê wefat kiriye. Gora wî li bajarê Beyazîdê ye. Tirba Xanî ziyaretgeha xelkê ye.

Xanî, bi Mem û Zîna xwe ya kû destan û efsaneya neteweyî ya Kurde, di dilê netewa Kurd de cihê bilindtirîn girtiye û bi wî awayî di nav gelê xwe de bûye "Xaniyê nemir".

Mem û Zîna Xanî di sala 1919'an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje kû Xanî Nûbihara xwe di sala 1094'an hicrî de nivîsandiye. Li gora vê dîrokê beriya qedandina Mem û Zînê bi neh salane.

Xanî ji Mem û Zînê pê ve hin berhemên din jî hene. Wek Eqîda îmanê û Nûbihara biçûkan : ferhengeke menzûme. Bi Kurdî-Erebî ye. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje:

Ji paş hemd û selewatan Ev çend kelîme jî ji luxatan Vêk êxistine Ehmedê Xanî Navê Nûbihara biçûkan lê danî Ne ji bo sahibî rewacan Belkî ji bo biçûkê Kurmancan

100 WÊJEYA KURDÎ

Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye, Mem û Zîn ji xwe re kiriye behane û bi vê hecetê kula dilê xwe der kiriye, derdê miletê xwe yê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye.

Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî di bîne kû ew rêzik winda dibin, Kurmanc bi zimanên din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe yên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bindestiya wan di pejirînin. Seyda dibêje: Sazî dilê kul bi zîr û bem bit Sazendeyê 'eşqi Zîn û Mem bit Şerha xemî dil bikim fesane Zînê û Memî bikim behane

Nexmê we li perdeyê derînim Zînê û Memî ji nû vejînim Derman bikim ez ewan dewa kim Wan bê mededan ji nû ve rakim

Meşhûr bikim bi terz û islûb Mimtaz bikim mihib û mehbûb Ewreng bikim ji nû serefraz Da bêne temaşeyî nezerbaz

Dilber li Memî bikin girînê Aşiq bikenin bi derdê Zînê Ev meywe eger xirab eger qenc Kêşaye digel wê me du sed renc

Ev meywe eger ne avdare Kurmancîye, ew qeder li kare Ev tifle eger ne nazenîne Nûbare bi min qewî şirîne

Ev meywe eger ne pir lezîze Ev tifle bi min qewî 'ezîze Mehbûb û libas û gûşiware Milkê di minin ne miste'are Ez pîlewerim ne gewherîme Xudresteme ez ne perwerîme Kurmancim û kûhî û kenarî Ev çend xeberin di Kurdwarî

101 WÊJEYA KURDÎ

Weke ji wan rêzên helbestên jorî tê fêhmkirin, Ehmedê Xanî qala giringî dayîna zimanê Kurdî dike û gazinda wê çendê tîne ziman kû; ji ber ev berhem bi Kurdiye û Kurd jî ne xweyî dewlet û sîstemin, ev berhem jî zêde qedrê xwe nîne û nayê naskirin. Di heman demê de ev rexneyeke rewşenbîriye li ser asta civakî, siyasî û çandî ya civaka Kurdan ya wê demê. Ji ber kû li welatên din yên cîhanê kesên bivî awayî zana û rewşenbîr dikarin sûdê ji asta bilind ya civakê bigrin û bi demê re nirxê keda wan bêt zanîn.

Xalek ya gelek girîng ewe kû, Ehmedê Xanî daye diyarkirin, wî bi zanebûn bi Kurdî nivîsiye. Ango ew ne li pey navûdengî û şohretê ye. Wek em hemû dizanin Xanî, di gelek zimanên din yên mîna Erebî û Farisî de jî destbikêre û dikarî van berhemên xwe bi wan zimanan jî binivîse. Lê tam berevajî vê yekê, hest û hizrên pak û bilind yên netewyetê û Kurdperweriyê rê nedaye vê bêrûmetiyê. Ji xwe vê rastiyê em dikarin di gelek helbestên wî de bi zelalî bibînin. Bi israrek pir mezin li ser nivîsa bi Kurdî disekine û di medreseyên avakirî de jî vê bi xwendevanên xwe dide xwendin. Bi wateyek din, Xanî di heman demê de bi pratîkî mamostaya zimanê Kurdî dike. Tu helbestvan an jî nivîskarek din yê Kurd yê pêşya wî bi qasî Xanî vê yekê bi israr û bi vekirî pêknanîne. Berhema wî ya bi navê “Nûbihara Biçûkan” delîlek gelek mezin yê vê mamostayiya pratîkiye. Her wuha Xanî dibêje kû ev berhem li nik wî gelek şirîne.

Gelek nivîskar û lêkolînvan li ser helbestvan û wêjevanê mezin Xanî lêkolîn pêkanîne. Ji vane yek jî Abdullah M. Varli ye. Berhema Abdullah M. Varli ji du cildan pêk tê. Cildek bi navê Dîwan û Jînewarî ya Ehmedê Xanî ye kû ji 476 rûpelan pêk hatiye, lêkolînek li ser jiyana Ehmedê Xanî û dîroka mîrektiyên dewra Xanî, bi taybetî jî ya mîrên Bayezîdê ye. Cilda din, bi navê Dîwan û Gobîdeyê Ehmedê Xanî yên Mayîne, 556 rûpele. Têde helbestên Ehmedê Xanî yên heta niha naskirî û nenaskirî hene. Ew li ser hev 106 helbestin. Piştre bi navê “Qisa Şemû‟n” berhemek menzûm heye kû nivîskar dibêje ew ya bavê Ehmedê Xanî Îlyas Bin Eyaze. Berhemek bi navê “Sîseban”ê jî di vê cildê de heye kû li gora lêkoler ev berhem jî ya Ehmedê Xanî ye. Herdu cild jî di nav berhemên (Sipan Yayinevi ve Yayinlari) de sala 2004ê li Îstanbûlê hatine weşandin.

Li ser berhemê, hem jî li ser nivîskarê wê pêwîste bêt rawestan, hûr hûr bêt tehlîlkirin û lêkolînên kûr li ser wan bên kirin. Hem agahiyên gelek hêja û balkêş di berhemê de hene, hem jî ji alî rêbaz, uslûb û ziman ve ew mihtacî lêkolînek û zelalkirineke ciddîne.

Di pirtûkê de li ser esasê belgeyên nediyarkirî nivîskar dinivîse kû malbata Xanî bi eslê xwe ji Xana Sêgundane kû bi Çelê ve girêdayî ye. Û ew dinivîse kû di “Quyûdê Qedîm” yên Osmaniyanyên ji wê demê mayî de, navê gundê Xanê derbaz dibe. Malbata Xanî berî ji dayikbûna wî di dewra bapîrên wî de ji wê herêmê bar kirine, piştî hin qonaxan li herêma Bayezîdê bicîh bûne.

102 WÊJEYA KURDÎ

Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û şêst û yekê hicrî de ji diya xwe bûye.

Lewra ko dema ji xeyb fek bû Tarîx hezar û şêst û yek bû

Li ser dîroka wefata Xanî agahiyên sedî sed misoger nîne, lê hinek zana û wêjevanên Kurd qala sala 1706 ê zayînî dikin û vê weke dîroka destûrxwestina wî ya ji Cîhanê didin diyarkirin. Ev xal, hêjayê lêkolînên dîrokî û zanistiye. Ehmedî Xanî jî yek ji wan kesane kû berhema Mem û Zînê di pêvajoyên herî giran de nivîsiye û wuha rave dike:

Ev Rom û Ecem biwan hisran Kirmanc hemî li çar kinaran Her dû terefan qebîl Kurmanc Bû tîrî qeza kirîne amanc

Ev qiwazamî Rom û behrî Tacîk Hindî kû dikin xirûc û tehrîk Kurmanc dibin bixûn,mûletex Wan jêkve dikin mişalî berzex

Egerên veman, paşketin,bindestî û benîtiya (dîlîtiya) miletê Kurd wekî neynikê ron kiriye; ji lêkevtin, berhingarî yêkbûyin û hevruşî serê yêkû dû ya di nava Kurdan de, ji ber yêk nedanana hevdû, berovajî wê çendê bi dirustî bo biyanyan, bo dijmin û neyaran bûyîne bende û benî kû eve bê guman derdê bê derman yê Kurdane. Ew derde kû bûye kovan di cergê miletê Kurd de, bi tu dixtor û luqmana ve nayêt çareserkirin.

Li gora kû Xanî tîne ziman, Kurd ji bo xwe gelek lewazin û bi hemû hêza xwe ve li beramberê hevdû di nava nakokî û şeran de ne. Ji ber van pirsgirêkên navxweyî, hemû kêrhatin û jêhatinên wan bi tiştên pûç û vala ve derbaz dibe. Lê ji bo dijminê xwe bihêz, mertal û xwekujin. Dijminên Kurdan vê yekê baş dizanin û vê lawaziya wan ji bo berjewendiyên xwe bikartînin. Ev rastî di heman demê de rewşa siyasî û polîtîk ya civaka Kurd ya serdema Xanî vedibêje. Xanî, şerên mîrektiyên Kurdan yên ji bo axên hevdû, ji bîrkirina gel û civakê, girîngî nedana xwendin û perwerdê, nokertiya çîna serdest di nava Kurdan de û hwd xistiye ber rexneyên pir tund yên rewşenbirî. Ji vê jî em têdigihin kû asta Xanî nebes di aliyê wêje û ziman de, di heman demê de di aliyê hemû qadên jiyana civakî de xweyî hizrên pir ronak û şoreşgerane ye. Pêleyistina dijminan ya bi Kurdan ferq kiriye û di derbarê rewşa polîtîk de rexne û gazindên xwe tîne ziman. Di wê serdemê de hosa bi astek evqas bilind li hemû civakê û pirsgirêkên jiyanê haydar bûn û berpirsyartiyên wê yên exlaqî, polîtîk, wujdanî û niştîman perwerî bi dengek herî tûj û bilind qîr kiriye, Xanîyê zana û ronakbîr.

103 WÊJEYA KURDÎ

Sîstema civakî û rewşenbîriya Kurdî û aloziyên kû di aliyê siyasî de Kurd di nav re derbaz dibin bûye mijarek bingehîn ya helbestên navborî: Ez mame di hikmeta xudêda Kurmanc di dewleta dinêda Aya bi çi wecih mane mehrum Balcimlet ji bo çi bune mehkum

Kurmanc nepir dibê kemalin Ema diyetîm û bê mecalin Balcimlat ne cahil û nezanin Belkî di sefîl û bê xudanin

Ger dê hebuya me jî xudanek Halî keremek letîf danek Halim û huner û kemal û izhan Şehir û xezal û kitêb û dîwan

Ev cinse ya libil wî mehmûl Ev neqde ya li nik wî heqbul Min dê elema (ilmê) kelamê mewzûn Alî bikra li banê gerdûn

Bi navê ruha Melê Cizîrî Pê hey bikra Elî Herîrî Keyfek we bida Feqîhî Teyran Heta be ebed bimaye heyran Çi bikem kû qewî kesade bazar Nîne ji qimaşra xirîdar

Seydayê Xanî yê nemir nekû her bi tinê êş û derd, kul û kovanên miletê Kurd liber çavan danîne, lê belê wekî hemû xemxwer û xemhilgirên miletan û piştevanên wan, sazker û rast kermendan dermanên nojdarî ji bo êş û kul û derdan, bo kovanan wekî hekîm û luqman daniye kû her pêsaxbûyin wesa gengaze. Dermanê nojdarî yê kû hemî êş û kul û derdê miletê Kurd pê sax bûne eve, yê Xaniyê luqman bo wan danayî; yêkdilî û yêkbûniye dibin serokatî û serkêşî û serwerîya jêhatî û bi kêrhatiyekê pêşkêş û dilsoz, camêr û li ser xwe. Heke hatû miletê Kurd hevgirtin dibin serkêşî û serweriya rêberekê Kurdperwer de, her di cih de wê rêka serbestî û azadiyê, rêka serbixweyî û gerdenazatîyê ji bo Kurdan vebit, heke girt û têra ço, wekî hemî miletên cîhanê wê bibin xwekerê xweser, ne kes diser de , nejî diber de dibe. Lewma jî Xanî gotiye:

104 WÊJEYA KURDÎ

Heke hatû xudan keremek li miletê Kurd bû xudan, wî demî û çaxî ezê gotin û axavtinên vehandî hind bilind kim kû navê Kurda li çar kinarên cîhanê belav bi bit û deng vedit, ji ber vê yekê dibêje: Min dê elema (alimê) kelamî mewzun Halî bikra libanê gerdûn Bi navê ruha Melê Cizîrî Pê hey bikra Elî Herîrî Keyfek we bida Feqîhê Teyran Heta ebed bimaye heyran

Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji pesendeyina xudê û pêxemberî destpê dike, ew lava (hîviya) ji xudê dike kû gunehê wî bi bexşîne. Li dûv wê re, liser derd û kulên miletê Kurd û egerê paşdamayîna (paşvemana) wan di nav helbestên xwe de dinivîse. Derheqa egerê nivîsandina “Mem û Zînê‟‟ de çima bi zimanê Kurdî dinivîse; Xanî gelek halê miletê Kurd li sedê (16-17) ê de bi gazindeyan, bi gilî gotinên reng awaz nivîsiye. Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji cêjna newrozê destpê dike: Dura felekê ji bextê feyruz Dîsan kû nima ji nuve “nûruz” Mebinî liwi adetê mibarek Şehrî û spahyan bi carek

Bajêr û kelat û xanî berdan Teşbih bi nijdeyan û cerdan Sif sif dimeşîne kuh û deştan Ref ref dixişîne seyr û geştan

Destana Kurdî ya gelêrî Mez û Zîn bi hevdîtina her du evîndaran ya di cejna Newrozê de destpê dike. Newroz nebes destpêkirina buharê ye, lê di heman demê de destpêka evînê ye jî. Xanî vê evînê di rola xort û keçek Kurd de tîne ziman û vê bi evîna welat ve yekser girê dide. Evîna Mem ya ji bo Zîna Botanî, evîna Xanî ya ji bo welate. Xayîntiya Beko bi xayîntiya navxweyî ve, bi taybet xayîntiya di nava çîna serdest ya Kurdan ve girê dide û vê sedemê bingehîn yê nakokî, dijminî û lewaziya civaka Kurd dide dest nîşankirin.

