Ottoman Reforms and Kurdish Reactions in the19th Century Di Sedsala XIXem de Reformên Osmanî û Reaksiyonên Kurdan Rahman DAG* PUXTE: Dewleta Osmanî ji ber ku di seranserî sedsala 19an de hin reformên leşkeri, aborî, îdarî û civakî xistiye meriyetê, mirov dikare vê sedsalê wek sedsala reforman bi nav bike. Ji sala 1514an heta sedsala 19an hevsengiyek di navbera têkiliyên dewleta Osmanî û eşîrên kurdan de hebû. Eşîrên kurdan û dewleta Osmanî li ser rêveberiyeke otonom li hev kiribûn û ev rewş ji her du hêlan ve jî hatibû parastin. Lêbelê ji bo dabînkirina lêçûnên leşkerî, bicihkirina modernizasyona burokrasiyê, piştî rakirina Ocaxa Yeniçeriyan sazkirina arteşeke nû û pêdiviyên mirovî mesrefeke mezin derket holê. Ji ber van sedeman têkilî û hevsengiya navborî xera bû û di navbera eşîrên kurdan û navendê de têkoşînek dest pê kir. Ev rewş heta hilweşandina imparatoriyê berdewam kir. Li ser vê rewşa bicihbûyî ya navbera her du aliyan, eşirên kurdan ji bo parastina pozisyona xwe, ketin nav liv û lebatekê, ev jî nîşan dide ku reformên vê serdemê * Dr. Science-Literature Faculty, Adıyaman, Turkey. yên herî gîrîng reformên îdarî, ango navendîbûniyê Dr. Zanîngeha Adiyamanê, bûn. Bi vê agahiyê ez dixwazim vê diyar bikim ku Fakulteya Fen-Edebiyatê, armanca serhildanên eşîrên kurdan ên di sedsala Adiyaman, Turkiye. 19an de qewimîne, ne avakirina Kurdistaneke e-mail: serbixwe bû ku xwe dispart netewperweriya kurdî,
[email protected] berovajî vê yekê, divê ev serhildan wek karvedaneke li hember reforman bêne nirxandin. Di nav vê Jimar 2 Sal 1 2014 47 Rahman DAG konteksê de serhildana Ebdurrahman Paşa ya sala 1806an, serhildana Mîr Mihemmed Paşayê Rewandizî ya sala 1834an, serhildana Bedirxan Beg a sala 1840an, serhildana Şêx Ûbeydulahê Nehrî ya sala 1880an de pêk hatine, dê ji bo piştrastkirina vê angaştê bên nirxandin.