Xanî di naverok û kesayetên destanê de guhertin jî çêkiriye. Ev destan kû xweyî dîrokek ya ji berê zayînê ye û gelek elementên mîtolojîk di nava xwe de digre, hinek ji van elementan yan hatine derxistin yan jî Xanî wan li gora serdema xwe şîrovekirine. Lê, ji sojeya bingehîn ya destanê derneketiye. Ev jî hostayî û kêrhatinek din ya Xanî radixe ber çavan.

105 WÊJEYA KURDÎ

ZIMANÊ XANÎ BI KARANÎ:

Ehmedê Xanî yekem kese kû bi awayek cidî û rêkûpêk xebata berhevkirina zimanê Kurdî kiriye. Di delîveyek ewqas teng û zor de kû civaka Kurd di nav de jiyan dibû, rizîna di aliyê çand û nasnameyê de pêşdiket, dawerivandin û guvaştinek gelek mezin ya li ser zimanê Kurdî de hatî, bandora wêje û zimanê Erebî li ser hemî qadên civak û perwerdê, lasayîkirina gelek kesan ya li çand û zimanên biyaniyan, xwefirotina gelek mîrektî û begên Kurd ji bo Ereb û navên Erebî û hwd de, Ehmedî Xanî di asta şoreşê de li hemberê vê serîhildaye, bi pratîkî gav avêtiye û bi navê “Nûbihara Biçûkan” pirtûkek ya peyvan weke ferheng çêkiriye. Ev delîla herî aşkireye. Lê ji aliyê din ve, bi sedan helbestên wî û berhemên weke “Mez û Zîn”, Eqîda Îmanê”, “Dîwana Xanî” û hwd ji xwe bi Kurdî hatine nivîsandin. Ya din, anîna ser ziman ya van tiştan hemûyan bi zimanê honandî jî, pisportî û kerameta wî ya pileberz û hêja dide nîşandan. Peyvên kû bikaranî, bi piranî sade û xwerû ne. Lê bêgoman di wê serdemê de hinek peyvên Erebî jî di nava helbestên xwe de bi karaniye. Di wê serdemê de ev tiştekê jê ne rev bû. Ji ber kû Erebî bi hemû hêza xwe ve li Kurdistanê belav û bi bandor bû.

Naveroka Helbestên Wî:

Ehmedê Xanî ji malbatek oldar û mîrektiyan hatiye cîhanê. Her ji biçûkahiya xwe ve bi ol re hevnas bûye. Di medresan de xwendiye û bi dirêjahiya vê demê li gelek herêmên Kurdistanê geriyaye. Heta dema 14 saliya xwe de kû dest bi honandina helbestan kiriye, bi piranî dibin bandora ol û gotinên mamosteyên olî de maye. Lê bi demê re, bi taybet bi nivîsandina Mem û Zîn re bîr û boçonên wî wergeryane li ser hizrên netewyetê (miletgerîyê). Ji ber vê jî pêvajoya piştî hingê bi giranî li ser vê sekiniye.

Xanî, mirovek bi xuda û sîstema wî bawere. Baweriya wî bi buhuştê tê û di gelek helbestên xwe de qala pîvan û nirxên razber yên olê Îslamê kiriye. “Eqîda Îmanê” nîşaneya kifş ya vê rastiyê ye. Lênêrîna wî ya di derbarê ol de ne bi çavkoriye û ta astek bilind bi pîvanên edalet û wekheviyê yên olê îslamê ve girê daye û xweyî zanînek têrker û rohnkere. Gelek helbestên wî yên divê derbarê de dikarin bêne lêkolîn û şîrovekirin. Di vî alî de xweyî felsefeyek kûre.

Ji milê din ve, Ehmedê Xanî di asta netewî de jî di astek pir bilind de ye. Li ser hemû qad û beşên civakê xweyî agahî û nêrînek felsefıye. Di mijarên civakî, çandî û wêjeyî de ji ol zêdetir, hest û hizrên milet-netewê pêre hene. Ji ber vê jî gihaye astek wusa bilind kû kariye polîtîka, desthelatî û rêveberên Kurdan yên demê xwe, bi zimanê tund rexne bike û bûye rênîşanderek mezin ji bo kû Kurd ji van xirabî û lewaziyan rizgar bibin. Di wê baweriyê de ye kû pirsgirêka miletê

106 WÊJEYA KURDÎ

Kurd ya herî girîng û bingehîn “nebûna rêberek raste”. Ev pêşdîtinek gelek mezine û wêrekiyek bêhempaye ji bo kesek Kurd yê wê serdemê. Helbesta wî ya binavê; “Ger dê hebuya me jî xudanek Halî keremek danek Halim û huner û kemal û izhan Şehir û xezal û kitêb û dîwan...”

Ji van rêzikan pir eşkere ye kû Xanî hem rexne dike û hem jî rê nîşan dide. Bê goman di aliyê teknîkên wêjeyî yên Xanî di nava berhemên xwe de bikaranî de em zêde nakevin nava hûrdekariyan. Pîvan, rêz, bend, ritim, ton, afirandinên wêjeyî û hwd divê di hinek mijarên taybet de bêne nirxandin û şîrovekirin.

Hêjayê gotinê ye Ehmedê Xanî bê dûnde ye. Li gora gelek lêkoleran ew nezewiciye û zarokên wî nebûne. Di hinek belgeyên kû di van dawiyan de ji arşivên Osmaniyan derketine têde tê gotin kû kesekê ji binemala wî tê kû nivîskare, wî kesî di berhema xwe de gotiye kû Xanî bê dûnde (bê zarok) çoye.

107 WÊJEYA KURDÎ

8- Mele Mehmûdê Bazîdî (1799 - 1867)

Mele Mehmûdê Bazîdî, di sala 1799 de (di hinek çavkaniyan de 1797 e) li Bazîdê hatiye dinê. Li eynî cihî dest bi xwendina medreseyê kiriye. Piştî temamkirina xwendina xwe, çûye Tewrîzê û hînê Farisiyê bûye. Pişt re hatiye Bazîdê û li wir dest bi seydatiyê kiriye. Lê dema kû dawîn mîrê Kurd yê Bazîdê Behlûl Paşa dişkê û birayê wî di şerekî di navbera Dewleta Osmanî û Rûsyayê de tê kuştin û rewşa malbata wan ya ticarî xirab dibe, ew biryar dide kû ji bajarê xwe dûr bikeve. Li ser vê, ew derbazê bajarê Erziromê dibe û li wir di hucreyan de dest bi meletî û seydatiyê dike. Di nav civata Kurd ya wê demê de, xwediyê cihekî bilind û bi paye bûye. Her çend di derheqê malbata wî de gelek kêm agahdarî di destê me de hebin jî, lê em ji gelek bûyerên qewimîne û ew rêz û siyaneta ji Mele Mehmûdê Bazîdî re hatiye kirin, derdixin kû ew ji malbateke payebilinde. Hem bi xwe jî bi ilim û perwerdeya dîtiye, di nav civakê de bûye xwediyê cihekî kû cihê rêz û hurmetê be. Pişt re jî kû emê di rêzên bên de li ser bisekinin, nasîna wî bi konsolosê Rûsyayê yê Erziromê rojhilatnas Alexandere Jaba (1803-1894) re çêdibe û herdu bi hev re xebateke piralî, têrberhem û hêja dikin.

Em ji wan nivîsên gelek kêm yên li ser Mele Mehmûdê Bazîdî hatine nivîsandin hîn dibin beriya kû ew A. Jaba nas bike, li ser dîrok û çanda Kurd xebatên wî hebûne. Lê dixuyê kû A. Jaba hem di berhevkirina van destnivîsan de û hem jî di pirtûkên ji alîyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatine nivîsandin de, hander bûye û ji bo metodolojiya bi van awayê xebatan, gelek tişt pêşniyarê wî kirine û jêre bûye rênîşander. Yanî em dikarin bêjîn, ev herdu zanayên hêja hevdu temam kirine. Her çend A. Jaba ew bi seydayê xwe bi nav kiribe jî, em dikarin bêjîn, herdukan jî ji hevûdu re seydatî kirine.

Sultan Ebdulmecîd, Mele Mehmûdê Bazîdî ji bo ragirtina şer û serhildana li dijî dewleta Osmanî, dişîne Cizîrê li ba Mîr Bedirxan Beg. Dixuyê kû nasiya Mîr Bedirxan Beg û Mele Mehmûdê Bazîdî beriya vê bûyerê bi hev re hebûye. Wî wextê serleşkerê Osmanîyan Osman Paşaye û beriya Mele Mehmûdê Bazîdî biçe

108 WÊJEYA KURDÎ

Cizîrê li ba Bedirxan Beg, wî ji vê çûna wî û wezîfeya jêre hatiye sipartin agahdar dike û jê re dibêje, heta ez cewabekê ji Bedirxan Beg nestînim, gereke tevgerê leşkerî çênebe. Lê dixuyê, Osman Paşa kesekî terefdarê şere û li hêviya cewaba Mele Mehmûd nasekine û diçe ser Cizîrê. Lê dema ew digihije, li wir dibîne amadekariya Bedirxan Beg ji bo şerekî gelek bi rêkûpêkin. Li ser vê, ew ji vê rêkûpêkiyê Mele Mehmûdê Bazîdî tawanbar dike û jê re dibêje kû wî Bedirxan Beg hişyarkiriye û razên (nehênî) wan gihandiye Bedirxan Beg. Ji ber vê, Osman Paşa, Mele Mehmûd dide girtin û ew qeyd û lele dike û dişîne Stenbolê. Lê demek şûnde ew ji aliyê sultan ve tê efûkirin û wî dişînin Wanê.

Dema kû ew li Wanê bû, hêjan şerê di navbera Xan Mehmûd û Osmaniyan de berdewambû. Cardin dewlet ew bi handana vî şerî û têkiliyên wî bi serokê serhildanê Xan Mehmûd re tawanbar dike. Li ser vê, wî digrin û panzde rojan li Wanê di zindanê de dihêlin. Lê pişt re wî berdidin, ew tehdîd dikin û tim dibin çav de dihêlin. Bêgoman di demeke wiha de berdana wî ji ber tirsa rewşa Mele Mehmûd ya civakî ya di nav Kurdan de û melhezeya firehnekirina cebheyek li dijî Osmaniyan bûye.

Ew yekem rewşenbîr û zanayê Kurde kû di sedsala 19 de, di hemî danûsitandin û xebatên xwe de tenê zimanê Kurdî bikaraniye. Her wekî em dizanin, bi taybetî di sedsala 19 de, Farisî û Erebî di nav zana û rewşenbîrên Kurd de gelek di rewacê de bûne. Hema bêje nêzîkî temamê zana û rewşenbîrên Kurd di karên xwe yên nivîsandinê de ev herdu ziman bikaranîne. Lê em dinêrin Mele Mehmûdê Bazîdî bi berovajiyê vê tevgeriyaye. Di hemû karûbarên xwe de û ew pirtûkên ji aliyê wî ve hatine nivîsandin, bi Kurdîne.

Berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî Şerefname:

Mele Mehmûdê Bazîdî yekem kese kû cara ewil cilda yekê ya Şerefnameya Mîr Şerefxanê Bedlîsî ji orîjînala wê ya Farisî û li ber ew nusxeya ji alîyê Zêrnov ve hatiye amadekirin, wergerandiye li ser zimanê Kurdî. Wî ev xebat di sala 1858 de temam kiriye. Piştî 150 salan jî, dema kû mirov îro wê dixwîne, kurmanciya wê ya wê demê zewq dide mirov û mirov jê têr nabe. Lê mixabin, Mele Mehmûdê Bazîdî bi ser hinek mijaran re gav daye û ew wernegerandine. Mesela: Temamê Mîrektiya Eyyûbiyan û İmadiyeyê qismek ji Mîrektiya Hekariyê wernegerandiye û sefheya çaran ya li ser Mîrektiya Bedlîsê jî wekî kurtebirî wergerandiye.

109 WÊJEYA KURDÎ

PirtûkaTewarîxê Cedîdê Kurdistan: (Dîroka Nûjena Kurdistanê)

Ev pirtûk ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî bi xwe ve hatiye nivîsandin. Lê mixabin ew wundaye. Heta niha gelek hewil hatiye dayîn, lê ew bêyî encam mane. Li gor ew agahdariyên ji aliyê A. Jaba ve hatine dayîn, ew pêşgotina kû ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ji pirtûkê re hatiye nivîsandin û A. Jaba ew wergerandiye Fransî û heta niha hatiye parastin, gelek kesên din yên di derbarê vê pirtûkê de nivîsandine, em bi hindikayî jî be di saya van de, di derbarê vê berhemê de dibin xwediyê zanyariyekê.

Adet û Rusumatnameyê Tewayîfê Ekradiye:

Ev pirtûk ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî bi xwe ve hatiye nivîsandin. Ji aliyê A. Jaba ve wergera wê ya Fransî hatiyekirin. Pişt re di sala 1963 de, ji aliyê Rodenko ve li Moskovayê wergera wê ya Rûsî hatiyekirin û li Moskovayê hatiye weşandin. Wergerên wê yên bi zimanên din jî hene. Transkirîpsiyona wê ya kurmancî jî hatiyekirin. Lê mixabin gelek çewtî tê de hene. Pêwîste kû careke din ji nû ve bê transkirîpte kirin. Ev pirtûk yekem lêkolîna civaknasî, etnolojî û etnografî ya li ser Kurdane kû bi Kurdî hatiye nivîsandin.

Ferhenga Kurdî-Fransî (Dictionnaire Kurde Francais):

Mele Mehmûdê Bazîdî di nivîsîn û amedekirina vê ferhenga Kurdî-Fransî de alîkariyeke gelek mezin daye A. Jaba. Ev ferheng hatiye çapkirin û ew yek ji wan xebatên herî hêja yên bi hev re ya A. Jaba û Mele Mehmûdê Bazîdî ye. Di piyaseyê de gelek kême û Kurdiya wê bi alfabeya Erebî ye. Divê kû rojek zûtir bê transkirîptekirin û bi awakî firehtir bikeve bin xizmeta kesên di vî warî de xebatê dikin.

Ferhenga Kurdî ya Diyalektê Hekarî-Rewendî:

Ferhat Pîrbal, di kitêba xwe ya “Mele Mehmûdê Bayezîdî” de, li ser vê xebatê wiha dibêje: “Wî bi Kurdî di pêşgotina vê kitêbê de gotiye: „Eve rîsaleyeke di behsa hinek ferq û cudahiyên di nav lûxatêt ekradan, hindê beyanê be‟zê qewaîdê umumî yê de lazime‟. Li ser rûpela yekê ya fransiya wê wiha hatiye nivîsandin: “Vocabulaire kurde des dialectes de Hekari et Revendi, par A. JABA, Consul de Russie Erzeroum, Erzeroum le 15 Mars 1858”. (Gotinên Kurdî yên bi diyalektê Hekarî û Rewendî, ji aliyê: A. JABA konsolosê Rûsî yê Erziromê, Erzirom 15 ê adara 1858an). Ev kitêb, bi destxetê yekê navê wî Şehnezer û di sala 1858an de hatiye nivîsandin. 49 rûpel e, hecma wê 22×34 santême û di her rûpelê de 13 rêz

110 WÊJEYA KURDÎ hatine nivîsandin… Wekî me got, ji aliyê Mele Mehmûdê Beyazîdî ve pêşgotinek jê re hatiye nivîsandin û dibêje: “Bi diyalektê kurmancî, behsa hinek taybetmendiyên zimanê kurdî dike. Vêca kurtiyek rêziman di derbarê du diyalektan û cihêtiyên wan de tê de hene… Ev destnivîs hatiye bi rêkûpêk kirin û di sala 1984 de ji alîyê Prof. Maruf Xezenedar ve hatiye çapkirin”.

Ferhenga Kurdî-Rûsî-Fransizî û Rûsî-Fransizî-Kurdî:

Mele Mehmûdê Bazîdî, di amadekirina vê ferhenga ji 15 hezar bêjeyan pêk hatiye de, alîkariya A. Jaba kiriye. Ev kitêb heta niha nehatiye çapkirin û ew di Akademiya Zanistî ya Petersborgê de hatiye parastin.

Rêzimanê Erebî Bi Zimanê Kurdî:

Ev kitêb di eslê xwe de ya Elî Teremaxî ye. Lê Mele Mehmûdê Bazîdî ew ji nû ve bi rêkûpêk kiriye û nivîsandiye û pêşgotinek jî jê re amade kiriye. Navê kitêbê yê orîjînal eve: “Serf û Be‟dê Usûl Lazimeyê Te‟lîme Bi Zimanê Kurmancî”.

Di xuyê kû Elî Teremaxî ev kitêb di destpêka sedsala 17 de nivîsandiye. Ji ber kû Minorsky di Ansîklopediya Îslamê de dibêje: “Elî Teremaxî di sala 1591 de hatiye dinê”.

Ferhad Pîrpal di kitêba xwe ya navê wê derbas bûyî de, di vî warî de agahdarî dide û wiha dibêje: “A. Jaba di du nameyên xwe yên tarîxa wan 17.06. 1858 û 02.04.1859 de kû ji rojhilatnasê Elmanî Lerinhardet Dorin re dişîne wiha dibêje: Ev destnivîsa hêja beriya sala 1857 li ba melakî xelkê Hekariyê bû, min jê daxwaz kir kû bide min an bifroşe min, lê wî nefiroşt… Navnîşana destnivîsê ya Fransî eve: Gramaire kurde par Ali Teremakhi offert a l‟Academie İmperial des Sciences a St- Petersbourg, par A. JABA”. Lê pişt re em ji gotarekê kû di berhema Mele Mehmûdê Bazîdî ya bi navê “Cami‟iyê Risaleyan û Hikayetan” ya ji çil çîrok û sê gotarên ji aliyê wî bi xwe ve hatine nivîsandin pêk tê-yek ji wan gotaran ya em behs dikin- û ji aliyê A. Jaba ve wergera wan ya fransî hatiye kirin û li Petersborgê bi pêşgotinekê ji aliyê P. Lerch ve Kurdî û fransiya wê hatiye weşandin, hîn dibin; Mele Mehmûdê Bazîdî diçe li ba wî melayê xelkê Hekariyê û ew kitêba Elî Teremaxî jê werdigire. Pişt re jî ew bi xwe vê destnivîsê ji nû ve divejîne û ew bi pêşgotineke di warê jiyana dînî û rewşenbîrî ya di nav mizgeftên wî wextê yên Kurdistanê de, awayê xwendina dersê û bi kurtiyek di warê jiyana Elî Teremaxî de teslîmê A. Jaba dike.

111 WÊJEYA KURDÎ

Cami’iyê Risaleyan û Hikayetan:

Ev berhema hêja ya Mele Mehmûdê Bazîdî, ji sê gotar û çil çîrokan pêk hatiye. Ew dibin sernivîsa jorê de, wekî kitêb bi hev re hatine çapkirin. Gelek çîrokên ciyewaz yên li ser çand, folklor, bûyer û dabûnerîdên civakên di Kurdistanê de di vê berhemê de bi cih kiriye.

Kilam, Bêrîte, Gotinên Pêşiyan…:

Yek ji wan xebatên hêja kû ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatiye kirin, berhevkirina kilam, bêrîte, gotinên pêşiyan û gelek tiştên wekî van yên edebî û folklorîne.

Wî hem kilamên mêrxasî û hem jî yên evîniyê kû di nav Kurdan de tên gotin berhev kirine û teslîmê A. Jaba kirine û wî jî hemî van berheman ji Akademiya Zanistî ya Petersborgê re şandine.

Mele Mehmûdê Bazîdî, berhema hêja û giranbiha ya Ehmedê Xanî Mem û Zînê, ya Selîmê Silêman Yusif û Zuleyxayê, ya Harisê Bedlîsî Leyl û Mecnûnê, ya Feqyê Teyran Şêxê Sen‟an, Bersîsê Abid û Qewlê Hespê Reş wekî çîrokî nivîsandiye. Pişt re A. Jaba ew derbasê li ser alfabeya latînî kirine û wergerandine fransî û pêşgotinekê jî ji wan re nivîsandiye û ew ji Akademiya zanistî ya Petersborgê re şandine.

Ji bilî van, Mele Mehmûdê Bazîdî gelek berhemên din yên ji aliyê şairên Kurd ve hatine nivîsandin, yên wekî Zembîl Firoş û gelekên din kû navên hemiyan ji aliyê me ve nayên zanîn, bi awayê çîrokî ew amadekirine û hemî jî ji aliyê A. Jaba wergera wan ya fransî hatine kirin û pişt re jî ji Akademiya Zanistî ya Petersborgê re hatine şandin.

Ji derveyî van hemî xebatên hêja yên ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatine amade kirin, gelek berhem ji zimanê Turkî, Erebî û Farisî jî wergerandine li ser zimanê Kurdî. Wekî Gulistana Se‟diyê Şîrazî. Qasê tê gotin, wî heştê û çar çîrokên bi zimanê Farisî wergerandine Kurdî.

Xebata wî di warê amadekirina rêziman û hinek pirsên ziman û alfabeya Kurdî de jî çêbûye û cardin wî kitêbek bi navnîşana “Kitêba Mewlûda Şerîf” jî nivîsandiye.

Mele Mehmûdê Bazîdî, di van xebatên xwe de nexwestiye navê xwe yê rastî bikar bîne. Tê gotin kû ev ji ber sebebê xweparastina gotegoteyê di nav xelkê de bûye. Yanî nexwestiye xelk li dîwanxaneyan û li kolanan, bêjin kû Mele Mehmûd bi kesekî nemisilman re di nav teşwîkê mesayiyê de ye û ji ber vê di wan xebatên

112 WÊJEYA KURDÎ xwe de navên wekî, “Mela Efendî, Hacî Mehmûd Efendî” bikaraniye. Gelek caran jî, wekî A. Jaba bi xwe jî dibêje, qet nav bikarnaniye.

Naveroka Kitêba Winda Ya Dîroka Kurdistanê: (Kitêba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan) Beşê yekê: Bûyerên Ji sala 1785-1786 (1200ê koçî) heta sala 1857-1858 (1274ê koçî) li wilayeta Erziromê qewimîne. Beşa duyan: Bûyerên li êrdêma Rojkî, kû bajarên wê yên serekî Bedlîs û Mûşe. Beşa sêyan: Bûyerên êrdêma Mehmûdî kû jêre Mehemedan dibêjin û bajarê wê yê sereke Xoşebe. Beşa çaran: Bi kurtî bûyerên li wilayeta Wanê qewimîne. Beşa pêncan: Bi kurtî bûyerên li Hekarî qewimîne. Beşa şeşan: Bûyerên li Rewandizê qewimîne. Beşa heftan: Bûyerên Behdînan kû bajarê wê yê sereke Amêdî ye. Beşa heştan: Bûyerên li Botan qewimîne kû bajarê wê yê sereke Cizîre. Beşa nehan: Bûyerên êrdêma Silîvan kû bajarê wê yê sereke Bazîde. Beşa dehan: Bûyerên Qersê û dagîrkirina wê bi destê Rûsan. Beşa yazdehan: Bûyerên Azerbeycanê û her wiha yên Xoyê, Tebrîzê, Yêrîvanê, Ûrmê, Meraxê û Makûyê qewimîne.

Ev xalên li jor naveroka pirtûka winda ( Dîroka Nûjen ya Kurdistanê) ya nivîskar û wêjevanê Kurd Mele Mehmûdê Bazidî ye. Mele Mehmûd mirovek xwedî kêrhatinên mezin û bi heybete. Ew hem dîrokzan, zimanzan, wêjevan, pisporê folklorê, wergêr, nivîskar û di heman demê de civaknaseke. Eger naveroka pirtûkên wî bêne lêkolîn û analîzkirin, wê bêt dîtin kû di rastî de gelek nêrîn û şîroveyên pêşketî yên di aliyê civakî û çandî de di nava berhemên wî de veşartine.

Piştî Ehmedê Xanî mezintirîn nivîskarê Kurd Bazîdî ye. Lê sed mixabin, li rexmê vê jî baş di nava gel de nehatiye naskirin û li gora pêwîst nirx pê ne hatiye dayîn. Wî zimanê Turkî, Erebî û Farisî jî baş dizanî. Wî di dîroka wêje û rewşenbîriya Kurd de mohra xwe li gelek yekemintiyan daye kû hinek ji wan evin: 1- Yekemîn çîroka Kurdî û yekemîn pexşana wêjeyîya Kurdî “çîroka Mem û Zîn” ya li sala 1856 Mele Mehmûd nivîsiye. 2- Yekemîn pirtûka çîrokan “Cami‟e Risaleyan û hîkayetan” ya mele Mehmûdê Bazidî ye. 3- Yekem gotara Kurdî li ser destê Mele Mehmûd li salên 1858-1859 ê hatiye nivîsandin. 4- Yekemîn kesê bizavkiriye nivîsîna dîroka wêjevaniya Kurdî bi navê “Rîsaleyek di behsa şair û musenifê li Kurdistanê” binivîse, Bazîdî ye.

113 WÊJEYA KURDÎ

5- Mezintirîn nivîskar û rewşenbîrê Kurd yê heta sedeyê nozdê Mele mehmûde, bi taybet di aliyê wergêrê de. 6- Yekem pirtûka dîrokê kû hatî wergêrandin bo Kurdî, Şerefname ye, ji Farisî wergêraye Kurdî. 7- Yekemîn kesê pendên pêşiyan li sala 1850 ê komkirî, Bazîdî ye. 8- Yekemîn kesê folklorê Kurdî komkirî, dubare navboriye. 9- Yekemîn kesê ferheng bi gelek zimanan danayî, Bazîdî ye. 10- Yekemîn Kurdê kû babetên civakî nivîsî, Bazîdî ye.

Di vê em vê jî ji bîr nekin, di gelek belgeyên Osmanî û biyaniyan de navê wî weke Mele Mehmûdê “Beyazîdî” hatiye karanîn. Ev nav çewte, di rastî de navê wî cihî Bazîd‟e, nekû Beyazîde. Paşayên Osmaniyan navê Bazîd guhertine û weke “Beyazîd” bikaranîne. Bazîd navçeyek ser bi Agiriya bakurê Kurdistanê ye û di dema xwe de navendek ya xwendin û medresan bû.

114 WÊJEYA KURDÎ

9- Hacî Qadirê Koyî, (1815 - 1897)

Hacî Qadirê Koyî, 1815 de li gundê Gorqeraçê kû di keve başûrê rojava yê bajarê Koyê yê başûrê Kurdistanê hatiye cîhanê û di sala 1897 de li paytexta Osmaniyan Stenbolê diçe ber dilovaniya Xwedê. Li gorî Celadet Bedirxan gora wî li Stenbolê li goristana Qerece Ehmedê ye. Lê mixabin heta niha jî gora wî li wê derê ne hatiye dîtin. Hemû helbestên wî bi navê „„Dîwana Hecî Qadirê Koyî‟‟ hatine çapkirin.

Di sala 1925 de li Bexdayê bi navê „„Komeleya Şi‟îren Hecî Qadir Koyî‟‟ komeleyek ava dibe û hinek helbestên Koyî çap dikin. Li gorî vê komelê Koyî kurê Mele Ehmede, li gund Gorqeraçê ji dayik bûye, ji eşîra Zengenê ye.

Koyî jî wek helbestvanên Soran, Nalî û Şêx Riza di 1839 jî 1840 de diçe Stenbolê, dikeve nava civata wêjekar û helbestvanên Stenbolê. Piraniya helbestvanên Kurd yê vê heyamê Farisiya xwe li ber destê Koyî fêrbûne.

Celadet Bedirxan di gotara xwe ya binavê „„Klasîkên Me‟‟ de, di derheqa Koyî de wiha dibêje: „„Dîwaneke Hecî ya mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnivîseke hûr qedera 800 rûpelî hebû. Hecî dîwana xwe du nusxe nivîsandibû; heke nusxeke wê Turkan şewitandiye heye kû nusxa din rojekê bikeve destê me.‟‟ Dîsa Celedet wiha dibêje: „„Ez dikarim bi bêjim min Hecî dîtiye, lê nikarim bi bêjim ez Hecî nas dikim. Ji ber kû dema Hecî çû ber dilovaniya yezdan ez hêj nû bi ser lingên xwe ketibûm.”

Koyî helbetsvanekî şoreşger û welatparêze. Koyî di helbestên xwe de bi gelemperî li ser dijîtiya şêx û çîna ruhban û dewletên dagirker nivîsandiye. Êriş dibir ser şêxan û ji ber vê jî navbera wî û şêxên Koyê xirab dibe û ew diçe Stenbolê.

Koyî, di helbestên xwe de êriş dibir ser çîna ruhbana û hewil dida rêya zanistê nîşanî xelkê bide û durûtiya şêxan nişan dida. Wek di vê helbesta xwe ya jêr de:

115 WÊJEYA KURDÎ

Şiklî tekeye û xanegahî şêxakan Waqî‟en rengîne e emma bo rîyan **** **** **** **** Lem hemû şêx û murîdenay rîya Ferdekî naçête mizgewtî Xuda **** **** **** ****

Li gorî Koyî, şêx û murîdên wan gel dixapînin û bizikir û duayên wan ve qet tiştek çareser nabe. Eger çareser bibûya, mirov wê wekî Qarûn dewlemend bibûya.

Koyî di helbestên xwe de ne bes li dijî çîna ruhban derdiket, ew zêdetir jî li dijî dewletên dagirker derdiket û ji bo hişyarkirina netewa Kurd hewl dida.

Koyî, Xaniyê duyemîne. Ji bo wêjeya Kurmanca Ehmedê Xanî çibe, ji bo sorana jî Koyî ewe. Li gorî Qanadê Kurdo, Koyî dema ji zarokên Bedirxaniyan re mamosteyê dike, bi rêya van re Xanî û berhemên wî nas dike û dibin bandora wî de dimîne û wî ji xwe re dixe pêşeng. Fikra Xanî ya „„heta Kurd hurmet nedin Kurdî, ticar nabin netewe; lewra civaka Kurd wî çaxî nikare li serpêhatiya paşerojê xweyî derkeve‟‟ dipejirîne û li gorî wê tevger dike. Koyî netewperwerekî romantîk û welatparêze. Mirov dikare bêje Koyî evîndarê welat, mîr û mîrîtiyên Kurdan yên berê ye.

Piştî Xanî, teorîsyenê netewperweriya Kurd yê duyemîn bêgoman Koyî ye. Peyamên Xanî yê di mesnewiya Mem û Zîn de li ser netewperweriya Kurd, yê herî pêşî dibe Koyî. Ji bo hişyarbûna Kurdê Bakûr û Başûr kesayetek pir girînge. Li medreseyên Kurdistanê perwerdeya xwe kiriye û piştre hatiye paytexta Osmaniyan Stenbolê ketiye nav jiyana Stenbolê ya edebî û sîyasî. Lê bandorek mezin hiştiye ser rewşenbîrên Kurd yên vê serdemê.

Şoreşa Frensa ya di sedsala XVİİİ (18) de bi hind fikrên mîna netewperwerî, wekhevî û serxwebûn tesîr li ser Kurdan jî dike û ji bo vê hinek Mîrên Kurdan jî serî li ber Osmaniyan bilindkirin. Yek ji wan mîrê Rewandizê Mîr Muhemmed bû. Dema Osmaniyan mîrektiyan Rewandizê ji holê radike Koyî jî ji vê trajediyê re şahiditiyê dike û pir xemgîn dibe. Lewra Mîr Muhemmed ji bo Koyî serdarekî îdeale. Guhdariya serhildana Bedirxaniya kiriye û çîrokê li ser tekoşîna Bedirxaniyan dibihîse û dibin bandora van di mîne. Ji bo vê di Koyî de netew perwereke romantîk û paşeroja feodal hatiye îdealîze kirin.

Li gorî Elaaddîn Seccadî guherîna naveroka helbestên Hecî û şêweya helbestên klasik eve: „„Vexwarina ava bîr û baweriyên Bedirxanîyan bû.‟‟Li gor Gîw Mukriyan jî ev netewperweriya di Koyî û helbêstên wî de peyda bûye, bi binemala Bedirxaniyan ve girê dide. Di vê beyta jêr de jî xuyaye: Bedirxanî li ser la çê le mew paş Le her lawe detanharin weku aş

116 WÊJEYA KURDÎ

Di vê helbestê de xuya dibe kû hêj Bedirxaniyan li çihê baweriyêne û Hecî dibêje: „„Ger Bedirxaniyan li ber qada xebat û şoreşê ve biçin, dijminî wekî aşî dihêrin.”

Ji bo pêşxistina civaka Kurd û serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê bi hemû hêza xwe di xebite. Em dikarin bêjîn Koyî hem netewperwerê Kurd yê nûjenê yekemîne, hem jî modernistê wêjeya Kurdê yekemîne.

Koyî hem şahidê têkçûna Kurdane, hem jî şahidê şiyarbûna Kurdan û netewperweriya Kurde. Koyî ruhê Kurdistana yekgirtî û serbixweye.

Koyî jî zani bû kû Kurdî zimanekê ne daxwaze, lê li gor Koyî, di aliyê dewlemendiyê de ne ji Farsî kêmtire: Melên fesahetî kurdî be farsî naga Belaxetêkî heye hîç zimanê naygate Le bête‟esubî bêrewac û beha.

Koyî li vêderê de dibêje : „„Nebêjin Kurdî zimanekî narîn nîne wek Farsî, lê qet yek ziman wek Kurdî narîn nîne. Hûn nenêrin bêqîmetiya Kurdî, ev ne ji Kurdiye, lê ji guhnedariya Kurdane. Cihekê din de Koyî gazî çîna ruhban dike:

Kurdî axir blê çî ye „eybî? Her kelamî heqqe niye „eybî Ya legel farsî çi ferqî heye Boçî ew raste, boçî em kemîye?

Bêjin kêmasiya Kurdî çiye? Tiştê bêkêmasî bes peyvaa Xwudaye. Çi ferqa Kurdî ji Farsî heye, çima yek raste ya din xelete?

Sedema Kêm pêşketina Kurdî

Hecî, kêm pêşketina Kurdî bi du sedeman ve girê dide. Yek ji wan piraniya şêx û melayên kû bi Erebî û Farsî nivîsandine û bi van zimanan ders dane û guh nedane pirsgirîkên zimanê xwe. Ya duyemîn jî eve, paşdemayîna Kurda ya ji aliyên zanistî û teknîk ve û fikra yekgirtin û bêdewletbûna Kurdane.

Dema çîna ruhban bê eleqederiyê nîşanê zimanê xwe yê zikmakî dikin, Hecî hêrs dibe û dibêje: “perwerdehiya olî geşedaniya zimanê Kurdî qop dike”;

117 WÊJEYA KURDÎ

Êste me‟lume bo hemû millet Ey melay ders û muftîyî ummet Qeyd û tezbîb û şerh û haşîyekan Bûne seddî me‟arifîi kurdan

Binêrin hemû netewe dizanin. Ey melayên ders dayîn miftiyê gel! Ev tekst, ev raberkirin, ev pêşan û şirove hemû ji bo hînbûna zimanê Kurdî bûne asteng.

Li gor Hecî hemû çîna ruhban xayîne. Nerazîbûna xwe li hemberî vê çînê bi hêrs tîne ziman û ew kesên nivîsandin û xwendina Kurdî red dikin, şermezar dike. Ev beytên Hecî yên jêr li Kurdistanê de bûne kilîşe: Eger Kurdê zubanî xoy nezanî Muhaqqek daykî hîze û babî zanî.

Ango Hecî di bêje : Kurdek heger zimanê xwe nizane, bila bizane kû ew bîjî ye. di berdewama vê de:

Le kurdî hez neka kurdê, melên „„boçî‟‟ we ya „„çone?‟‟ Le daykî pirsiyarê kene, ew bêçuwey le ku hêna!

Heger Kurdek zimanê xwe hezneke, bila ne pirse „„çima‟‟ an jî „„çawa?‟‟ Bila biçe ji dayîka xwe bi pirse kû ew bîjî ji kuderê aniye.

Hecî ji çîna olî nefret dike û rexneyan li ser wan di barîne. Li gorî Hecî ew demagog, çavbirçî, serwetperest, tiral û bê zenaat û bê merîfetin. Dijberiya wana ya li dijî Kurdî riswa dike.

Her du reformîstên ziman û netewperwerên Xanî û Koyî, ji bo geşedana zimanê xwe yê zikmakî û hewldanên wan yên ji bo statuyeke bilind ji bo Kurdî, di civaka Kurd ya feodal de têk diçe. Di herdu reformîstan de jî ev bawerî hebû; heger Kurd bibin neteweke xweyî statu, ev herdu tişt ji wan re pêwîstin: „„şûr‟‟ yanî ixtidara dewletekî û “pênûs” yanî zimanekî perwerde û wêjeyî.

Li gora gelek lêkolîner û wêjevanên Kurd, Hacî Qadirê Koyî xweyî yekem berhema moderne û helbesta li jêr jî ji bo vê nimûneyek diyare:

Xakî Cizîr û Botan Xakî Cizîr û Botan, ye‟nî willatî Kurdan Sed heyf û sed mixabin deyken be Ermenîstan

118 WÊJEYA KURDÎ

Wa rêgetan debesrê „êlatî Caf û Billbas Ger mirdûn le germên memnû‟e bibçine kwêstan

Kamî kiç û hetîwî şîrîn bê raydekêşin Hawar debene berkê peşme dexîl û aman

Mescîd debête dêre naqûsyan mu‟ezzîn Metran debête qazî, muftî debête rehban

Hîç xîretêk nemawe sed car qesem be Qur‟an Peyda bê Ermenîstan namênê yek le Kurdan

Sertan le qurr hellênin, ehwallman bibînin Çonîn le destî zullmî bê dînî dûr le îman

Wellahî summe bîlla, tellahî em belaye Her hêndey pê dezanîn îqlîmî kirde tofan

Tofanî aw nîye hîç derçê le kêwî Cûdî Behrî tifeng û tope, însane behrî „Umman

Em qisseyey ke kirdim nagate çend salîtir Em halete debînin yek yek be çawî xotan

Hall êstêke wehaye meğer Xuda be sûkî Têkyan bida we îlla dûre le „eqillî însan

Herçî wekû beyanim bo kirdûn be tehqîq Peyda debin segane, kam qurr bikeyn be serman

Lem beyne îttîfaqê peyda biken be merdî Ferqî nebê şiwan û cotyar û mîr û gawan

Ger hîç nebê be oyin nabî‟ be dewlletê bin Bêgane çake duşmin nek duşminî le xotan

Romî wekû benî mûn kes piştiyan pê nebestê Kewtûne dawî xoyan, sergeşte mawin û heyran

Kiwa walîyê Senenduc, begzadey Rewandur Kiwa hakimanî Baban, mîrî Cizîr û Botan

119 WÊJEYA KURDÎ

Ew ayetey fe sîrû fî-l erzî Xuwa ke fermûy Îcray deken segane bî-n nefsî şahî xoyan

Kiwa ew demey ke Kurdan azad û serbexo bûn Sulltanî mûlk û millet, sahibî ceyş û „îrfan

Coşek biden wekû heng, tegbîr biken be bêdeng Esbabî şer peyda ken top û tifeng û hawan

Parranewe û tewekkul lem „esre pare naka Tîre du‟ay çewşen peykane hirzî meydan

Boçî beşîrî ême ye‟nî resûlê ekrem Hîç ed‟îyey nezanî rojê ke deçuwe meydan

Wek Xêwe û Buxara, bellam narrwa be hîmmet Refî‟ biken meşayix, def‟î biken melatan

Her şêxê kewte şiwênî yek kesî reş û rût Xellkî be mûr dezanê, xoy hezretî Suleyman

Yektan neçûne gerdiş wa tê değen le dinya Her padşahî rome û şahî „ecem le Taran

Qutbî zemane Xalîd aware bû wekû min Bê qedir û qîmet û şan, bê xan û man û bê nan

Şîr û qelem şerîkn lem „esre da, dirêxa Şîrim qellemtiraşe û kalanîye qellemdan!

Em me‟sele meşhure ger qurr dekey be serta Îksîre xak û xollî dermallî gewremallan

Tenha ême weha nîn, dîbaçey Mem û Zîn Hallît deka çi lone ehwallyan suxendan

Xotan dellên: eger çî meşhûrî xas û „ame Her rêwîyek gerabê azatire le şeran

Sed qa‟îme û qesîde kes naykirrê be pûlê Rozname û cerîde û kewtote qîmet û şan

120 WÊJEYA KURDÎ

Binwarre se‟î û xîret êsta le dewlletî rom Xoyan xezînedarin, xoyan tebîb û sulltan

Her duwênê ehle Sûdan hestane pê wekû şêr Êstêke musteqîllin mehsûdî kullî edyan

Bulxar û Sirb û Yonan, hem Ermen û Qeretax Her pênçyan be te‟dad nabin be qeddî Baban

Her êke musteqîllin, kullêkî dewlletêkin Sahibî ceyş û rayet, erkanî herb û meydan

Hem heqqyane Ermen xîretkeşî yektirin Wek ême nîn le gell yek de‟wa biken be şîran

Bo fennî herb û sen‟et, bo zebt û rebtî millet Deynêrine Urûpa gewre û biçûkî xoyan

Hacî kesêke bêkes bo êwe qurr depêwê Gwêy lê degirin zerîfe, nagirin bela le xotan.

121 WÊJEYA KURDÎ

10- Pîremêrd 18671950

Navê wî yê eslî Tewfîq Mehmud bû. Li sala 1867 li Silêmaniyê çavê xwe li cîhanê vekir. Hêj ji zarokatiya xwe ve perwerdehiya olî dît. Piştre li Stenbolê fakulteya dadê xelaskir. Di sala 1907 de li Stenbolê di damezrandina “Komeleya Kurdistan” de cih girt. Di sala 1909 de li Colemêrgê (Hekarî) û li sala 1918 li Amasya bû qeymeqam. Li sala 1923 dîsa vegeriya Silîmaniyê.

Li salên 1926 û 1950 bû serokê rojnameyên “Jiyannewe” û “Jîn”. Li ser folklora Kurdî gelek lêkolîn kir. Pîremêrd wekî pêşevanê helbestvaniya Kurdî ya nûjên jî tê hesibandin.

Piştî çend salan ji bo edakirina ferza Xweda çûye hecê. Ji ber vê yekê navê wî bûye “Hacî Tewfîq”. Herçî navê “Pîremêr û Pîremêrd”in, nasnavê wî camêrî ye. Ev nasnav di jiyana wî de wisa cihê xwe girtiye kû bûye wekî navê hêmanî û her kes bi vî nasnavî wî camêrî dinase. Heya bi xwe jî, xwe bi heman nasnavî dide nasîn. Di giraniya antolojiyên wejeya Kurdî de, dîrokên wêjeya Kurdî û pirtûkên din de jî bi vî nasnavî hatiye nivîsandin.

Pîremêrd, di dema feqîtiya xwe de, li gelek bajar û medreseyên Kurdistanê geriyaye. Kesên cûrbecûr dîtiye. Ji wan gelek ramanên cîhanê hîn bûye û ji seydayên têvel sey standiye. Ev stêrka li asîmanê wêjeya Kurdî, dema dest bi xwendina medreseyê kiriye, di medrese û dîwanan de helbest jî dixwendin. Pêşî helbestên helbestkarên Kurd yên bi nav û bang yên wekî Hacî Qadirê Koyî, Nalî, Mehwî, şêx Reza Talebanî û Mewlewî dixwendin. Dûv re hêdî hêdî bi aliyê sazkirina helbestên Kurdî ve diherike û di dema feqîtiya xwe de bi zaravayê soranî gelek helbest nivîsandine. Dema di medrese û dîwanan de bi dengê xwe yê zelal helbestên xwe dixwendin, zewqekî guhertî dida guhdaran. Di ciwaniya xwe de nav û dengê wî belavî Kurdistanê dibe û li piraniya deverên Kurdistanê de tê nasîn. Pîremêrd, di navbera salên 1882 û 1898 de karmendiya hukumetê dike. Di sala 1895 de li bajarê Kerbelayê dibe cîgirê dadgerê pirsyarî. Di sala 1882 de li bajarê

122 WÊJEYA KURDÎ

Silêmaniyeyê dibe katibê nifûsê û di sala 1886 de dibe serkatibê (başkatibê) mehkemê. Di sala 1898 de digel şêx Seîdê Bavê şêx Mehmud diçe Turkiyeyê û ji wir jî bi hev re çûne hecê. Piştî edakirina ferza Xwedê car din difetile bajarê Silêmaniyê. Di sala 1891 de digel şêx Ehmedê Xaniqînê û helbestkar Wefayî diçine Turkiyeyê. Li bajarê Stenbolê dirûne. Piştî domekê kar bi destên Meclisa Osmanî pê dihesin kû Pîremêrd gelek baş bi zimanê Farisî di zane. Wî dikin endamê meclisa alî û ritba begîtiyê didinê. Demekê vî karî pêk tîne û dûv re diçe zankoya Stenbolê. Di peymangeha huquqê de qeyda xwe çêdike û dest davêje xwendina bilind. Bi rewşeke serketî peymangeha xwe di xwîne û di qedîne. Piştî demekê radiweste û dest bi sitaja parêzeriyê dike û dibe parêzerek baş. Li bajarê Stenbolê nivîsxaneyekê vedike û parêzeriyê bi rewşeke têkûz dimeşîne. Di navberê de bi keçikek Turk re dizewice û dibe xwedî malavayî.

Pîremêrd, wekî giraniya helbestvan û wêjevanên Kurd, ji normalê zêdetir di helbestên xwe de dabaşa spehîtiya xwezayê dike. Her wekî li ser vê spehîtiyê bengî bûye di de nîşan. Emê li vir helbesteke Pîremêrd ya li ser Newrozê binivîsînîn kû wiha dibêje:

Eve roja sala taze ye, Newroz hatiye Cejna kevnê kurde, bi xweşî hatiye Çend sale gula hîvya mebest bû heta par Her xwîna lawan bû gula ava nû bihar Wî rengî sore bû ke asoyê bilindî kurd Mizgîna beyanê bo gelê dûr û nêzîk bird Newroz bû agirekî weha xiste nav cergewe Lawan bi eşq diçûn pêşber pir mergewe Wa roj hilat ji bedena berza welatewe Xwîna şehîde, rengê şefeq şewq vedatewe Heta niha li tarîxa milet da rû nede Qelxana gulê singê keçikan be hilnede Bo şehîdê weten naxwaze şîwen û girîn Ew namirin, wa li dilê miletan de dijîn

Pîremêrd, li ser werzan jî helbest li darxistine. Çawan tê zanîn kû werz jî, parçeyek ji xwezayêne. Ji xwe xweza bi werzan tê holê. Helbestvanê me werza havînê bi vê rewşa jêrîn hildide destê xwe û wiha dibêje:

Hewa havînê, hewa havîne Îsal havîna me zor bi kîne Girê agirê sebûn sî tîne Bergê esman bo me şîne Feslê gulgeştê Baxê Penawîne

123 WÊJEYA KURDÎ

Ev sebûna me ji kû ve hat? Bi tîna germê hilqirça welat Stêra te‟lê xwe guherî nehat Bişne şîveya şemal kiş û mat Dil vê germê qîz xemgîne

Girê Yarê ciyê rojtavê Rêya seyranê Newroz biriye Karêza şerîf av tê de maye Erxewan çiqpopê wê şikaye Girê Seyran ciyê zar û şîne

De Xwedêyo, hilkeve qîzîna şemalê Hewa zenga xemê min ji dil bimalê Ay bo dengxweşek digel şimşalê Bi wê xwestinê têr bûm binalê Derdê min kariye û cerga min birîne

Pîremêrd, bandora rojê û tavê li ser riwekan û pêşveçûna xwezayê hildide destên xwe. Dihêjîne û pêşkêşî gelên cîhanê dike. Mêhvanê me vê mijarê bi peywendiya kesan û dilberan şîrove dike û bi pîşekarane, bi vê helwesta jêrîn radigehîne me û wiha dibêje: Wa beyanê gizînga tavê derket Nema şevem bi tîrêja rojê ser ket Xunçegul xwe xuyan kir li dara Bibalê jî şewra xwe kir nav gulzara Lale taraye, li ber berê çiyan Hênika cane bayê leylexan Dema êvarê sîbera baxan Xweşe bo yarê bayê ser şeher Ev tîrana gul û milê cane Bê te cem min jîna zindane Cejn û şaya min hergav girîne Ez û bilbil cote zar û hejar Hînî hesrame gulala dewrim Wa jî daxa te bê wefa bimirim Çaverêya min ke, wa têm ser qebrê Bi hêwa te zindî bibim du carê

124 WÊJEYA KURDÎ

Pîremêrd, werza biharê hildide destên xwe, bi barana meha avrêlê mînak dide. Bi rewşa helbestên xwe dabaş ji barîna barana avrêlê dike. Bi wê baranê gul û gulzar çawan diriwekin. Kelijandina dilê bengiyan, bi gewherê nîşan dide û bi rewşeke zanistî vê yekê hildide ber çavan û helbesta xwe bi vî awayê jêrîn pêşkêşî me dike: Barana nîsanê bû mirwarî Bi rehmê li ser me de barî Zanistî bi wê hinegê kêm bû Mîna gewher di nav sef de winda bû Xwedî erfan ji neslê xweş Zanistî li gêjgêjî kir xelas Zanitî û zanistî Xwedê bi min bînin Belkî bêkesan bi şev bixwînin Xwendin şevê dike bi roj Perdetarîkê dike bi laş

Pîremêrd, di felsefeya xwe de dide diyarkirin kû, ew mafê ji law û mêran re hatiye nasîn, divê haman maf ji keç û jinan re jî bê nasîn; da kû em bi aliyê cîhaneke wekhevî ve biherikîn û ji wan kevneperestiyên gemar rizgar bibin. Ew pêşî gazî keçan dike kû wekî lawan ew jî di dibistanan de bixwînin û ji wê perda reş bifilitin da kû bi karibin mafên xwe bistînin û biparêzin. Ji bo gihîştina vê yekê bi vê rewşa jêrîn bang li keçan dike: Ey keçikno werin mektebê Hûn teskînê dilê mene Zîneta bax û ba û terîqêne Rewneqa destê gulim Teze em têgehîştin Dayika qenc xwendewar Mesela we têne meydan Qewmekê pê bêye kar Jin şirîka jîna mêre Nek tenê xerêqa bar û dare Terbiyeta mêşik û mindale Bo weten bê wijdan helale

Di sala 1908 de, ji aliyê rewşenbîrên Kurd ve di bin serokatiya Seyîd Evdilqadir de cemiyeteke bi navê “Kurd Teavûn ve Terakkî Cemiyetî” ango “Komeleya Alîkarî û Pêşketina Kurd” li bajarê Stenbolê dadimezrînin. Ji aliyê heman cemiyetê ve bi navê “Kurd Teavun ve Terakki Gazetesî” ango Rojnameya Alîkarî û Pêşketina Kurd, rojnameyek tê weşandin. Pîremêrd bi navê xwe yê resen, bi navê Tewfîq Silêmanî di nava vê rojnameyê de cih digire û dibe berpirsiyarê

125 WÊJEYA KURDÎ weşana rojnameyê. Di heman demê de helbestên xwe jî di vê rojnameyê de dide weşandin. Pîremêrd di hijmara yekem ya vê rojnameyê de vê helbestê dide weşandin û wiha dibêje: Emro ke rojî cejnî hemumane ser be ser Kurdîş legel gelan le çilexane hatine der Sî sal bû roj û rojê be salê le ber diçû Rojûy heram bû xêrî le ber şer dabû be şer Merbû û tabiî Mem û Zîn bûn le rêge da Gurg û çeqel le çêqelî Bekirî Mergewer beter Mîller ne deng û rengî xelîfeyî debî û debist Mazlûm ne hedî bû be şîkat degî bête der Alem ke bûbûwe xizmî xezûrê sepanî şêx Kurd destî girt bo nobeyê nekewte ber Herçî ke bîtwaye emin kirdim ew deme Rêgî Terablûsî be pêxwas degirte ber Tenyan deda le Kurd ke şeqn naben walî Ta şeq bû qebrî Kurd û şeqeşeqî hate der

Pîremêrd bi piralîbûna xwe jî baleke mezin dikişîne. Gelek rexnegir wî di warê xebatên wî de weke pêşevanekî dibînin. Pîremêrd, çîrok, şano û helbest nivîsîne û rojnamevanî jî kiriye. Çîroknivîsên dema Pîremerd rewşa kû têde bûn, di çîrokên xwe de tanîn ziman. Lê Pîremêrd, destanên Kurdî bi wateyeke folklorîk nivîsîn û kirin çîrok. Vê rewşa Pîremêrd kû destanên Kurdî bi şîroveyek nû kirin çîrok, rê li ber nivîskarên Kurd yên din jî vekir.

Pîremêrd di çîrokên xwe de, dîrok û folklor bi hev re xebitandine û nirxên civaka Kurd yên çandî, derêxistine pêş. Pîremêrd çîrokên xwe bi zimanekî zelal û bê fêmkirin nivîsîne. Ji du çîrokên dîrokî kû nivîsîn, di “Duwazde Siwarey Merîwan” de, 12 siwarên Kurd yên Mîrîtiya Baban kû sala 1770 de artêşa Ecem têkbirin vedibêje. Ev destana Kurd kû weke pexşanê hatibû nivîsîn, Pîremêrd bi awayek hemdem ji nûve nivîsiye. Di vê çîroka xwe de ji taybetmendiyên fermandarê Faris bi berfirehî taxive. Ji aliyê din ve, li ser girîngiya yekîtiya Kurdan jî radiweste û tîne ziman kû dema yekîtî pêkwere, tiştek namîne kû bi serkeftin neqede. Herwiha duwazdeh suwarên Kurd mînak dide û serkeftina wan ya li hember artêşa Farisan weke çespîna vê yekê nîşan dide. Hinek xebatên Pîremêrd: • Mewlewî Kurd (Ji hewramanî wergerandiye soranî), 1935 • Trajediya Mem û Zîn ya Ehmedê Xanî, 1935 • Çîroka 12 Suwariyan ji Merîwanê, 1935 • Xirmaî Kay Kon, Jiyan, 1936 • Galte û gep-Berhevka folklora Kurdî, 1947 • Kemançejen (wergêra ji Turkî)

126 WÊJEYA KURDÎ

• Mewlana Xalid Neqşîbendî • Besaranî (Ji hewramanî wergêra soranî) • Encamî piyawî bengkêş, Gelawêj, 1941 • Zoremilî milşikanîle dûwaye, Gelawêj, 1942 • Felesefey kiçe Kurdek, Gelawêj, 1942 • Mehmûd Axa, 1942

127 WÊJEYA KURDÎ

Serê Wê hêjayî Tacê Bû!

11- Mestûre Erdelan 1805 - 1845

Min ew jinem ke le pakî le serûy hemîwanim, Le hemû xêlê jinan de niyekes hawşanim

Le jêr serwênekem de serê ke hêjay tac, Belam le zebrî zeman waqetî sîdewranim.

Li ser jiyana Mestûre Xan, çend rêzik li bin peykerê wê de wuha hatiye nivîsîn û dane nasîn:

“Şair, nivîskar û destrengîna bi nav û deng ya Kurd Mah ŞerefXatûn, tê nasîn wek Mestûre di sala 1805‟î zayînî li bajarê Sine hatiye dinya yê. Di zaroktiyê de danîne ber xwendinê û pêgihiştiye. Bûye zanayeke mezin, wêjevanek têgihiştî û helbestvaneke bi nav û deng. Mestûre di dîrok nivîsinê de yekemîn jine di cîhanê de û her wiha yekemîn jina musulmane kû şerî‟et nivîsiye. Ew zanyar 43 sal jiyaye û sala 1845 de li bajarê Silêmaniyê çûye ser dilovaniya xwe.” *Li gora dîrokên li jor sê (3) sal ferq di navbera bûyîn û koça Mestûre de heye.

Mah Şerefxanim Kurdistanî xêzana mîrê Erdelanê Xosro Xan bû. Babê wê ji malbata Qadiriya bû, dayika wê ji malbata wezîrên Kurdistanê bû. Bavê Mestûrê, EbûlHesen beg bi xwe mirovekî xwendî û zane bû. Zêhin û zîrekiya keça xwe zû texmîn dike û wê dide xwendin.

128 WÊJEYA KURDÎ

Di sala 1834 Xosro xan bi nexweşiya kezebê di 30 saliya xwe de dimire. Sala 1847 gava desthilatdariya mirgehê dike vedestê Xosroxan Gurcî, Mestûre jî neçar dimîne koçber bibe, berê xwe bide ser bajarê mîrgeha Baban, bajarê Silêmaniyê. Di sala 1847 ew diçe ber dilovaniya Xwedê. Tirba wê li bajarê Silêmanîyê, goristana Girdî Seywan, li başûrê kumeyta Fatma Zuhra ye.

Piraniya helbestên Mestûrê bi zimanê Kurdî, zaravayê goranî hatine nivîsandin. Li gor hinek çavkaniyan dîwana helbestên wê ji 20 hezar beytî pêk hatiye.

Di wê demê de li welatên îslamî xwendin ji bo jinan tiştekî guneh di hat dîtin, diyarbûna dîrok nivîs û helbestvaneke jin tiştekê mezin bû. Mestûrê meznahiya xwe texmîn dikir, di helbesteke xwe de ew dinivîse:

“Serên me yê hêjayîtacin, Di bin çarşevan dene”.

Mah Şerefxanim gelek ji babê xwe hezdikir. Di malê de tim porvekirîbû. Babê wê ew serbest berdida. Bi xwe re di bir nêçîrê, bi xwe re di bir mêvaniyan. Bavê Mesture xanimê derbarê dîroka herêmên Kurdan de serwextbû. Wî zanebûn û agahiyên xwe bi keça xwe re parve dikirin. Mesture xanim ji agahiyên pirtukan zêdetir ji agahiyên devokî sûd werdigirt. Bêje ev agahî zûtir hîn dibû. Dayika Mesture carna ji wê di xwest xwe bi pêçe, lê babê wê piştgiriya wê dikir û keça xwe delalî mezin dikir. Em bêjin mamostayê destpêkê yê Mesture bavê wê EbûlHesen Bege. EbûlHesen Beg mirovekê aştîxwaz bû. Hez ji xwendinê dikir. Lê bavê wî Mihemed axa hemû jiyana xwe di şeran de borandi bû.

EbûlHesen beg ji bo agahî û dostaniyê pir caran di çû pirtûkxaneya Mîrektiya Erdelan. Ev pirûkxaneya waliyê Sine bû. Kurê walî Xosro hemû wextê xwe di vê pirûkxaneyê de derbazdikir. Dostê EbûlHesen bû. Mestûre bi bavê xwe re di çû vê pirûkxaneyê. Hem guhdarî nîqaşên wan dikir, hem jî bi pirtûkan mijûl dibû. Xosro di derbarê dîroka Îranê û ya giştî de ji bo Mestûre di bû çavkaniyek dewlemend.

Mesture bi bavê xwe re bi siwarî di çû geştê û dîtina kelh û şûnwarên bav û kalan jî. Mestûre di siwariya hespan de şenge siwar jî bû. Mesture di siwariya hespan de xwe ji kuran kêmtir ne didît. Ne di xwest cihê jinê yê di civakê de hatî veqetandin bi pejirîne. Di hemû geştan de Qubatên avmalî (xulam) bi wan re bû. Di geştên li ser kelehan de EbûlHesen derbarê keleh û avakirina bajarê Sine û ser û serekên herêmê de Mestûre agahdar dikir. Ev agahî ji bo mesture di bû agahiyên dîrokî. Ji xwe bapîrê Mestûre di dîwana walî de wezîr bû. Malbata wê ji kevin de nav karûbarên bi rêvebirina Mîrektiya Erdelanê de xwedî cih û peywir bûn. Her wuha EbûlHesen beg zavayê Emanullah Xanê waliyê Sine bû. Kurê wî Xosro mirovekê zana bû. Di pirtûkxaneyê de bi ilim û wêjeyê re mijûl dibû. Ev zanabûna

129 WÊJEYA KURDÎ xwe di da keçxala xwe Mestûre jî. Demek şûnde Xosro bû zavayê şahê Qacarê îranê û cihgirê bavê xwe. Êdî ji wî re jî digotin Xosro Xan. Her wiha birayê Xosro Xan Husên Qolîxan jî li ser wêje û helbestan eleqedarbû. Di mêvaniyek li pirtûkxaneyê de Mah ŞerefXatun û kurxalê wê Husên Qolîxan dilketin hev. Hê wê demê Xosro kû carna jê re di gotin mam Xosro ji Mah ŞerefXatunê re di got “MESTURE”.

Di daweta XosroXan de Mah ŞerefXatun Husên Qolîxan dildariya hev aşkera dikin. Piştî mirina Emanullah Xan kurê wî Xosro Xan bû waliyê Erdelanê. Kêşmekêşî di navbera Xosroxan û birayê wî de derketibûn. Di gelek cihan de walitiya Xosro nedihat pejirandin. Li ser vê, di navbera Kurdan de şer derdiket. Bi piştgiriya Şah jî Xosroxan cihê xwe qayîm kir. Demek şûnde bi hinek bihaneyan malbata xalê xwe EbûlHesen beg êxist zindanê û dûvre azadkir. Ji vê jî besnekir, Mah ŞerefXatun kû hezkiriya birayê wî Husên Qolîxan bû ji xwe re xwest. Mah ŞerefXatun ne bi dilê wê be jî, bi Xosroxan re zewicî û ket heremawî. Lê vê wiha berdewam nekir. Hewldanên Xosroxan ji bo yekîtiya Kurdan, têkiliyên wî yên dor fereh bi serekên Kurdan re germahiyek bi Mah Şerefxatûnê re çêkiribû. Ji xwe mamostayê hemû meram û daxwazên Mah Şeref Xatunê Xosro bi xwebû. Demê Xosro li ser navê Şahê îran di çû şer hestyariya Mah Şere fXatunê bilind dibû û helbestê xwe di hûnandin.

Mah ŞerefXatunê ji Xosro hez kir. Lê stêrka Xosroxan hêdî hêdî di vemirî. Xosroxan bi nexweşiya kezebê ketibû. Di sihsaliya xwe de Xosroxan mir. Derdê Mesture hê zêdetir bû. Xwe bi tenê û bêhêz dît. Gelekî xema keçên temen biçûk û dayîna wan bi mêrên temen mezin dikir. Vê jî fikarên wê zêdetir dikir. Tişta kû wê ji êş û kederên jiyanê di parast, nivîsîn bû. Li ser dîroka Erdelanê gelek agahî berhev dike û di nivîse. Di gel vê ew qas jî ristên Kurdî bi pênûsa xwe li gor hişê xwe yên pêşketî di nivîse.

Ji ber sedema şer û pevçûnan, Mah ŞerefXatun û malbata Emanullah koçî Silêmaniyê dikin. Husên Qolîxan ji mêjve çûbû Silêmaniyê. Her wuha zavayê begê Cafanbû. Demê Mah ŞerefXatun tê Siilêmaniyê, yekser diçe cem Husên Qolîxan û dibe endamek ji malê. Li Silêmaniyê jî salên tejî derd û keder derbaz dike. Piştî mirina Husên Qolîxan Mah ŞerefXatun dîsa bi xemgîniyên xwe ve tenê di mîne. Mesture Xatun di mijdara sala 1847 de li Silêmaniyê diçe ser dilovaniya xwe. Mah ŞerefXatunê gelek nivîs li dûv xwe hiştin. Seyran xanimê piştî mirina Mah ŞerefXatun nivîsên wê parastin û dan Mîrze Ebdullah. Mîrze Ebdullah hemû nivîsên Mesture şandin pirtûkxaneya Erdelanê.

Kîjan jine kû wê hêzê di xwe de bi bîne û dîroknasiyê bike û xwe di nava dewr û dewranan de bi gire; ew bi xwe bibe dîrok…

Kîjan jine kû wê hêzê di xwe de bi bîne li ser olê kûr bibe û di ola îslamê de

130 WÊJEYA KURDÎ

şerhê bike, ji ber vê cihê xwe di nava alim û rêzanên îslamê de bi jinanî bigire...

Kîjan jine kû dilê xwe bi gelê xwe ve girê bide û bistrîne û bi zarê xwe yê şirîn helbestan rêz bike û di nava helbestên Kurd de bi jinanî cihê xwe bigire û xwe her bi gihîne nava dilê hemû jinên Kurd yên kû evîndarên azadiyêne.

Ew jin Mestûre Erdelaniye.

131 WÊJEYA KURDÎ

12- Ebdula Goran (1904- 1962)

Ebdula Goran di sala 1904 de li bajarê Helebçeyê hatiye dinyayê. Ji aliyê malbatê ve navê Ebdula tê lêkirin. Goran nasnavê wi ye. Lê navê Goran hê bêhtir bandor kiriye û navê Ebdula ketiye di pileya duyemde. Êdî ev nasnav ji aliyê wî ve û ji aliyê gel ve jî tê pejirandin, ev weke navê wî derkete pêş. Bavê wî karmendekê dewleta Osmanî bû.

Goran zarokiya xwe li bajarê Helebçeyê borandiye. Çand û perwerdeya despêkê ji malbata xwe girtiye. Di temenê xwe yê şeşsalî de, ji bavê xwe fêrî Quranê bûye. Di demeke kurt de Quranê xelasdike û fêrî xwendin û nivîsandina Erebî û Farsî dibe. Di temenê heşt saliya xwe de li Helebçeyê dest bi dibistana seretayî dike. Bi awayek xwezayî dibistanê bi zimanê Osmanî di xwîne. Heger em zimanê dayika wî Kurdî jî bi hêjmêrin, zimanên kû Goran di zanin dibin çar ziman. Li mal û li dibistanê her çar zimanan jî pêşve dibe. Di 20 saliya xwe de di gihe asteke wisa kû di gel zimanê dayikê Kurdî, bi Farsî, Erebî û Osmanî jî dikare bi nivîse û helbestan bihûne. Lê giraniya helbestên wî bi zimanê dayikê, ango bi Kurdî bûn.

Goran di sala 1919 de ji bo xwendina dibistana mamosteyan, diçe bajarê Kerkûkê û dest bi xwendinê dike. Jiber tengasiya aborî nekarî dibistana mamosteyê temam bike. Di navbera salên 1921 û 1925 de, dibe karmendê dewleta Osmanî. Di vê navberê de dersên dibistana mamosteyê bi xwe di xwîne û dikeve ezmûnan, bi serdikeve û dibe mamoste. Ji sala 1925 dest bi mamosteyê dike; di dibistana seretayî ya Helebçeyê de 12 salan mamosteyê dike. Bi awayek tekûz zarokan fêr dike. Gelek xwendevanên wî jê fêrî helbest nivîsandinê dibin. Bi taybetî di vê demê de helbesta xwe pêşve dibe û helbestên tekûz di nivîse.

Goran piştî sala 1937 wextê xwe bi temamî da helbest nivîsînê. Di vê demê de derbazî herêmên Qeredax û Hewramanê dibe. Li van deran li ser helbesta kevin lêkolîneke baş dike. Ji van lêkolînan sûdeke baş jê di gire. Xwe digihîne û di warê

132 WÊJEYA KURDÎ helbest nivîsînê de di gihe pileya herî mezin. Êdî helbestên xwe zelaltir û bi watetir di nivîse û pêşkêşî xwendevanên xwe dike. Ev dema kû jê tê axaftin dema Mamoste Goran ya herî germ û geşe.

Goran di dema şerê cîhanê yê duyem de, ji sala 1940 heta 1945 di radyoya Yafayê ya li bajarê Filistînê de di xebite. Di derbarê Rojhelat de bernameyan amade dike. Di heman demê de bernameyên Kurdî jî çê dike û di weşîne.Van xebatan bi awayek serkeftî di de meşandin û ji aliyê rêveberan ve tê teqdîrkirin. Piştî bi dawîbûna şerê cîhanê yê duyem, guherîneke mezin di cîhanê de çêdibe. Gelek neteweyên bindest rizgardibin û mafên xwe bidest dixin. Di van mercan de desthilatiya radyoya Yafayê jî tê guhertin. Dagirker ji Yafa û Iraqê derdikevin; herwiha Goran jî ji Yafa qut dibe û vedigere welat. Ji nûve dest bi helbest nivîsandinê dike.

Goran jî mîna gelek helbestvanên Kurd, li ser xwezayê dinivîse. Ji behsa xweşikayî û delaliya xwezayê dike û helbestên xwe bi vî rengî di xemilîne.

Hinek Helbestên Goran

Niha em bi hev re çavxişandinekê li helbesta Goran ya bi navê “Geşt le Hewraman” bikin:

Komelaşaxê sext û gerdengeş Asîmanê şînî girtut ebaweş

Serpoşe lotikey befrê zor spî Be daristan reşnaw dewlêkibî

Cogey awe kanteya yaqetîsnaw Her ewin naken pêçî şaxtewaw

Hawar û hajey kef çerînîçem Bo teneyayî şewlaye layeyxem

Toleriy barîktonaw ton pişkin Rêbiware xate endîşey bêbin

Nawrêga teqteq larêber dîzil Ke hişta gerdonê pêyneda wetil

Gaserew joreg aserewxware Taliy û şîrînîdinyayê rêbiware

133 WÊJEYA KURDÎ

Mamoste Goran kesekê jêhatî, serwext, jîr û zana bû. Çawa felsefeya îdealîzmê xwendibû ew qas jî felsefeya diyalektîkê xwendibû. Dîtina wî ya cîhanê sosyalîst û pêşverû bû. Di dawiya temenê xwe de du caran Moskowa ziyaret kiribû û bi wan re danûstandin pêkanîbûn.

Mamoste Goran, ji temenê xwe yê 20 salî û pêde, bi dîtinên xwe yên siyasî radibe . Xebata wî ya zêde li ser sosyalîzim û welatparêziya Kurd û Kurdistanê bû. Destpêkê veşartî lê dawiyê aşkere, bi taybetî piştî înqilaba 1958 ev karên xwe bi eşkereyî meşandin. Di wan salên desthilatdariya Qral Faysel û Nûrî Seîd de, gelek caran hate girtin û di girtîgehan de maye. Di zindanê de jî helbest dinivîsîn û ji girtiyan re di xwendin. Bi nivîsandin û xwendina helbestan sebra girtiyan jî tanî. Girtiyên kû pê re diman, gelek keyfa xwe pê tanîn û jê hez di kirin.

Mamoste Goran di helbestên xwe de, bi taybetî behsa spehîtî, aştî, evînî, xweşî û hevaltiyê dikir. Bi awayek zêde jî li ser gel û gelên bindest rawestiya. Ji bo rizgarkirina wan li çareyan di geriya. Bi taybetî helbestên xwe li ser rewşa gelê xwe di hûnandin.

Mamoste Goran sala1962 cara dawî derbasî Moskowayê dibe û li wir nexweş dikeve. Çu derman li nexweşiya wî nayên. Piştî demekê di temenê xwe yê 58 salî de, gelek berhem li pey xwe hiştin û çû ser dilovaniya xwuda. Mixabin mamoste Goran hê dikarî gelek berheman bi afirîne lê di dema xwe ya herî berhemdar de, koçadawî kir.

Sala 1978 di dawiya heyvên havînê de, Komeleya Nîvîskarên Kurd li Îraqê civînek li darxist. Berhemên Goran di ber çavan re derbazkirin û dîtin kû gelek berhemên wî yên hêja hene û nehatine çapkirin. Biryar hat standin kû van berhemên Mamoste Goran bi din çapkirin. Li ser vê biryarê ketin nava lêkolîn û lê gerînê. Gelek berhemên Mamoste Goran berhevkirin û dîtin kû gelek berhemên wî hene.

Dîwanên Goran

-Beheşt û yadgar, Bexda, 1950 -Firmêsk û huner, Bexda, 1968 -Siruşt û derûn, Silêmanî, 1969 -Lawik û peyam, Silêmanî, 1969

KurteŞanoyênGoranYên Bi Kurdî

- Gulaxunê - Bu kekenekem

134 WÊJEYA KURDÎ

13- Cegerxwîn (1903 - 1984)

Cegerxwîn bi navê xwe yê rast Şêxmûse, ji dayik û babekî gundî-cotkar di sala 1903 de li gundê Hesarê yê girêdayî Mêrdînê hatiye dinyayê, ji 11 xwîşk û bira tenê 3 kesan jiyan kiriye: Şêxmûs, Xelîl û Asya. Sala 1918 bavê wî Hesen li bajarê Amûdê wefat kiriye û dayîka wî Eyşan jî sala 1919 li gundê Bêdir Memo di 70 saliya xwe de çûye ber dilovaniya xwudê. Şêxmûs piştî wefata wan demekê dirêj li cem xuşka xwe dimîne.

Di sala 1920 de çûye xwendingeha ayinî û çend salan li ser hev li rojava, başûr û rojhilatê Kurdistanê li xwendinê geriyaye û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kiriye.

Piştî demekê xwendina xwe temam dike û bawernameya xwe wergirt, bû melayê gundê Hazda Jorî û di wê salê de dîwana xwe ya pêşîn nivîsiye. Dema wî xwendina xwe temam kirî, di dema xwendinê de gelek êş û azarên gelê Kurd dîtin, ji ber wê navê xwe kir Cegerxwîn.

Li gora Cegerxwîn sedemên bindestiya Kurdan ji du tiştan pêktê: Feqîrî û Nezanînê. Li gora wî feqîrî jî ji encama nezanîn û paşvemayînê derketiye holê û ger Kurd bixwînin û zana bibin, hingê dikarin dermanê herdu derdan peyda bikin. Li ser van herdu mijaran bi dehan helbestên wî hene.

Cegerxwîn ji sala 1924 û pê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Piştî têkçûna serhildana Şex Seîd, hestên Cegerxwîn yên neteweyî gurbûn û ew bû endamê rêxistina Xoyîbûn ya kû ji aliyê rewşenbîrên Kurd kû penaberî Sûriyê bibûn ve hatibû damezirandin. Wî di 24 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawar de kir. Dilnermî, mirovaniya wî û xwendina wî ya medresê bûn sedema wan berhemên wî yên kû bêhna berhemên wêjeya klasîka Kurd jê tê. Ev helbesta jêr yek ji wane:

135 WÊJEYA KURDÎ

Cana xwe derîne tu ji pişta çeperê, Perde tu hilîne, ku li min roj bê derê, Şevreş bike ronî, tu bi loks û fenerê, Maçek ji du lêvan bide, ey lêv şekerê, Ewe dermanê birînê û kul û derd û kederê...

Sala 1927 dibe evîndarê keça xalê xwe Kehla Selîm û daxwaza wê kir, piştî xwestina Kehla, Cegerxwîn li gundê Hesarê yê Amûdê bicîh dibe û mala xwe li wî gundî çêdike.

Di sala 1937-1938 de, Cegerxwîn û hevalên xwe komeleyek li bajarê Amûdê ji xortên Kurd re vekirin û komela wan gelek ber bi pêşde di çû, lê ji ber hind mirovên nezan û dijminê gelê xwe, firansiyan ew komele qepatkir. Ji ber kar û xebatên cuda sala 1946 de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhastiye bajarê Qamişlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de “Civata Azadî û Yekîtiya Kurd” hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafiz dibe serokê wê û Cegerxwîn jî dibe sekreterê wê. Cegerxwîn di sala 1948 de bûye endamê Partiya Komunîst ya Sûrya yê. Ji ber xebatên siyasî sala 1949 ji aliyê dewletê ve tê girtin. Piştî ji zîndanê derdikeve, li sala 1950 di keve “Civata Aştîxwazên Sûrya” yê û di hindirê wê de demekê dixebite. Bi xebatên xwe yên çalak di sala 1954 de ji hêla komonîstan ve bû namzetê parlamentera Sûriye.

Piştî demeke kurt Cegerxwîn berê xwe da civata feodal û paşverû. Wî di helbestên xwe de bi tundî xwedevanên feodal û olî rexne kirin. Li gor wî; sedema bêbextî û êşa karker û gundiyên Kurd ev hêzbûn û di heman demê de wan rê li azadî û serketina gelê Kurd jî girtibûn. Ji ber wê hin helbestên xwe de behsa mela, şêx û began kiriye û ew weke astengên li pêşiya gelê Kurd dane nîşandan:

Hawar dikim, Ranabî kes: Şêx û mela Û pîr û qes Bi xaç û xişt Û mizgevt û dêr

Em xistine Tora neyêr. Hawar, hawar Hawar, hawar! Van çûçikan Dexlê me xwar.

136 WÊJEYA KURDÎ

Sed camî û Dêr û kenişt Naqos û bang Û tîr û xişt Sed lek ji Tîpên Lemterew Bi kêr me nayên Tev derew.

Helbestvanê hêja Cegerxwîn di vê helbesta xwe de bi awayek gelek vekirî dijberiya xwendin û nivîsandina bi zimanên biyanî dike. Li gel kû bi xwe jî ji binyadek oldarî tê, lê hest û helwestên wî yên welatparêzî rê nedaye kû ew welat û gelê xwe fedayî ol û hêmanên olî bike. Tam berevajî, ew bawer dike kû ol û bawerî ji bo civakê ji astekê bigihînin astek din hatine derxistin, nekû ji bo astengkirina civak û mirovan. Bi taybet helwest û çalakiyên nûnerên olî yên ezvan û hîlebaz wusa kiriye kû Cegerxwîn berê tîrên xwe yên herî tûj bide şêx, mela û sîstema desthelatdar ya civaka Kurd. Bêgoman vê hêlaye Cegerxwîn bi gelek nakokî û kospan re rû bi rû bimîne.

Helbestvan û wêjevanê Kurd Cegerxwîn sala 1957 ji rêxistina Komûnîstan dûr dikeve û ew ji ber heskirina xwe ya bi gelê xwe re dikeve nava hewldanan. Bi wê hizra xwe ya hunerî êş û azarên Kurdan dixist ber çavan û di nav helbestên xwe yên di hûnandin de ev tanî ziman, lê zextek mezin li ser wî hebû û ew di reve Îraqê, sê salan li Zanîngeha Bexdayê dibe mamosteyê Zimanê Kurdî- Kirmaciya Jor. Di heman demê de wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayêde amade dikir. Lê careke din hukûmeta Îraqê sala 1962 berê Cegerxwîn û zarokên wî dide Sûrye; bi vê vegerê re ew tê girtin û demeke din di zîndanê de dimîne heta cezayê wî xilas dibe û tê berdan. Cegerxwîn navberek kurt tê berdan û dîsa sala 1963 tê girtin. Vêcarê li zîndana Mezê li bajarê Şamê, piştre jî wî dişînin bajarê Siweyda nav Durziyan. Demekê li wir jî di zîndanê de dirazê û tê berdan; ew vedigere Qamîşlo. Demekê li Qamîşlo dimîne û sala 1969 carek din derbasî Başûrê Kurdistanê dibe, salekê li vir dimîne û sala 1970 vedigere Sûrye.

Dema Cegerxwîn li Îraqê –başûrê Kurdistanê- dimîne, di wê navberê de fêrî zaravayê Soranî dibe û çendîn helbestên wî bi vî zaravayî hene. Helbesta li xwar nimûneyek ya vê yekê ye:

137 WÊJEYA KURDÎ

Wezîfey Xom Nawî Kurdistan pir şewq û tawe Gencîneyî fikrim maney em nawe Ta êsta degirîm bo deştî Lacan Demrim le hesret xakî Şeqlawe Tu xwa ey badî seba begihînî Selamim bo Kurdî ew nawe Şewqî estêrey Kurdî Gelawêj Le şax û baxî Kurdistan dawe Qurbanî destî Elî Kemalim Esasî merdî bo Kurd danawe Mangê sih dînar bo hejaran da Bo Gelawêjman hêj bêtir dawe Bo dewlemend man em xweş mîsale Xîret bekêşin firset ne mawe Wezîfey xom her teblîxî Kurde Le mirdû herçî demînî nawe Cegerxwîn gerçi seydayê Kurde Ta êsta pesnî kesêk ne dawe.

Cegerxwîn sê salan li Surya dimîne û dibin hemû rewş û mercande xebatên xwe bi rêve dibe ew roj bi roj dibin gefên dewletê de jiyan dibe. Ji ber tûndiya dewletê û rewşa wî ya bê ewle di sala 1973 de reviya Libnanê û dîwana xwe ya siyan KÎME EZ, û çîroka Salar û Mîdya li Libnanê temam dike û tê çapkirin. Bi temamkirina van berhemên xwe re sala 1976 carekdin vedigere Sûrya û sê salan li wir dimîne. Cegerxwîn hem berhemên xwe dinivîsandin hem jî li ber girtin û gefan bû, hem jî çavê wî li rêyekê bû kû bikare li cihekî karê fikrî bike û xebatên siyasî birêve bibe. Yanî ew ketibû nava lêgerînekê bê sinûr. Hunermendê navdar Cegerxwîn vêcarê neçar bû kû bi temamî ji welat derkeve û berê xwe bide welatên Ewropa.

Cegerxwîn her çiqas weke helbestvan û wêjevan tê zanîn, lê di rastiyê de xwediyê gelek berhemên dewlemende. Di nava berhemên wî de li ser ol, dîrok, welatparêzî û evînê nivîsandine. Di gelek helbestên xwe de behsa evînê kiriye lê hem behsa evîna welat û evîna heskiriya xwe kiriye.

138 WÊJEYA KURDÎ

DIYARIYA YARÊ

Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî? Diyare yar dixwazî min bi yarî

Dixwazim can û dil jêre bişênim Tenê şerme, hemî derd û hejarî

Dixwazim herdû çavan jêre rêkim Bikêr nayên, ji wan her xwîn dibarî

Divêm jêre ziman û dev bişênim Ne hêja ne şev û rojan bi zarî

Nizanim ez, çi hêjaye kû rêkim? Cihan pêkve bihayê biskê tarî

Serî, naçare min danî li ber pê Me go: Şahim, ti pêleke siwarî

Tenê xanim, bi nazî hete ser min Zivistane, li min şîn kir biharî

Bi wan lêvên şirîn go: Rabe seyda! Tu serbestî ji min çibkî, dikarî

Ji rêve ez bezîme pê û destan Bi jor ve hilkişîme ez ji xwarî

Ji bexçê paxilê çûme du sêvan Ji bistanê riwan dêmên henarî

Ji lêvên erxewanî min du sed cam Şeraba hingivînî nû, vexwarî

Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz Wekî pola helandim ez bi sarî

Me herdû dest li bejnê bûn hemaîl Bi ber pêlan ketin reş bisk û çarî

Me talan kir ber û bistan bicarek Kenî û go: Bese rabe Hesarî!

Me go: Gorî Cegerxwîn bû divê rê Bi dest nayê wekî îro tu carî

139 WÊJEYA KURDÎ

Wêjevan û hunermendê nemir Cegerxwîn hemû hebûn û jiyana xwe da bû aliyê pêşxistina gelê xwe. Nemir di nava wêje û berhemên herî bi nirx û xwedî wate de behsa giştî rewşa gelê Kurd kiriye û gelek berhem afirandine. Ev helbesta wî ya li jor evîna welat û rewşa civaka Kurd ya siyasî û civakî raxistiye ber çavan. Li gora wî, diyariya yarê qelenê wê gelek girane û herkes nikare vê pêkbîne. Ev rêbaza evîna keç û xortekî, di dawiya mijarê de wekû evîna gel û welat dane nîşandan, rêbazek herî zêde navborî bikar aniye. Ev banga li xwarê ya Cegerxwîn ji bo keç û xortên Kurd di asta seferberiya ji bo azadiyê ye:

AZADÎXWAZİM

Tîp û lekên Kurd ketin zinaran Li hawîr bimba bû gullebaran Êrîş dibin ser komên neyaran De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Şev ta sipêdê me nîne qet xew Cihan li ber me dibite rew – rew Nêrkew nexwênî, çi bêjî mêkew? De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Bavê te çû şer, şêre li meydan Êrîş dibin ser Îran û Tûran Destên xwe dan hev Kurmanc û dostan De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Kengî mezin bû, divêm bixwînî Rewşa cîhanê tu xweş bibînî Ji nû tu karî dijmin derînî De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Keç û kurên Kurd hemî şiyarbin Ji bo serbestî hemî li karbin Ji hevre dostbin, dijî neyarbin De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dijware dijmin, Tûran û Firse Gernas û mêrbe, ji wan metirse Sibê şiyarbû, li min mepirse De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Ji bo kû xweşbin dem û davên te Ezê sipêdê dighêm bavê te

140 WÊJEYA KURDÎ

Bere ziwabin herdu çavê te De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Milên xwe bidme milên berane Di şerde em tev xuşk û birane Êrîş bikin em, lê şer girane De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Bizane, xwendin ji bo we derman Da kû bizanin qanûn û ferman Derxin ji dil em van tirs û şerman De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Destên xwe bidne destên çepên rom Bibin partîzan bi leşker û kom Carek metirsin ji “ hok” û ” fantom “ De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dibî bavê te di şerde bimrî, Zinhar kurê min nebî tu bigrî Em têne kuştin ji bo tu nemrî De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dijmin naçî der bi lav û gazê Xwînê nerêjî naghê daxwazê Siba diçim şer divêm tu razê De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Şêx û melan em tev kirne derwêş Ev bû du sed sal, em bûne berbêş Ba bêne kuştin, nemênî ev êş De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Şîn tê bi xwînê dara serbestî Îdî naxwazin dîlî, bindestî Ev êlperestî, ev olperestî De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Mirov perestim mîna Cegerxwîn Serbest bijîn tev, ne wek “Mem û Zîn” Jîna serbestî, divê me ev jîn De rabe ser xwe, kurê min rabe!

141 WÊJEYA KURDÎ

Helbesta jor banga tekoşîn û şer li ciwanên Kurd dike. Rêzika helbestê ya di dawiya hemî malikan ya “De rabe ser xwe, kurê min rabe!” bi xwe bangeke. Têde qala nirxê azadiyê tê kirin û dibêje: “Şîn tê bi xwînê dara serbestî”. Ango ger em di ber azadî û serbestiyê de xwînê nerêjin, hingê em nikarin wê heq bikin.

Ji milê din ve, Cegerxwîn navê dijminên Kurdan jî rêz dike û banga berxwedanê li gel dike. Ev jî aliyê wî yê rewşenbîrî û netewperweriya wî rave dike. Di amojgariyan de dibêje: “Divê em ji bo şehîdan negirîn!” Bêgoman ew di zanabûna qelenê azadî û rizgariyê de ye. Di berdewamiya helbestê de dibêje: “ Ji bo ew nifşên paş me tên bikarin azad bijîn, divê em xwe feda bikin û dahatûyek azad ji wan re avabikin.” Li gora wî şêx, beg û mela sedemên herî bingehîn yên bê dengî û bê helwestiya gelê Kurde li beramberê zulm û dagirkeriyê. Ji ber kû ev çîna desthelat di Kurdistanê de bi dagirkeran re tevdigerin û sûdparêzin.

Cegerxwîn dikeve pesnê sorgula xwe ya rûgeş de û pênaseya wê dike:

Welatê min tuwî bûka cihanî Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî Şepal û şeng û şox û naz û gewrî Gelek şêrîn û rind û pir ciwanî

Bi sedan helbestên Cegerxwîn de pesindan û berjengdana welat hatiye kirin. Malika helbesta jor nimûneyek pir biçûk ya vê rastiyêye.

Li ser Komûnîzm, Sosyalîzm û nûnerên wê helbestvan gelek helbestên dirêj nivîsîne. Ji Vîetnam bigre ta Emrîka, ji wê bigire ta Rusya, serhildanên gelên bindest dîtiye û pesnê wan daye. Ew mirovhezek mezin bû. Herwuha di aliyê zanabûna dîrokê de jî xweyî kêrhatinek bilinde. Gelek helbestên wî mijarên dîrokî û secereyên pêşiyên Kurdan digire nava xwe. Wî rizgarî di sosyalîzmê de dîtiye û bi têkûzî aligir û piştpalê cotyar û karkeran bû. Rexneyên gelek giran li dewlemend û burjuwayên Kurd kiriye.

Cegerxwîn ne tenê daner û afrênerê pirtûk û helbestan bû, lêbelê bi dehan gotarên wêjeyî, mêjoyî, civakî û siyasî belavkirine. Gelek ji van gotaran di kovara Gulistan de hatine weşandin; ew kovara kû damezrêner û berpirsiyarê wê bû.

142 WÊJEYA KURDÎ

Lîsta pirtûkên wî yên çapkirî:

1. Dîwana yekem: Pirîsk û Pêtî, 1945 Şam. 2. Çîroka yekem: Cîm û Gulperî,1948 Şam. 3. Dîwana duyem: Sewra Azadî ,1954 Şam. 4. Çîroka duyem: Reşyê Darê,1956 Şam. 5.Gotinên Pêşiyan,1957 Şam 6. Awa û destûra zimanê Kurdî ,1961 Bexda. 7. Ferhenga Kurdî,cildê pêşîn,1962 Bexda. 8. Ferhenga Kurdî, cildê duyem, 1962 Bexda. 9. Dîwana sêyem: Kîme Ez,1973 Bêrût. 10. Helbesta Salar û Mîdiya ,1973 Bêrût. 11. Dîwana çarem: Ronak,1980 Stokholm. 12. Dîwana pêncem: Zend ~Awesta,1981 Stokholm. 13. Dîwana şeşem : Şefeq, 1982 Stokholm. 14. Dîwana heftem : Hêvî ,1983 Stokholm. 15. Tarîxa Kurdistan, bergê 1,1985 Stokholm. 16. Dîwana heştem : Aşitî ,1986 Stokholm. 17. Tarîxa Kurdistan ,cild 2 ,1987 Stokholm. 18. Folklora Kurdî,1988 Stokholm. 20. Jînenîgariya min,1995 Stokholm. 21. Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanî ,1995 Stokholm.

Di sala 1979 de Cegerxwîn ji Sûriyê direve û diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawiya jiyana xwe li Siwêdê derbaz dike. Di 22 çirya pêşîn ya sala1984 de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn bi nexweşiyeke giran dikeve û diçe ber dilovaniya xwuda. Malbata Cegerxwîn cenazeyê wî tînin bajarê Qamîşlo û li hewşa mala wî de dipesêrin axê.

Wêjevan û hunermendê navdar Cegerxwîn di bin hemû zextan de karî ev qas berhem bi afirîne û her kû li pêşiya wî astengî dihatin danan, wî li rexmê hemû êş û azaran bi pênûsa xwe ya zêrîn ew keder û agirê di dilê xwe de di rijande ser kaxezê. Belkû ji ber gelek sedeman nekariye hemû kêrhatinên xwe raxe ber çavên heskirî û şobdarên xwe. Belê Cegerxwîn serxweşê azadî û evîdarekê herî mezin yê gelê Kurd bû. Azadî û serxwebûn herdem di hizir û xeyalên wî de hebû.

143 WÊJEYA KURDÎ

Çavkanî û pirtûkên kû sûd jê hatî wergirtin. 1- Evdî Ertoşî-Gewda, Elî Herîrî 2- Emîn Bozarslan, Ehmedî Xanî. 3- Remezan Alan, Li ser çend taybetıyên Edebıyata Kurdî ya Modern. 4- Ridwan Xelîl, Celadet Elî Bedirxan. 5- Berken Bereh, Helbesta Kurdî ya Modern û dîroka wê. 6- Weşanên Instîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist. 7- Rukiye Ozmen, rêzehevpeyvînên li gel nivîskar û wêjevanan. 8- Ziya Avci, Mele Mehmûdê Bazidî 9- Dr. Kamûran Berwarî, Îkram BALRKAÎ, Baba Tahırê Uryan. 10- NIVÎSÊN LI SER HACÎ QADIRÊ KOYÎ Û MODERDENÎZMA KOYÎ, JIYANA WÎ, Erdoğan Alparslan 11- Ji Pirtûka Dîroka Wêjeya Kurdî ya Feqî Huseyn Sağniç (Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê), Pîremêrd. 12-1- M. Xalid SADÎNÎ : Feqiyê Teyran, Weşanên Nûbihar, 2000, Stenbol 2- Feqê TEYRAN: Şêx Senan, Weşanên Roja Nû, 1986, 3- F. Huseyn SAGNİÇ: Dîroka Wêjeya Kurdî, weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2002, Stenbol 4- Sadiq Bahadîn Amêdî 5- Abdulhekîm KARTAL 13- Ferhat Pirbal, Ebdullah Goran, di Mehmed Uzun (1995). Antolojiya Edebiyata Kurdî, Tüm zamanlar, Stembol de 14- Mêjûy Edebî Kurdî, Dr. Marif Xeznedar, bergê yekê, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001 15- Şamilê Selîm Esgerov, Cegerxwîn 16- Tehsîn îbrahîm Doskî- Emîn Narozî - melayê Cizîrî 17- Muhsîn Ozdemîr - Mesture 18- Melayê Bateyî- Mahmut HOCAOĞ Ji kovara Mizgîn hatîye wergirtin 19- Melayê Bateyî- Nivîsar: Beybûn 20- Nîzamê Gencewî- Lêkolînên Akademiya Ş. Ferhat KURTAY 21- Eladîn SECADÎ: Giştî 22- Qenatê KURDO: Giştî 23- Sidîq BOREKEYÎ: Giştî. Mêjûyê Wêjey Kurdî bergê yekem

144